‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’

img
STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku firotina konan ji hêla Heyva Sor a Tirk ve sûc e û wiha gotin: “Ev yek, berhema zîhniyeta îktîdarê ye ku welêt weke şîrket û gel jî weke mişterî dibîne.” 
 
Li gorî daneyên fermî; di encama erdhejê de zêdetirî 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehhezaran kes birîndar bûn û bi sedhezaran kes jî bêmal man. Di dema erdhejê de AFAD û Heyva Sor a Tirk dereng çûn herêmên erdhejê û rê li ber bertekeke mezin vekir. Heyva Sor ku yek ji kevintirîn saziya alîkariyê ya Tirkiyeyê ye, di roja 3’yemîn a erdhejê de, bi bihayê 46 milyon TL’an kon firotin saziya sivîl a bi navê Ahbap’ê. Vê yekê bertekên heyî hîn mezintir kir. Bertekên li dijî Heyva Sor hêj berdewam in û banga îstîfayê ji bo serokê wê Kerem Kinik tên kirin. 
 
Nûnerên partiyên siyasî jî bertek nîşan dan û diyar kirin ku firotina konan ji hêla Heyva Sor ve sûc e. 
 
ŞIBAND ŞÎRKETA BAZIRGANIYÊ
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Îlknûr Bîrol diyar kir ku peywira Heyva Sor ew e ku di rewşên karesatan de pêdiviyên cihê mayînê û lojîstîkî yên gel pêşwazî bike û wiha got: “Firotina konên dê bo herêmên erdhejê bihatina şandin, bêexlaqî ye. Heyva Sor mîna şîrketeke bazirganiyê tevdigere. Heyva Sor a ku diviyabû bi hezaran kon di dest de hebûna, di roja ewil a erdhejê de mîna şîrketeke bazirganiyê kon firotine. Ev zîhniyeta ku Heyva Sor bi xizmên xwe dagirtine û veguherandine şîrketê, xeta fayê ya erdhejê ya sereke ye. Berhema zîhniyeta îktîdarê ye ku welêt weke şîrket û gel jî weke mişterî dibîne. Ev zîhniyet bû sedema mirina bi hezaran kesan, bûn sedema birîndarbûna bi dehhezaran. Her kesê li dijî zîhniyeta rantê têdikoşe, dibe hedef îktîdarê. Di vê pêvajoyê de jî hewl didin her kesî bêdeng bikin. Îktîdar, di bin kavilên erdhejê de ma. Di esasê xwe de ya ku divê were rakirin û tunekirin, ev zîhniyete ye. Gel dê hesabê bipirse û ew dê di bin kavilan de bimîninin.”
 
POLÎTÎKAYÊN RANTÊ XWE DÎSA NÎŞAN DAN
 
Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) a Stenbolê Fatma Înce jî got ku bi erdhejê re dîsa xuya bû bê ka pergala serdest ji pergala civakî çiqasî dûr e û wiha domand: “Polîtîkayên xwe dispêrin neolîberal û talanê bûn sedema mirina bi hezaran. Li dijî vê yekê gelên me piştevaniyeke mezin pêş xistin, xwe birêxistin kirin û birînên xwe derman dikin. Dewlet bi rojan neçû herêma erdhejê. Di her bûyerekê diyar dibe bê ka saziyên weke Heyva Sor û AFAD’ê li ser ranteke çawa hatine avakirin.”
 
‘KARESATA HERÎ MEZIN GELÊ BI TENÊ HATIBÛ HIŞTIN E’ 
 
Berdevka Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ya Stenbolê Melîs Akyurek jî anî ziman ku piştî erdhejê gelek pirsgirêk derketin holê û çavdêriyên xwe wiha vegot: “Li herêmên erdhejê dewlet, AFAD û Heyva Sor tune bûn. Dema me dîtî ku gel bi tenê hatiye hiştin, wê demê me ferq kir ku mezintirîn karesat ev e. Bi ser erdhejê re hefte derbas bûn lê hêj jî xel li kolanan ser betaniyeyan radizê. Daxwazeke pir zêde ya konan heye. Bi hezaran kon me şandin lê di kêliyê de xelas dibin. Ji ber ku em nikarin ji daxwaza wan re bibin bersiv, em dibêjin ‘tune’ ye. Em di bin vê şermê de difetisin lê di wê navberê de Heyva Sor kon berhev kirine, veşartine û firotine. Ev yek skandal e. Diviya hemû rayedarên Tirkiyeyê îstîfa bikirana. Lê çandeke wiha ya vê îktîdarê nîne. Di ferqê de nînin bê ka sûcekî çiqas mezin kirine. Xelk ne tenê ji ber kavilan lê ji sermayê jî mir. Karesata sedsalê, ev îktîdare bi xwe ye.” 
 
MA /  Esra Solîn Dal

Sernavên din

01/03/2023
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin