Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin

  • rojane
  • 09:02 31 Çile 2023
  • |
img
WAN - Parêzer Dersim Erîşen diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan êdî gihaştine asta binpêkirina mafê jiyanê û got: "Rewşa girtîgehan pir xirab e û dibe ki mirin zêde bibin. Pirsên me yên di vî warî de ku em berpêşî kesên têkildar dikin jî nayên bersivandin. Ne girtîgeh ne jî Wezareta Dadê bi tu awayî tiştekî nabêjin." 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berxwedana girtiyan didome. Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê di 3'yê mijdara 2022'yan de li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin didome. Girtî Yakûp Brûkanli ku di 28'ê cotmeha 2022'yan de li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan agir berdabû bedena xwe, çendî bi xetereya ku enfeksiyonê bigire re rû bi rû ye jî, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin, tenê li revîra girtîgehê tê dermankirin. 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Şaxa Wanê Parêzer Dersim Erîşen, têkildarî tiştên li girtîgehan diqewimin axivî. 
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN
 
Erîşen diyar kir ku li girtîgehan xwegihandina mafê tenduristiyê vegueriye pirsgirêkekê û wiha got: "Ji ber ku derfetên dermankirinê tune ne, girtî jiyana xwe ji dest didin. Rewşa girtîgehan pir xirab e û dibe ki mirin zêde bibin. Pirsên me yên di vî warî de ku em berpêşî kesên têkildar dikin jî nayên bersivandin. Ne girtîgeh ne jî Wezareta Dadê bi tu awayî tiştekî nabêjin." 
 
ATK VEGUHERIYE AMÛRA ÎŞKENCEYÊ
 
Erîşen destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan li gorî hiqûqa navneteweyî tevnagerin û wiha axivî: "Bi taybetî li hemberî girtiyên siyasî pirsgirêkên wekî ferzkirina lêgerîna tazî, jimariya li ser pêyan, tecrîd, binpêkirina fealiyetên civakî, sînordarkirina mafê pêwendîdanînê, astengkirina xwegihandina mafê tenduristiyê, şewitandina înfazan rû didin." Erîşen bal kişand ser raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) ku bi van raporan berdana girtiyên nexweş tê astengkirin û got: "Bi taybetî gava em li hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest didin dinêrin, dertê holê ku raporên ATK'ê bê zemîneke çawa amade dikin ji bo van mirinan. Pirsgirêk êdî gihaştiye asta binpêkirina mafê jiyanê." 
 
Erîşen bilêv kir ku ATK êdî veguheriye amûreke îşkenceyê. 
 
Erîşen destnîşan kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê pergala înfazê bê guherandin, girtiyên nexweş demildest bên berdan û bên dermankirin. 
 
Erîşen hin pirsgirêkên li girtîgehan rû didin bi vî awayî ragihandin: 
 
* Awayê qawîşan: Ne li gor şert û mercên avhewayê e, tav pir li wan naxe, cihên girtî lê dimînin germkirina wan kêm e û baş hewayê nastînin û zirarê didin çavan. 
 
* Xwarin: Xwarinên ku tenduristiya girtiyan biparêzin nayên dayîn. Bêyî nexweşîn esas bên girtin tenê xwarineke diyetê tê dayîn û ev jî hin tiştên kêmrûn û kêmxwê ne. Ava germ û paqijî bi hin rojan hatine sînordarkirin. 
 
* Revîr: Xwegihandina tenduristiyê û bijîşk pirsgirêkeke mezin e. Girtî li revîrê tên muayenekirin û dermankirin. 
 
* Rîng: Sewqa ji bo nexweşxaneyê ji aliyê cendirmeyan ve tê kirin û girtî bi wesayîtên rîngê ku ji wan re dibêjin 'tabût atîk' tên sewqkirin. Ev tenê ne ji bo çûna nexweşxaneyê, ji bo çûna dadgehan jî tên bikaranîn. Girtiyên bi rîngê dibin nexweşxaneyê, divê li benda dermankirina girtiyên din jî bisekinin. Girtiyên bi van zor ûz ehmetiyan re rû bi rû dimînin, naxwazin bên dermankirin. 
 
* Muayeneya bi awayê kelemçekirî: Bêyî ku mahremiya nexweş esas bê girtin, nexweş bi awayekî destkelemçekirî tên dermankiri. 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû 
 

Sernavên din

01/02/2023
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê
10:04 Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir
09:37 Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
09:04 Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:01 Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN
31/01/2023
21:02 Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin