Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir

  • rojane
  • 18:06 15 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran pêkhateyên herêma Cizîrê 15'ê Sibatê Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê ‎PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku heya Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe  dê bitêkoşin. 
 
Di salvegera 24′an a 15'ê Sibatê Komploya Navdewletî de ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi deh hezaran ‎kurd, ereb, suryan û ermenên li kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê, li bajarên Qamişlo, Hesekê, navçeyên Girkê Legê û Dêrikê meşên girseyî li dar xistin. Meş bi ‎dirûşmeya "Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin" hatin lidarxistin. Hemû dikan û sûk hatin girtin. Ji ‎hemû pêkhateyan, kesayetên welatparêz, malbatên şehîdan, endamên sazî, rêxistin, ‎tevgerên sivîl, jin, ciwan, kesayetên oldar û nûnerên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdarî meşan bûn.‎
 
Li bajarê Qamişloyê, meşê ji Çarxerêya Sonî dest pê kir û ber bi navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ‎dewam kir.‎ Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Bê serok jiyan nabe" bi zimanên ‎kurdî û erebî hatine‏‎ hildan. Her wiha Dayikên Aştiyê cilên spî yên ku wêneyên Ocalan û ‎nivîsên "Bê serokê Apo jiyan nabe" li ser, li xwe kirin.‎
 
Meşvanan bênavber dirûşemyên "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bê serok Apo jiyan nabe", ‎‎"Berxwedan jiyan e" berz kirin.‎
 
Meş li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo veguherî mitîngê. Li wir Hevseroka PYD′ê Asya Ebdullah axivî û komploya 15′ê ‎Sibatê‏ ‏ya li dijî  Ocalan ‎şermezar kir.‎ Ebdullahê wiha got: "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan li dijî gelê Kurdistanê, hemû ‎gelan, mirovahî û jinan bû."‎
 
Ebdullah destnîşan kir ku Rêber Ocalan 24 salan in di oxira azadiya gelê Kurdistanê, ‎bidawîkirina înkar, qirkirin û zulma li dijî gel de berxwedaneke bêhempa dimeşîne.‎
 
‏′‏BERXWEDAN DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛ‏′‏
 
Asya Ebdullahê behsa berxwedana gelên Kurdistanê ya bi pêşengtiya tevgera azadiya Kurdistanê, ‎tevgera azadiya jinê û Rêberê PKK'ê Ocalan kir ku derbasî qonaxeke nû bû û li hemû qadan berfirehtir bûye.
 
Ebdullah diyar kir ku fikrên Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî mifteya çareseriya doza kurd û hemû ‎krîzên li Rojhilata Navîn e û wiha pê de çû: "Ger hûn çare û aştiyê li Rojhilata Navîn dixwazin ‎û dixwazin pirsgirêka Kurdan çareser be, kilîta wan li Îmraliyê ye. Divê hemû piştgirên ‎çareseriyê yên dixwazin doza kurd çareser be, tecrîda li dijî Rêber Ocalan bişikînin."‎
 
Li ser armancên Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Ocalan jî Ebdullah ev tişt gotin: "Xwestin ‎têkoşîna jinê û dirûşmeya ′Jin, Jiyan, Azadî′ ya ku li tevahî cîhanê bi pêşengtiya jina kurd belav ‎bûye, bi dawî bikin û projeya Rêber Ocalan têk bibin. Ev 2 sal in di nava bêdengiya ‎navneteweyî de tecrîda li dijî Rêber Ocalan hatiye girankirin. Hêzên beşdarên komployê ‎parçeyek ji tecrîda girankirî ne."‎
 
DIVÊ TÊKOŞÎN LI TEVAHÎ QADAN DEWAM BIKE
 
Ebdullah anî ziman ku bi ruhê şehîdên ′Hûn Nikrain Roja Me Tarî Bikin′ û dengê bi milyonan ‎Kurdên ku komploya navneteweyî şermezar dikin, îro careke din deng hate bilindkirin ku ‎destekê bidin berxwedana Îmraliyê û siyasetên Komploya Navneteweyî têk bibin, da ku bi ‎Rêber Ocalan re bijîn. Asya got, bi vê îsrarê em ê têkoşînê dewam bikin û bigihêjin ‎serkeftinê."‎
 
Ebdullahê di dawiyê de bang li CPT′ê û rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku tecrîdê bi dawî bikin û ‎rê bidin ku parêzer û malbat bi Ocalan re bicivin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Mîna erkeke nîştimanî divê ‎hemû hêzên kurdistanî bi pêşengtiya jin û ciwanan têkoşîna li dijî tecrîdê bilind bikin. Em ‎PYD′ê têkoşîna me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e. Li ser vê bingehê em ê têkoşîna li ‎hemû qadan li Sûriye û cîhanê dewam bikin."‎
 
GIRKÊ LEGÊ
 
Bi heman armancê, şêniyên Girkê Legê ya Qamişloyê jî meşek li dar xistin. Meş ji Qada Şehîd Xebat Dêrik a li navçeya Girkê Legê ber bi kolana sereke ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmên banga azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Piştî meş gihaşt Qada Azadî, vegerî mîtîngê. Li wir li ser nave pêkhateya Ereb Salih Sefo axivî û da zanîn ku Komploya Navdewletî bi rêya tecrîdê dewam dike û got: "Dewama tecrîda li dijî Rêbertî dewama Komploya Navneteweyî ye."
 
Sefo da zanîn ku rêxistinên hiqûqî ne serbixwe ne û wiha domand: "Nîşane jî, revandina Rêber Ocalan ne rewa ye. Tiştê dibe jî dûrî xebata rêxistinên navneteweyî ye ku bê deng in. Ji ber ku ew dikeve xizmeta berjewendiyên wan."
 
Sefo destnîşan kir ku tecrîd dorpêçkirina fikrên Rêberê PKK'ê Ocalan e û got: "Rêber Ocalan beriya bibe rêber, ramyarekî mezin e. Çima azadî tê girtin? Çima fikrên hezkirin û lêborînê di girtîgehê de ne?"
 
Li aliyekî din jî hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed da zanîn ku hevgirtina pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb û suryan komployê têk birine. Ehmedê li ser navê pêkhateyan bêdengiya rêxistinên navneteweyî û paşguhkirina rêgezên NY′yê, mafên mirovan û banga gelan a têkildarî rewşa Ocalan, şermezar kir û got fikrên Ocalan niha li her maleke kurdan û Kurdistanê hene.
 
DÊRIK
 
Bi hezaran şêniyên Dêrik, herêmên Berav, Koçerat û gundên wê meşek li dar xist. Di meşê de nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, oldar û saziyên sivîl amade bûn. Şênî li Qada Azadî kom bûn û ber bi Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve meşiyan û meş li wir vegerî mîtîngê.
 
Li vir Hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
 
Hiso wiha got: "Armanca komployê projeya neteweya demokratîk têk bibe. Lê bi bin ket, ji ber ku gel fikrê xwe ji felsefeya Rêber Ocalan digire û têgeha neteweya demokratîk li Sûriyê pêk anî û hemû pêkhateyên Sûriyeyê li hev kom kirin." Hiso bal kişand ser komployê û wiha domand: "Hîna heta roja îro komplo bi rêya sûc û êrişên li dijî herêmê, hedefgirtina yekitiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike."
 
Ji bo sekna li hember êrişên qirkirinê Hiso got divê hevgirtin û têkoşîn bê bilindkirin û soz da ku metoda neteweya demokratîk a Ocalan pêk bînin.
 
Meş tevî dirûşmên “Bijî berxwedana Rêber Ocalan” bi dawî bû.
 
HESEKÊ
 
Bi hezaran pêkhateyên kurd, ereb, suryan ên navçeyên Til Temir, Hol, Şedadê yên kantona Hesekê li dijî komployê meşiyan. Meşvanan wêneyên Ocalan hilgirtin. Meşê ji Çarxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer a Hesekê dest pê kir û heta Parka Rêbertî ya taxa Nasira dewam kir. Li vir, Hevserokê PYD`ê Salih Muslim axivî û komploya navdewletî ku ket sala 25`an şermezar kir.
 
Muslim bal kişand ser armancên komployê û got: “Armanc dûrxistina Rêber Ocalan û qutkirina wî ji gel bû. Lê dewletên komploger nizanin ku yên xwe şewitandine li dora Rêber Ocalan bûn xelekek ji agir. Wan dewletan fikrên Rêber Ocalan li ser berjewendiyên xwe xeter dît.”
 
Muslim anî ziman ku gelên Rojhilata Navîn li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe birêxistin dikin û wiha dom kir: “Serkeftina herî mezin xwedîderketina gel li fikrê Ocalan e. Ji lew re dewleta Tirk hewl dide projeya me ya demokratîk têk bibe, lê ew her car bi bin dikevin.”
Muslim diyar kir ku ew ê bi ser kevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin û got, “Her kesê ku destê xwe di komploya navneteweyî de heye wê hesab bide.”
 
Endama Kongra Star a Hesekê Fatima Elî jî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîdê, hevkariya wan nîşan dide. Eliyê got: “Baweriya me heye ku bi azadiya Rêber Ocalan wê aştî pêk were. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî berxwedanê bidomînin.”
 
Bi navê Meclisa Rûspiyan a Hesekê jî Ekrem Mehşûş axivî û bang li gelan kir ku li kêleka Ocalan bisekinin û got: “Bi revandina Rêber Ocalan dewleta tirk nikarî fikrê wî tune bike, ev fikr zêdetir belav bû û hemû gelên bi demokrasiyê bawer dikin piştgirî danê.”
 
Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan bi dawî bûn.

Sernavên din

26/06/2023
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê