Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên têkildarî Komkujiya Helebceyê hatin kirin de qurbanî hatin bibîranîn û hate xwestin ku Helebçe weke qirqirina kurd were nasîn. 

Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê di salvegera 35’emîn de  hatin bibîranîn. 
 
ŞIRNEX
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê bi boneya salvegera komkujiya Helebçeyê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê li eywana konferansê sînevîzyonek hat temaşekirin. Di daxuyaniyê de pankarta, “Em komkujiya Helebçeyê tu caran ji bîr nakim” hate vekirin. Parlementerên HDP’ê yên bajêr Hasan Ozguneş, Huseyin Kaçmaz, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçe, rêveberên DBP’ê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û TJA tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘EM Ê JI BÎR NEKIN’
 
Metna daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdûllah Gungen ve hat xwendin. Gungen, diyar kir ku ew ê heta dawiyê tekoşina xwe ya li dijî hişmendiyên qirker bidomînin û got: “Li başûrê Kurdistanê, li bajarê Helebçeyê beriya 35 salan, di 16’ê adara 1988'an de, bi komkujiyeke hovane ruyê mirovahiye nivîsî bû. Balafirên rejima faşîst a Baas bi fermana Saddam Huseyîn ê xwinrêj, bombeyên kimyayî yên jehrbar di ser bajarê Helepçeyê de mirin barandin. Ev tevkuji bi navê ‘Komkujiya Helepçe’ kete dirokê. Komkujiya Helepçê di diroka mirovahiyê de, weke xalek reş cihê xwe girt. Em disa dibêjin çawa me Dêrsim, Geliyê Zîlan, Amûdê, Enfal bi giştî, Taxa Gazî, Ezidî, Şengal, Roboskî û hemû komkujiyên din ên ku bi desté desthilata faşîst hatin serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Helebçeyê jî ji bîr nekin.”
 
Piştre parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş jî got ku ew ê di her keliya tekoşina xwe de ji faîlên komkujiyê kurd re hesab bipirsin.
 
TIFAQA KURDISTANÎ HELEBÇE BI BÎR ANÎ
 
Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanî têkildarî salvegera 35’emîn a Qirkirina Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi serenavê “Hîroşîma Rojhilata Navîn, Qirkirina Helebçe!” hate dayîn de qirkirin careke din hate şermezar kirin. 
 
Daxuyaniya Tifaqa Kurdistanî wiha ye: “Em bîranîna wan şehîdên ku  jiyana xwe ji dest dane re bi rêzdarî serê xwe ditewînin.  Sere gele me sax be. Êş û azarên ne dîtî hatin serê gelê me bi taybetî jî êşa  dayikên me êşa me ye û em ê her tim hîs bikin. Em komkujiyê şermezar dikin. Em ji gelê xwe re ji bo encamên rûdanên çekên kimyewî li ser civakê tenduristiyek, demek xweş dixwazin. 
 
Gelê me di 16’ê Adara 2023’yan de dema komkujiya Helebçeyê bi bîr tînê, di 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê bi du erdhejên mezin re rû bi rû bi karesateke nû hat. Di erdheja ku ji Amedê heta Efrîn-Cindirês pêk hat û bi giranî li Kurdistanê pêk hat, ji hejmarên fermî ku hatin eşkerekirin zêdetir mirî û birîndar hene. Ji gelê me re sersaxiyê. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane re dilovaniya Xwedê, ji malbatên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Û em bang li gelê xwe û saziyên sivîl dikin ku bi gelê me yê herêma erdhejê re bê navber hevgirtina xwe bidomînin.
 
Helebçe yek ji wan birînên ku di dîroka gelê Kurd de nayê pêçandin e. Dîroka gelê me hezkirin eşqa azadî û serxwebûnê ye. Ji aliyekî ve dîroka berxwedanên mezin, serhildan û serkeftin an ji bo azadiyê ye. Li aliyê din Helebçe yek ji van qirkirinan dîroka koçberkirina mezin û ya herî girîng e. Bikaranîna gazên kîmyewî li Helebçe xeleka dawî ya jenosîda ku rejîma Baas a kolonyal a Iraqê di sibata 1986’an de di bin navê Operasyona Enfalê de li dijî gelê me da dest pê kirin. Di encama êrîşên rejîma BAAS’ê yên bi balafirên gaza kîmyewî yên 16’ê Adarê de zêdetirî 5 hezar sivîlên bêparastin jiyana xwe ji dest dan û zêdetirîn10 hezar kes jî birîndar bûn. Û ya herî girîng jî, bi zirarên giran ên ku li mirov û xwezayê çêkiriye, pirsgirêkên mezin ên tenduristî û jîngehê berdewam dikin.
 
Cîhan li hemberî Hîroşîmaya Rojhilata Navîn bêdeng ma! Wê rojê, erê, di wê roja dîrokî de, li Rojhilatê Cîhanê tu bertek nehat nîşandan. Ji ber ku ew hevalbendên Saddam bûn. Li cîhana Rojava bertekên pir û pir qels hebûn. Ne tenê Yekîtiya Sovyetê, Çîn, DYA û YE’yê jî li hemberî komkujiya Helebçeyê bê dengiya xwe ecibandin.  
 
