Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?

  • rojane
  • 14:21 17 Çile 2023
  • |
img
RIHA - Di danişîna ewil a doza “Komkujiya Nexweşxaneyê” ku 3 ferdên Malbata Şenyaşar hatin qetilkirin de daxwaza mudaxîltiyê ya baroyan hat redkirin. Emîne Şenyaşar a bertek nîşanî bersûcên ku di parastinên xwe de sûcdarî qebûl nekirin da ev pirs kir: “Wê demê kê hevjîn û zarokên min kuştin?”
 
Danişîna ewil a doza “Komkujiya Nexweşaneyê” ya ku 3 ferdên Malbata Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, piştî 4 sal û 4 mehan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dest pê kir, didome. Di çarçoveya dosyeyê de Celal Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Enver Yildiz ê ji doza “kargehê” girtiye jî di nav de 19 kes bi sûcên “Kuştina ji yekî zêdetir” , “hewldana kuştina ji yek kesî zêdetir” , “Zirar dayîna malê cemaweriyê” , “Veşartin û ji holê rakirina delîlên sûc” , “Li saziya cemaweriyê dizî” û “binpêkirina destnedayîna kargehê” tên darizandin. 
 
YILDIZ Ê AKP’Î BI PARAZVANÊN XWE RE HAT
 
Danişînê piştî tespîta nasnameyan dest pê kir. Girtî Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Bersûcên negirtî tên darizandin jî beşdarî danişînê bûn. Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî bi parazvanên xwe hate edliyeyê. 
 
Her wiha parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn, Nîmetûllah Erdogmûş û parlamentera CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca jî dozê dişopînin. 
 
HATE XWESTIN KU DOSYAYAN BIKIN YEK
 
Di danişînê de ewilî yek ji parêzera Malbata Şenyaşar Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û wiha got: “Darizandineke bilez û bez tê kirin. Şertên fîzîkî guncav nînin, wergirtina parêzeran a danişînê hate astengkirin.” Pişt re parêzer Bulent Dûran ê mafê axaftinê wergirt, xwest ku dosya bi dosyaya “kargehê” re bibe yek û destnîşan kir ku divê biryara Dadgeha Îstînafê pêk were. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî diyar kir ku komkujî li Rihayê pêk hatiye, bi lêv kir ku ji ber vê yekê Baroya Rihayê rast e rast zirar dîtiye û daxwaza mudaxîltiyê kir. 
 
DAXWAZA MUDAXÎLTIYA BAROYAN HATE REDKIRIN
 
Pişt re baroyên Wan, Amed, Sêrt û Êlihê daxwaza mûdaxîltiyê kirin. Dozgeriyê xwest ku daxwaza mudaxîltiyê ya hemû baroyan were redkirin. Şandeya dadgehê, mudaxîltiya Malbata Şenyaşar qebûl kir û bi hinceta baroyan rast e rast zirar nedîtiye daxwaza wan a mudaxîltiyê qebûl nekir. 
 
EMÎNE ŞENYAŞAR BERTEK NÎŞAN DA
 
Pişt re ji bersûcan Mekaîl Şîmşek ê di çarçoveya dosyayê de girtî ye ji girtîgeha lê girtî bi SEGBÎS’ê parastin kir. Dadgehê jî weke li dijî hiqûqa ûsûlê ewilî îfadeya Şîmşek a di asta hêzên ewlehiyê de xwend. Li dijî vê parêzerên Malbata Şenyaşar îtîraz kirin. Pişt re yek ji bersûcê girtî Celal Yildiz bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û parastin kir. Wê kêliyê Emîne Şenyaşar anî ziman ku bersûc hewldidin xwe ji sûc xelas bikin û ev pirs kir: “Wê demê kê hevjîn û zarokên min kuştin?” Celal Yildiz ê parastina xwe domand, diyar kir ku li Pirsûsê siyasetê dike, gelek amirên hêzên ewlehiyê nas dike û weke cerdevanekî peywîra cemaweriyê pêk tîne û xwe parast. 
 
Piştî her du bersûcan, bersûcên negirtî tên darizandin parastin kirin. Dema yek ji bersûcan şewirmendê Halîl Yildiz Mûstafa Amaç parastin dikir, Emîne Şenyaşar careke din bertek nîşan da. Li ser vê yekê dadger Emîne Şenyaşar hişyar kir. Pişt re bersûcên din jî sûcdarî qebûl nekirin û beyanên şahid û gilîkeran ên derbarê wan de red kirin. Bersûcên din ên negirtî tên darizandin jî, di parastinên xwe de sûcdarî qebûl nekirin.
 
Şandeya Dadgehê, piştî parastina bersûcan saetek navber da danişînê. 
 
 

Sernavên din

19/01/2023
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda
09:02 Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne
09:01 Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’
09:01 Ji ber silavdayîna bi kurdî cezayê disiplînê lê hat birîn
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN
17/01/2023
23:59 Akarê xwe li Sûrê şewitand hat veşartin
20:31 Dêya Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’