Nexweşa penceşêrê ku ji sedî 95 astengdar e di avahiya pirxesar de dimîne

img
MEREŞ - Ji mexdûrên erdhejê Dondu Dogan hem nexweşa penceşêrê û hem jî ji sedî 95 astengdar e. Dogan, nikare di konê de bimîne lewma neçar bûye ku di mala xwe ya pirxesar de bimîne. 
 
Taxa Çogulhan a navçeya Afşîn a Mereşê di erdhejên Mereşê de bandoreke mezin lê çêbû. Li gel erdhejê, her wiha Santrala Enerjiyê ya Termîk a Afşîn-Elbistanê jî li taxê rê li ber hilweşîneke mezin vekiriye. Bi avakirina santalan re hejmara şêniyên taxê daket 949 kesan. Rêxistina Civaka Sivîl a hawirdorparêz Greenpeace diyar kiribû ku qirêjiya hewa ya Afşîn û Elbistanê, 16 qet ser lîmîta Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re ye. Vê yekê li navçeyê rê li ber gelek nexweşiyan vekir. Şêniyên taxê bi sala ye zirareke mezin ji santralan dît, niha jî bi encamên erdhejê re rû bi rû ye. Gelemperiya avahiyên taxê hilweşiyan an jî xesareke mezin gihiştê. Welatiyên ku kon peyda kirine di konan de û yên din jî di malên xwe yên pirxesar de dimînin. 
 
HEM ASTENGDAR HEM JÎ NEXWEŞA PENCEŞÊRÊ YE 
 
Welatiya bi navê Dondu Dogan a 52 salî li Taxa Çogulhanê dijiya, ji ber santralan 3 sal berê bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Her wiha di erdhejê de xesareke mezin gihişt mala wê. Dogan, ji ber hewayê qirêjî yê Çogulhanê koçî Afşînê kir û mala wê xesareke mezin gihiştiyê. Dogan, hevjînê wê, kurê wê, bûka wê, neviyên wê û bi xwîşka xwe ya astengdar re derbasî mala dayika xwe ya li Çogulhanê bû ku di erdhejê de xesareke mezin gihiştiyê û biryara hilweşandinê hatiye dayîn. 
 
Dogan, got ku di erdhejê de nedikariya bimeşe lewma bi alîkariya hevjînê xwe derketiye derve û wiha got: “Hevjînê min Nûrettîn ez dam pişta xwe û derxist. Li Afşînê hemû kes derketibû, herî dawî em derketin. Hat qedexekirin ku em bikevin mala me ya li Afşînê. Xesareke mezin gihiştiye mala li Çogulhanê jî. Lê kon sar in lewma em di mala pirxesar de dimînin. Nikarim bimeşim û destên min nagirin. Di paşerdhejokan de nikarim derkevim. Kon sar in lewma nikarim bimînim. Heke klozet nebe nikarim biçim destavê. Nikarim rakevim. Jixwe ez ji ber hewayê qirêjî bi vê nexweşiyê ketim û niha jî hem av û hem jî hewa qirêjî ye. Ev yek bandoreke neyînî li min dikin.” 
 
LI MALÊ JI ERDHEJÊ DI BIN KONAN DE JI JEHRÎBÛNÊ DITIRSE 
 
Pêdiviya Dogan bi hîjyen, germahiyê, paqijî û daşireke ku bi rehetî bikevê heye. Di bin konan de pêdiviyên wê nayên bicihanîn û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Ez nikarim xwe li ber sermayê bigirim. Weke nexweşek daxwaza cihekî ku bikarim lê bimînim dikim. Heke nexweş nebûma dê min her pêdiviya xwe bi cih bianiya. Nikarim bi tena serê xwe biçim destavê jî. Çendek roj berê boruya sobeyê ji ber hewa ket. Hindik mabû bixeniqiyam. Li malê ji erdhejê, di bin konan de jî ji jehrîbûnê ditirim.” 
 
Hevjînê Dogan, Nûrettîn Dogan jî qelîştekên avahî yek bi yek nîşan da û wiha bertek nîşan da: “Lênihêrîna hevjîna min pir zor e. Yek tiştekî pêdiviya wê pê heye tune ye. Gelo ma nexweşeka penceşêrê dikare bi 5 kesan re di bin heman konê de bimîne? Ji bo konteynirê me serlêdan kir lê nedan. Nexweşa min nikare di bin konê de bimîne. Divê li devereke paqij be û bi rehetî bikare biçe daşirê û bê. Lê yek ji van jî tune ne. Em terkî qedera xwe hatine kirin.” 
 
AVA MALÊ WEKE HERIYÊ DIHERIKE 
 
Yek ji pirsgirêkên din ên Dondu Dogan jî madeyên xwarinê ne. Divê şînkatiyê û berhemên şîr bixwe. Lê tenê xurek jê re tên şandin. Her wiha ava malê jî mîna heriyê diherike. Hevjînê wê Nûrettîn Dogan wiha bertek nîşan dide: “Vaye xurekên ji bo nexweşa penceşêrê tên şandin ev in.” 
 
MA / Yusra Batihan

Sernavên din

11/03/2023
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir
19:36 Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin
16:55 Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
16:46 Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:30 Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
16:01 Jinan li Hatayê zincîra jiyanê çêkirin
15:26 Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
15:01 Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin
14:48 Jinên Botanê meşiyan: Em ê bi ruhê Jin Jiyan Azadî têkoşînê mezintir bikin
13:53 Oluç: Me heta niha tu bazarî nekirine û dê nekin jî
13:36 Başaran: Em ê bi hev re jiyanek nû û civakek komunal ava bikin
13:26 Gerok Ma bi rê ket: Ji bo piştevaniyê em li benda we ne