Her wiha dema ku rejîma Seddam qirkirina Enfalê didomand, di Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya ku di 26-29’ê çileya 1987’an de li Kuweytê hat li dar xistin de tu bertek nîşanî qirkirinê neda. Di rastiyê de Rêxistina Hevkariya Îslamî ku tenê sê roj piştî komkujiya Helebçeyê li hev civiyan, lê dîsa bêdeng man. Cîhan li hemberî Hîroşîmaya Rojhilata Navîn bêdeng ma. Bi gotineke din, gelê me di cîhanê de bi tene, bi serê xwe bû, dema ku rastî wê qirkirina mezin hat!
 
Em dibînin ku kolonyalîst di her firsendê de israr dikin ku statuya heyî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava ji holê rakin, an jî bi kêmanî qadên bandor û desthilatdariya xwe teng bikin. Ji ber ku Tirkiye di rojên pêşiyê de ku yek ji mezintirîn erdhejên dîroka xwe rû da, êrîşên xwe yên li ser Rojava ranewestand. Metirsiya zext, koçberkirin û qirkirinê li ser gelê me li çar parçeyan didome.
Wek Xebata Tifaqa Kurdistanî; Li dijî vê metirsiyê em bang li konevaniya kurd û gelê xwe dikin, bi taybetî desthilata Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava ku bi yekdengî û bi hev re tevbigerin. Em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê û raya giştî dikin ku di vê dema aloz de bi gelê me re hevgirtina xwe çêbikin, bidomînin. Bimrê konevaniya kolonyalîzm û qirkirinê!”
 
ÊLIH 
 
Rêxistina HDP’a Êlihê il ber avahiya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Helepçe nayê ji bîr kirin” hate vekirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, Platforma Ked û Demokrasiyê, rêxistinên bajêr ên HDP’ê, DBP’ê û Partiya Kesk a Çep û gelek welatî beşdar bûn. 
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Êlihê Sedef Ozdemîr a metna çapemeniyê xwend wiha got: “Em Komkujiya Helepçeyê û qêrîna zarokan a ‘Dayê bêhna sêvan tê’ ji bîr nakin. Em kesên ku ji bo li ser kurdan bi ceribîne çekên kîmyewî dan Rejîma Saddam û kesên Komkujiya Helepçeyê ji nedîtî ve hatin jî ji bîr nakin.”
 
‘NEKARÎN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BIQEDÎNIN’
 
Ozdemîr, anî ziman ku komkujiyê nekarî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd biqedîne û wiha got: “Kesên ji vê dîrokî ders negirtine bi heman awayî îro li Efrînê û Serêkaniyê êrişî gel dikin. Hişmendiya duh li Helepçeyê li dijî tekoşîna rewa çekên kîmyewî û biyolojîk bikaranîn îro li Roboskê, Enqereyê, Pirsûsê, Kobanê û Kurdistanê komkujiyan pêk tînin. 
 
Ozdemir diyar kir ku îro salvegera komkujiya Beyazit a di 16’ê Adara 1978’an de ye û di encama êrişa bombeyî ya li Zanîngeha Stenbolê de 7 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku failên komkujiyê di bîra gelan de wek lekeyeke reş mane 
 
ÎHD: BILA WEKE ROJA QIRKIRINA KURD WERE NASÎN
 
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 35’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’a komkujî şermezar kir, bal kişand ku ji Komkujiya Enfalê heta niha kurd hêj di bin gefan de ne. 
 
ÎHD’ê ragihand ku biryar daye 16’ê adarê ya weke Komkujiya Helepçeyê tê zanîn li Tirkiyeyê weke “Roja Qirkirina Kurdan” bê naskirin û xwest ku Komara Tirkiyeyê vê qirkirinê nas bike. 
 
‘ENFAL SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
 
Şaxa ÎHD’a Amedê jî têkildarî salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’ê diyar kir ku sûcên di çarçoveya Operasyona Enfalê de hatine kirin qirkirinin û wiha got: “Me qirkirina bi operasyona Enfalê pêk hatî 35 sal in ji bîr nekir û ji bîr nakin. Em kesê di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
STENBOL
 
Şaxa ÎHD’a StenboLê jî têkildarî Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’a ku komkujî şermezar kir, destnîşan kir ku tevî di peymanên navnetewî de polîtîkayên qirkirinê hatine qedexekirin jî îro hêj li dijî gelê kurd çekên kîmyewî tên bikaranîn. 
 
DIVÊ TIRKIYE QIRQIRINÊ NAS BIKE
 
ÎHD’ê bal kişand ku polîtîkayên şer ji bilî gelê kurd ji bo hemû mirovahiyê xetereyeke û bang kir ku di serî de Komkujiya Helepçeyê ji bo hemû sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin mekanizmaya daraza navnetewî bikeve meriyetê. ÎHD’ê da zanîn ku ji bilî Iraqê gelek dewletên cîhanê ev komkujî weke qirqirin nas kiriye û bang li dewleta tirk kir ku vê qirkirinê nas bike û hemû mirov li dijî komkujiyan têbikoşin. 
 
 
 
 

Sernavên din

17/03/2023
14:38 Cizîra Botan wê li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bike
14:37 Dosyayên parêzbendiyan ên 3 parlamenteran şandin Meclisê
13:33 Buldan: Derfet heye ku em vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin
13:07 Sancar: Em ê bi avakirina jiyana nû re hesab ji berpirsiyarên felaketê bixwazin
12:57 Rojnamevan Yildirim hate berdan
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir