Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye

img
STENBOL - Prof. Dr. Onûr Hamzaogûlu anî ziman ku HDK ji bo rêxistinkirina qada civakî heye û got ku ji bo jiyaneke nû divê "dibistanên HDK'ê" bên avakirin. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), dê di 29'ê Çileyê de li Navenda Kongreyê ya Stenbolê Kongreya Giştî ya 12'an li dar bixe. Hevbervdekê HDK'ê yê berê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû têkildarî girîngiya HDK'ê ya ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê, avakirina wê, hêza wê ya çareseriyê ûa rmancên wê axivî. 
 
DU PIRSGIRÊKÊN GIRÎNG
 
Hamzaoglû diyar kir ku li Tirkiyeyê ji zû de pirsgirêka "kedê" û "kurdî" heye û got ku kesên di vê qadê de hewl didan jî ji bo jiyanê dixebitin û "hêza xwe difiroşin." Hamzaoglû bilêv kir ku mirovên di van her du waran de jî jiyaneke birûmet najîn û li vir HDK ketiye dewrê. Hamzaoglû destnîşan kir ku HDK hewl dide van her du prisgirêkan ji holê rake û li Tirkiyeyê jiyaneke birûmet ava bike. 
 
Hamzaoglû anî ziman ku HDK bi meclîsên ku ava kirine li ser van her du pirsgirêkan disekine û ev meclis jî rêbaza demokrasiya rasterast esas digirin. Hamzaoglû wiha axivî: "Ev meclîs, bi kesên ku li qada xebatê, perwerdehî û qadên din hatin avakirin. HDK jî bia rmanca ku bi van meclîsan pirsgirêkan çareser bike hatiye avakirin." Hamzaoglû da zanîn ku di bin banê HDK'ê de nivîskar, wêjevan, rewşenbîr, kativîstên jin û komên baweriyê jî di nav de zêdetirî 40 pêkhateyan di bin banê xwe de dihewîne û got: "HDK, cihêkariyê asteng dike. Ji bo avakirina jiyaneke nû, astengiyên li ber xwe ji holê radike." 
 
'TÊKOŞÎNÊ XURT KIR'
 
Hamzaoglû destnîşan kir ku HDK bi hebûna xwe nîşan daye ku ji bo gelan dikare gelek tiştan bike û got: "Qet nebe nîşan da ku ji bo jiyana gelên Tirkiyeyê û gelê kurd hin gavên bên avêtin hene û îşaret bi çavkaniya pirsgirêkan û rêya çareseriyê kir. Bi vê re her kesî ber bi berpirsiyariyê ve bir. Pêvajoyeke çalakiyê ava kir. Têkoşîna bi hev re û hilberanîa bi hev rê xurt kir. Ev, beriya HDK'ê tune bû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku partiyeke Tirkiyeyê ye, ji aliyê HDK'ê ve hat avakirin. Îro ro gava em li partiyên li meclîsê mêze dikin, pergaleke yektîpî heye. Lê di nava partiyeke wekî HDP'ê de gelek partî, komên bîr û baweriyê hene. Ev, tenê ne ji bo xweîfadekirinê, di heman demê de wekî mekanîzmayeke biryarê jî hene." Hamzaoglû bilêv kir ku ev yek di şert û mercên Tirkiyeyê de serketineke mezin e û got: "Helbet kêmasiyê  HDK'ê jî hene. Û ji bo jiholêrakirina van kêmasiyan divê kelecan û hêviyek me hebe. Ez yek ji wan kesên bi hêvî û kelecan im." 
 
'AVAKIRINA JIYANEKE BIRÛMET'
 
Hamzaoglû anî ziman ku HDK ji bo rêxistinkirina qada civakî heye û axaftina xwe wiha domand: "HDK, tenê ne amûreke têkoşîna siyasî ye. HDK, pêvajoya siyasî bi HDP'ê re bi rê ve dibe. HDK, dê li qadên jiyanê hebe, dê qada civakî veguherîne û dê hebûna xwe bidomîne. Yanî her mirov dikare wê wekî organîzmayekê bibîne. HDK, pêkhateyek e ji bo avakirina jiyaneke birûmet." 
 
DIBISTANÊN HDK'Ê
 
Hamzaoglû da zanîn ku pêkhateyên di bin banên HDK'ê de divê hebûna xwe di ber çavan re derbas bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bê şert û mercê divê di bin banê HDK'ê de bi kadroyên xwe xwe birêxistin bikin. Mesela; di qada perwerdehiyê de divê 'dibistaên HDK'ê' bên vekirin û qadên xebatê bên berfirehkirin. Di vî warî de divê em xwe bigihînin zarokan, jinan, karkeran, gundî û karkerên demsalî. Ji bo afirandina mirovê ku zanibe di vê jiyanê de çi ye û ji bo afirandina mirovê têkoşer pêdivî bi dibistanên HDK'ê heye." 

Sernavên din

02/06/2023
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê
13:03 Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne
12:46 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
11:56 Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin
11:52 Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn
11:40 Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin
11:33 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
11:30 Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
11:13 29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir
11:04 Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene
11:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
10:45 Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
10:28 Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe
10:16 Li Efrînê 53 kes hatin revandin, bi hezaran dar hatin birîn
09:49 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin
09:44 Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike
09:44 Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne
09:29 Ciwanê ku polîsan îşkence lê kir: Xetere li ser jiyana min heye
09:06 Acar: Kesek tenê jî bimîne dê rastî di tariyê de nemîne
09:05 Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin
09:03 Ji bo Îmraliyê serlêdana li CPT'yê: Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne
09:02 Serokê Baroya Îzmîrê: Li ber cibeya me ne qulpik ne jî bişkok hene, em natirsin
09:01 Rêbaza nû ya talankirina daristanên Şirnexê: Em ê darên fistiqan li şûna wan danîn
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
31/05/2023
20:14 HDP û Partiya Çepên Kesk dest bi pêvajoya nû kirin: Dê her tişt bi gel re bê kirin
19:47 Almanyayê biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê bigire
17:23 Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin
16:30 Ji bo faîlên muzîkjen Şener cezayê muebbedê hate xwestin
16:11 Daxwaza rawestandina xebatên GOÇÎZDER’ê nehate qebûlkirin
16:10 Daxwaza girtina tetîkkêşê cînayeta Sîncar hate redkirin
15:32 Di Doza Pirsûsê de polîsên şahid bersivên ‘nayê bîra min’ dan
15:17 Li rex rêyê 2 cenaze hatin dîtin
15:10 Selahattîn Demîrtaş: Ez dev ji polîtîkaya çalak ber didim
14:11 Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
13:53 Têkoşîna Malbata Şenyaşar a Edaletê 800 roj li pêy xwe hiştin
13:52 Ji ber ku nexweşiya xwe bi kurdî vedigot nehiştin rojnamegerê girtî Bûlût tedawî bibe
13:40 Walî destûr neda ku têkildarî polîsê gef li rojnamevanan xwar lêpirsîn bê destpêkirin
13:33 4 meh in kevirên Birca Keçikê nehatine rakirin
12:53 Abbasî li Kerkukê ye
12:46 Serokatiya Ragihandinê têkildarî ‘kabîneya nû’ daxuyanî da
12:38 5’emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
12:06 NY: Ji sedî 70’ê xelkê Sûriyeyê berhewceyî alîkariyê ye
11:50 Li gorî TUÎK’ê aborî mezin dibe
10:28 Lîreyê tirkan her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:18 Qedexeya hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re
10:10 Berxwedana Mexmûrê di roja 12’an de dewam dike
09:01 ‘Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye'
09:00 Dadgehê projeya bazirganiyê ya qeyûm red kir
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Cenazeyê Emrah Arpak piştî 56 rojan radestî malbata wî hate kirin
30/05/2023
22:13 Kesên di binçavan de hatin windakirin hatin bibîranîn
21:08 Encamên hilbijartina parlamenteriyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
20:16 Li Gazîosmanpaşayê êrişî buroya CHP’ê kirin
18:17 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Çînê cara ewil astronoteke sivîl şand fezayê
16:23 TJA: Ev hilbijartin rewa nînin û dê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
16:09 Çemê Periyê rabû: Mal û gov di bin avê de man
15:53 Piştî civîna ‘heyama nû’ daxuyanî: Em ê encaman bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin
15:52 Komên paramîlîter li Efrînê 2 welatî revandin
15:52 Dînamîtên Înşaeta Gurbagê diteqîne ziyanê didin hawirdorê
15:35 Di doza Sakîne Kultur a hatibû qetilkirin de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
15:10 Bi komî deng dabûn: Partiyên Tifaqa Cûmhûr û Milet îtîraz qebûl nekirin
15:09 Dabeşkirina kursiyan a li Meclisê diyar bû
14:58 Li Mûşê lehî rabû: Gelek sewal ber lehiyê ketin
14:57 7 sal û 6 meh ceza li Serokê Baroya Amedê yê berê hat birîn
14:27 Xelkê Mexmûrê 11 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide
14:14 Malbata Şenyaşar: Têkoşîn nifteya edaletê ye
13:28 Rojnamevanên ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn derketin pêşberî dadger
13:26 Endamê Meclisa HDP’ê Aydin hate girtin
13:01 Rojnameger Boltan hate berdan
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin