Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e

  • rojane
  • 17:01 17 Sibat 2023
  • |
img
SEMSÛR - Mexdûrên erdhejê yên şandeya HDP’ê li Semsûrê serdana wan kirin bi gotina “Erdogan ji bo dengan tê li ji bo gel nayê” bertek nîşanî desthilatê dan. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî wiha got: “Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê gelek mezintir e.”
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û parlamenterên wê û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li Semsûra ji erdhejê bi awayekî zêde bandor bû lêkolîn kirin. Şandeya ku serdana navenda bajêr û gundan kir, piştre derbasî Şaxa Komeleyên Çanda Elewiyan a Semsûr a ku Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ve hatiye avakirin lê ye bû. Li vir di navbera şandeyê û welatiyên ku sersaxî ji gel re xwestin de diyalog pêk hatin. 
 
‘ERDOGAN JI BO DENGAN TÊ, JI BO GEL NAYÊ’
 
Jineke ku bang li Ahmet Turk kir wiha got: “HDP nebûya niha em têk çûbûn. Li me xwedî derdikevin. Xwedê ji wan razî be. Dewlet carekê hatiye. Erdogan ji bo dengan tê lê ji bo gel nayê.” 
 
AHMET TURK: DI FERQA KARESATÊ DE JÎ NÎNIN
 
Şandeya ku bi welatiyan re sohbeta xwe berdewam kir daxuyanî da. Ahmet Turk ê ewilî axivî, diyar kir ku gel bi karesateke mezin re rû bir û ye û wiha got: “Bi tenê di lêkolîna me ya li cihekî weke Semsûrê de bi 10 hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê mixabin haya waliyê vê derê ji gel nîne û daxuyaniyeke ‘em hinek hejiyan, tiştekî zêde nîne’ da. Waliyê vê derê di ferqa karesatê de jî nîne. Dema  em hatin vir yek mirov tune bû, têkildarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yek kes nebû. Lê me ev rastî dît. Ne tenê gelê me, ji her derê Tirkiyeyê mirov hatin vir û alîkarî kirin. Bi taybetî saziyên sivîl ên civakî, partiyên me yên çepgir, HDP’ê hewl dan ji roja ewil bigihin. Lê dewletê hewl da wan asteng bike. Ev hewldan hêj didomin.”
 
‘KARESATA DESTHILATÊ AFIRANDIYE MEZINTIR E’ 
 
Turk, bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li ser Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bazarcixê û wiha berdewam kir: “Dest danîn ser cihên ku hevalên me lê alîkarî kom dikirin. Qeyûm tayînî wir jî kirin. Em dizanin ku karesat çiqas mezin e. Karesata dewletê afirandiye ji karesata vê erdhejê mezintir e. Ev desthilat hikumet bi rojan bêhestiyar man. Ji ber ku li benda fermana yek zilamî bûn gelek saziyan xebatên xwe sekinandin. Dema mirov di bin kavilan de bûn du rojan tu xebat nekirin. Vaye ev felaket felaketa herî mezin e.” 
 
GUNAY: DESTHILATA KU DIXWAZE ENKAZAN BIAFIRÎNIN
 
Ebrû Gunay jî diyar kir ku desthilat weke li her derê li Semsûrê jî di dema xwe de mudaxile nekir û mirov di bin kavilan de hiştin û wiha got: “Kesên ji bin kavilan xelas bûn jî mehkûmî birçîtî tîbûnê û sarmayê kirin. Ji destpêkê ve me weke partî hewl de alîkariya her derê bikin û ji bo pêdiviyan pêşwazî bikin bûn seferber. Em li hemû bajaran bûn. Me bi hevalên xwe yên dilxwaz re xebat meşandin.”
 
Gunay, da zanîn ku heke qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê nehatibûna kirin ne ji zû ve birîn derman kiribûn û wiha berdewam kir: “Me di van 12 rojan de dît ku desthilat birînan derman nake. Ev jî têre nake alîkariyan asteng dike. Desthilateke ku dixwaze enkazên nû biafirîne heye. Em careke din ji Semsûrê dibêjin weke HDP em ê van hewldanên xwe bi koordînasyonên xwe yên krîzê, Kongreya Civaka Demokratîk, Kongreya Demokratîk a Gelan, DBP'ê, hemû pêkhateyên xwe, hemû kongreyên xwe bidomînin. Em ê bi erdhejê re vê desthilatê bi hev re bişînin.”
 
MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin
 

Sernavên din

01/07/2023
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin