Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin

  • rojane
  • 10:02 12 Çile 2023
  • |
img
WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji ber binpêkirinên weke destavêtin, tacîz, desteserkirin û tundiya li ser penaberan nayên cezakirin rê li ber sûcên nû vedike û got: "Divê penaber weke welatiyên pileya duyemîn neyên dîtin.” 
 
Her sal bi milyonan kes ji ber şer, alozî û feqîriyê neçar dimînin terka welatê xwe dikin û dikevin ser rêyên koçberiyê. Afganistana ku ket bin kontrola Talîban, yek ji wan welatan e ku herî zêde koçberî lê çêdibe. Di du sê salên dawî de bi hezaran kes dest ji Afganistanê berdidin û tên di sînorê bajarê Wanê re derbas dibin û berê xwe didin ser rêyên welatên Ewropayê. Penaber dema dikevin rê, bi gelek binpêkirinên mafan re jî rûbirû dimînin. Li ser xeta sînor hem leşker hem jî bazirganên mirovan, îşkence, tecawiz û tacîzê li penaberan dikin. Her wiha penaberan dişêlînin. Gelek penaber li ser xeta sînor ji ber îşkenca li wan tê kirin, jiyana xwe ji dest didin û her sal gelek penaber di mehên zivistanê de ji ber sermayê diqerisin û jiyana xwe ji dest didin. 
 
Penaberên ku sînor derbas dikin jî bi heman sepanan re rûbirû dimînin. Herî dawî li navçeya Serava Wanê derketibû holê ku leşkeran tecawizî jinek penaber kiriye û du leşker ji ber bûyerê hatibûn girtin. Di 7’ê çile de li kontrola polîsan a li ser rêya Wan-Qelqeliyê bi îdiaya dolmîşek penaberan nesekiniye ji aliyê polîsan ve hatiye gulebarankirin û 2 penaberan canê xwe ji dest dane. Tevî van hemû binpêkirinan cihek ku wê penaber mafê xwe lê bipirsin û serî lê bidin tune ye. Sûcên tecawiz, tacîz, îşkence û binpêkirinên mafan ên din gelek caran bêceza tên hiştin. 
 
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz têkildarî pirsgirêkên penaberan ji ajansa me re axivî û li gorî Ozaraz dibêje bêcezahiştin rê li ber sûcên nû vedike. 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ 
 
Ozaraz da zanîn ku yên li dijî penaberan sûc dikin nayên cezakirin û wiha got: “Nexasim penaber bi ser Wanê re derbas dibin. Penaber dema sînor derbas dikin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Dema tên vir û tên tespîtkirin, wan dişînin Navendên Paşve Şandinê. Dema penaber tên desteserkirin û li navendan tên bicihkirin, bi bûyerên wek tecawizê û kuştinê re rûbirû dimînin. Lêpirsînên ji bo van bûyeran tên destpêkirin, hêdî tên birêvebirin. Cezayên ku didin yên sûc dikin jî cezayên sivik didin.” 
 
'JI BER WESAYÎT NASEKINE TU NIKARÎ GULEBARAN BIKÎ’ 
 
Ozaraz destnîşan kir ku pêwîste muameleya li gorî rûmeta mirovî ji penaber û koçberan re bê nîşandan û wiha axivî: “Penaber li van navendên paşve şandinê bi hin muameleyan re rûbirû dimînin. Ji ber ku bi ziman nizanin, alîkariya hiqûqî wernagirin. Ji hiqûqa bi bandor û di dema xwe de sûdê wernagirin. Her wiha dîsa gelek caran leşker û polîs penaberan dikin hedef. Helbet sînorek mudaxileya leşker û polîsan jî heye. Lê wek nîmûne, ji berk u wesayîtek nasekine, tê gulebarankirin. Ev rewş li dijî hiqûqê ye. Di vir de mafê jiyanê tê hedefgirtin.” 
 
BIRYARA VEŞARÎ DANÎNE SER DOSYEYA TECAWIZÊ 
 
Ozaraz destnîşan kir ku herî dawî li navçeya Seravê du leşkeran tecawizî penaber L.M., kirin û pişt re biryara veşarî danîn ser dosyeyê û wiha domand: “Li ser rêya penaberan bûyerên bi vê terzê diqewimin. Di demek nêzîk de li navçeya me ya Seravê bûyerek wiha qewimî. Em daxilî bûyerê bûn lê belê ji ber biryara veşarî me agahiyên zelal negirtin. Dixwazin bûyerên bi vî rengî ji raya giştî veşêrin û lewma biryara veşarî datînin ser dosyeyê. Ji ber biryara veşarî em nikarin xwe bigihînin esasê dosyeyê. Xeteriya bûyerê girîng e. Dixwazin bûyerê ji me bidin veşartin, ev nêzîkatiyek rast nîne.” 
 
MIRINA 2 PENABERAN 
 
Ozaraz anî ziman ku ji bo ew bûyera 2 penaberên li ser rêya Wan-Qelqeliyê jiyana xwe ji dest dan bişopînin û lêkolîn bikin çûne cihê bûyerê û lê agahiyên zelal bi dest nexistine û wiha got: “Em çûn cihê bûyerê me lêkolînan pêk anîn. Lê dema em çûn penaberan ji wir biribûn. Lê belê du cenaze bi saetan li ser rê hatine sekinandin. Piştî me li ser wesayîtê lêkolîn kir, bi rayedaran re hevdîtin kir. Me tespîtek ku sîleh hatine bikaranîn, tespît nekirine. Li gorî agahiyên me bi dest xistin, polîsan ji nêz ve wesayîtê şopandiye û di kêliya şopandinê de mudaxile kirine û ev rewş qewimî ye. Lê belê me raporên otopsiyê wernegirt. Em nikarin tiştek zelal bêjin. Ji berk u di dosyeya lêpirsînê de kêmasî hene, me rastiya bûyerê zelal nekir.” 
 
MUAMELEYA LI HEMBERÎ PENABERAN 
 
Ozaraz destnîşan kir ku penaber li Tirkiyeyê wek muameleya “welatiyên pileya duyemîn” tên dîtin û got: “Em neçarin ku alîkariyê bidin penaberan. Divê nêzîkatiya rayedarên vî welatî li hemberî penaberan bi nêzîkatiya muameleya welatiyên pileya duyemîn nebe. Beriya her tiştî ew mirov in û divê em bi mantiqa ku ew jî kes in nêzî wan bibin.” 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû 
 

Sernavên din

13/01/2023
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e