Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir

  • rojane
  • 11:19 31 Çile 2023
  • |
img
EDENE - Welatiyê bi navê Mûrat Daşkan li Edeneyê hatibû kuştin û ji ber mirina Daşkan, li polîsê bi navê B.O. doz hatibû vekirin. Emniyetê ji bo kameraya wesayîta zirxî gotibû “naxebite” lê di rapora kesê pispor de wiha hat gotin: “Tu pirsgirêkên cîhaz nebûn û dixebitiya.” 
 
Di dema xwepêşandanên 1’ê sibata 2016’an ên li Taxa Seyhan a Edeneyê de welatiyê bi navê Mûrat Daşkan hatibû kuştin.  Ji ber mirina Daşkan, bi îdiaya “kuştina bi qesdî”li polîsê bi navê B.O. doz hatibû vekirin. 
 
DARIZANDINA NÛ
 
Lêpirsîna têkildarî mirina Daşkan di 2020’an de temam bû û bi sedema “kuştina bi qesdî” derheqê B.O. de îdianame hate amadekirin. Piştî ku îdianame hat qebûlkirin, danişîna biryarê ya dozê di 6’ê cotmeha 2020’an de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hate lidarxistin. Di danişînê de dadgehê îdiaya “Têkildarî sûcê heyî bi qasî tê xwestin delîl tune ne” kir û biryara beraetê da. 
 
Parêzerê Daşkan, Îlhan Ongor jî biryara beraetê bir Dadgeha Kargêrî ya Edeneyê. 13'emîn Daîreya Cezayan jî got; “Dadgeha herêmî lêkolîna delîlan kêm kiriye” û biryara beraetê xera kir.
 
Di biryarê de hat destnîşankirin ku li ser pergala kameraya wesayîta zirxî ya ku polîsê bersûc tê de bû bi qasî tê xwestin lêkolîn nehatiye kirin. Di biryarê de cih da îdiaya Serokatiya Daîreya Krîmînal a Cendirmeyan ku di rapora kesê pispor a di 2016’an de digot; “Ji ber ku têlên cîhaza ji bo lêkolînê hatine şandin tune bû, cîhaz nehatiye xebitandin.” Di biryarê de hate gotin ku lêkolîneke baş li ser dîmenên wê rojê nehatiye kirin.  Her wiha hat destnîşankirin ku piştî qabloyên cîhazê behsa xeberê hatine peydakirin jî lêkolîna kesê pispor nehatiye kirin û tenê girteka emniyetê ya di 22’yê mijdara 2016’an ku digot; “Dîmenên wê rojê yên cihê bûyerê nînin” esas hatiye girtin. 
 
Piştî biryarê jî darizandina bersûc B.O. ya li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê dîsa dest pê kir. 4’emîn danişîna dozê de 27’ê kanûna 2022’yan de hate lidarxistin. Di danişînê de rapora kesê pispor a têkildarî dîmenên wesayîta bi plakaya 01 A 0559 ên cihê bûyerê jî li dosyayê hatin zêdekirin. 
 
RAPORA KESÊ PISPOR: KAMERA DIXEBITE
 
Di raporê de berevajî îdiayên emniyetê, hat gotin ku di cîhazê qeydkirinê de tu pirsgirêk nînin. Di raporê de wiha hat gotin: “ (...) Heta 17/03/2016’an jî di cîhazê behsa xeberê de tu pirsgirêk xuya nakin. Dixebitî û dîmen qeyd kirine (...)"
 
Tevî rapora kesê pispor jî dozger bi îdiaya “Delîlên ji gumanê dûr, teqez û şênber tune ne” xwest ku polîsê bersûc beraet bike. Dozger xwest ku rapora kesê pispor ji buroya lêpirsînê re were şandin. Dadgehê jî ji bo parastina li dijî mutalaayê, danişîna dozê taloqî 2’yê sibatê kir. 
 
FAÎL JÎ YÊN LÊKOLÎNÊ DIKIN JÎ HEMAN POLÎS IN! 
 
Parêzer Îlhan Ongor jî rapora kesê pispor û mutalaa nirxand û wiha got: “Di mutalaayê de delîlên heyî hatin paşguhkirin. Polîs an jî polîsê ku tê îdiakirin bûyer pêk aniye û polîsên lêpirsînê dikin di heman yekîneyê de dixebitin. Her wiha dozgerê ku lêpirsînê birêve dibe jî ji wan dozgeran e ku bûyerên terorê yên bi payeya taybet lêkolîn dike. Her wiha polîsên weke şahid hatine nîşandan jî di heman yekîneyê de dixebitin. Emniyetê îdia dikir ku kamera xerab bûn. Di rapora kesê pispor de derket holê ku kamera saxlem bû û dixebitiya. Bi vê rastiyê re derket holê ku şahidan û yekîneyên emniyetên îfadeyên nerast pêşkeş kirine û meqamên darazê lêhbandine û sûc kirine. Em dixwazin ku derheqê kesên rayedar û şahidan de ku bi derewan û tunekirina delîlan sûc kirine, serlêdana sûc were kirin.”
 
'MUTALAA DERBASDAR NÎNE’
 
Ongor, bi lêv kir ku tu delîlên ku miwekîlê wî ji polîsan reviya be tune ne û wiha bi dawî kir: “Divê polîsê bersûc were cezakirin. Ji bo ku li dijî Mûrat Daşkan çekê bi kar bîne tu sedem li dosyayê zêde nekirine. Anku bi awayekî keyfî kuşt. Ev polîsê TEM’ê bi sala ye di bûyerên civakî de xebitî ye û baş dizane bê ka kî çalakvan e û kî nîne. Baş dizane dê çekê kengî bi kar bîne. Di vê bûyerê de gule li pişta Daşkan da ye. Anku mimkin nîne guleya berdayî hewa li Daşkan ketibe. Ji roja bûyerê heta niha hêzên ewlekariyê û yên lêpirsînê ji bo bûyerê veşêrin her tiştî dikin.” 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

01/02/2023
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê
10:04 Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir
09:37 Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
09:04 Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:01 Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN
31/01/2023
21:02 Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin