Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e

  • rojane
  • 11:21 17 Çile 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Rojnameger Seyîthan Akyuz ku li Girtîgeha Şakranê dihat ragirtin û hate berdan bal kişand ser zextên ser çapemeniyê û wiha got: “Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê tê wateya mirinê.” 
 
Rojnameya Azadiya Welat di 16’ê tebaxa sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Nûnerê rojnameyê yê Edeneyê Seyîthat Akyuz jî hatibû girtin. Akyuz ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakran a Îzmîrê dihat ragirtin, di 12’ê çileyê de hate berdan. 
 
ZEXT DI SALA 2003’YAN DE DEST PÊ KIRIN
 
Zextên li ser rojnameger Akyuz, di sala 2003’yan de bi destpêkirina pîşeya rojnamegeriyê dest pê kirin. Akyuz, di sala 2003’yan de li Taxa Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê bi îdiayên “Alavên teqemeniyê pê re hene” û “Endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û girtin. Akyuz, di vê dozê de ji îdiaya “Endamtiya rêxistinê” beraet kir lê ji ber îdiaya “Alavên teqemeniyê pê re hene” 4 sal û 17 meh cezayê hefsê lê hat birîn. Ev ceza veguherandin cezayê pereyan û 3 hezar TL ceza dan Akyuz. Akyuz, ji ber van tawanbariyan salekê di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Her wiha di pêvajoya darizandinê de derket holê ku tawanbariya “alavên teqemeniyê”, îdiayeke bêbingeh e. 
 
PÎROZBAHIYA NEWROZÊ 
 
Piştre jî Akyuz bi hinceta ku dirûşmên di Newroza sala 2007’an de li Îzmîrê berz kirine, bi îdiaya “Pesindayîna sûc û sûcdar” hate binçavkirin û girtin. Di vê dozê de jî salek ceza li Akyuz hate birîn û piştî 4 mehan di girtîgehê de hate berdan. 
 
DOZA KU EV 15 SAL IN DIDOME
 
Di operasyona navend Edene ya sala 2008’an de nêzî 120 kes hatin binçavkirin. Akyuz jî yek ji binçavkiriyan bû û piştre hate berdan. Doza Akyuz ev nêzî 15 sal in didome. Di dozê de dosyayên Akyuz ên dema berê jî esas hatin girtin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî îtîraza parêzeran, Dadgeha Îstînafê çendek roj berê biryar da ku bi awayekî derqanûnî li Akyuz hatiye guhdarîkirin û biryara dadgeha herêmî betal kir. 
 
DOZA SERDEGIRTINA ROJNAMEYÊ
 
Di sala 2009’an de polîsan bi ser Buroya Azadiya Welat a Edeneyê de girt û derheqê Akyuz de doz hate vekirin. Di vê dozê de bi îdiaya “Her çende ku endamê rêxistinê nebe jî, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Akyuz hate birîn. Dosya, birin Dadgeha Bilind. Piştî ku paketa darazê ya 3'yemîn hat derxistin, Dadgeha Bilind bêyî ku dosyayê lêkolîn bike li dadgeha herêmî vegerand. Paketa darazê ya 3’yemîn esas hate girtin û cezayê Akyuz daxistin 3 sal û mehek û 15 rojan. Dadgeha Bilind, di sala 2016’an de biryara dadgeha herêmî erê kir. 
 
12 SAL CEZAYÊ HEFSÊ HATE DAYÎN
 
Akyuz, di sala 2009’an de bi îdiaya “Çapemeniya KCK’ê” hate girtin. Di dozê de xebatên rojnamegeriyê yên Akyuz weke sûc hatin nîşandan û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 12 sal cezayê hefsê li Akyuz hate birîn. 
 
BI GIŞTÎ 15 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA
 
Piştî ku dosyayên din ên Akyuz jî hatin erêkirin, bi giştî ji ber vê dozê 13 sal û mehekê di hefsê de ma û piştre hate berdan. Akyuz, ji sala 2003’yan heta niha bi giştî 15 salan di girtîgehê de ma. Li gorî rêzê Akyuz li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê, li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhan a Edeneyê, Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê, Girtîgeha Tîpa F Kiriklar a Îzmîrê û Girtîgeha Tîpa T a Şakranê hate ragirtin. 
 
Rojnameger Seyîthan Akyuz ku piştî temamkirina înfaza xwe hate berdan, têkildarî zextên li ser çapemeniyê û binpêkirinên li girtîgehan axivî. 
 
‘HIQÛQ JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN’ 
 
Akyuz, got ku binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyeyê di her serdemê de zêde bûn û wiha got: “Em di serdemeke wisa de ne ku li Tirkiyeyê bi navê hiqûqê tiştek nema ye. Gelek sepanên sala 1980'an dîsa ketine meriyetê. Meşa yekrêzî, hejmartina ser pêyan, ketine rewşa amade ya li hemberî gardiyanan, mehrûmkirina girtiyan a ji mafên xwe yên civakîbûnê, astengkirina daxwaznameyên têkildarî binpêkirinên heyî û hwd. hene. Girtî jî li ser çanda berxwedanê tevdigerin û berxwedaneke mezin raber dikin. Beşeke ji sepanên derhiqûqî bi saya van berxwedanan hatin rakirin. Lê hêj jî tecrîdeke giran heye. Bi taybet jî li ser girtiyên siyasî zextekî psîkolojîk a giran heye.” 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Bi domdarî Akyuz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha domand: “Gelek girtiyên ku êdî nikarin bi tena serê xwe bijîn hene. Tedawîbûn gelek zehmet e. Heke biçin nexweşxaneyê jî bi awayekî baş nayên tedawîkirin. Hêj bi ser emeliyata girtiyekî re 24 saet derbas nebûn dîsa dişînin qawîşê. Gelo ma ev kes dê çawa li xwe binêre? Dema tên qawîşê ji cihê emeliyatê xwîn tê û ji bo careke din bibin revîrê em neçar diman ku 5-6 saetan hewl bidin. Divê girtiyên nexweş li nexweşxaneyên baş ên derve bên tedawîkirin.” 
 
'BÊBANDORBÛNA ÇAPEMENIYÊ MIRIN E’
 
Di berdewamê de Akyuz got ku rojnameger di nava civakê de bi roleke pir girîng radibin û wiha got: “Ne tenê li Tirkiyeyê lê li tevahiya cîhanê rojnameger bi roleke mezin a rewşenbiriyê li xwe digirin. Dema rojnameger rastiyan vedibêjin jî dibin hedef. Pergala heyî dixwaze rojnamegeran kontrol bike. Zextê li hemû rojnamegerên muxalîf dike. Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e. Di girtîgehê de heta astekî me dişopand. Ji bilî çendek rojnameyên muxalîf, tu îtîbara çapemeniyê nema ye. Li cihekî ku her tişt hatiye yektîkirin, çapemenî lê tune dibe. Heke civak xwedî li çapemeniyê dernekeve, ev tê wê wateyê ku xwedî li nirxên jiyana xwe ya demokratîk dernakeve. Lewma jî divê tevahiya civakê û derdorên demokratîk hem ji bo girtîgehan, hem ji bo çapemeniyê û hem jî ji bo demokratîkirina Tirkiyeyê ya ku ji dest tê bike.” 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

19/01/2023
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda
09:02 Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne
09:01 Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’
09:01 Ji ber silavdayîna bi kurdî cezayê disiplînê lê hat birîn
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN
17/01/2023
23:59 Akarê xwe li Sûrê şewitand hat veşartin
20:31 Dêya Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’