Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di heyama 20 salên desthilatdariya AKP'ê de li bajarên bakurê Kurdistanê gelek zarokên kurd ji aliyê leşker û polîsan ve hatin kuştin, îşkencekirin û birîndarkirin. Kujer û tawanbaran ji ber bûyerên ku kirine tu ceza negirtin û zarokên bi îşkenceyê re rûbirû man hatin cezakirin.
 
Li navçeya Licê ya Amedê zarokê bi navê Y.D. (14) di 21’ê Adarê de bi şev dema bi hevalê xwe yê 10 salî re vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve tê sekinandin û paşê revandin û îşkence lê kirin. Zarokê bêsedem revandin ewilî birin zeviyeke tena ya li ser rêya gund. Dû re polîsan li Y.D. ferz kirin ku bêje tirk e û bi gotina “Çêrî kurdan bike, sirûda Îstîklalê bixwîne” li wî dan. Polîsan dev, dest û lingên zarokê ku bi îşkenceyê anîn ber mirinê girêdan û danîn nav çirava li kêleka çem. Zarokê ku di tariya şevê de gundiyek pê hesiya û ew rakirin nexweşxaneyê, xetereya wî ku çavekî xwe winda bike heye. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser belavbûna bûyerê derbarê polîsan de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Li bajarên bakurê Kurdistanê gelek bûyerên îşkenceyê diqewimin. Lêpirsînên ku hatin destpêkirin an nehatin biencamkirin an jî kiryar nehatin cezakirin. Her çiqas hatibin cezakirin jî cezayên mîna “xelatkirinê” li wan hatin birîn. Li naverastên kolanên bakurê Kurdistanê her tim îşkence xwe radixe ber çavan û ev yek helwesta dewletê ya li hemberî zarokên kurd jî nîşan dide. 
 
Me bûyerên îşkence, qetilikirin û birîndarkirina li dijî zarokên Kurdistanê di salên dawî de berhev kir. 
 
DERBARÊ LEŞKERAN DE TIŞTEK NEHAT KIRIN
 
Li gundê Sorê yê bi ser navçeya Geverê ya Colamergê ve di 22’yê cotmeha 2022’yan de zarokê bi navê M.A. yê 16 salî bi tundiya leşkeran re rûbirû ma û hat binçavkirin. M.A. piştre hat berdan. Tevî ku giliyê bûyerê hatiye kirin jî heta niha tu encam jê derneketiye. 
 
LI SER SÎNORÊ ROJAVA ÎŞKENCE 
 
Di 24’ê tebaxa 2021’ê de li ser sînorê Qamişlo û bakurê Kurdistanê yek jê zarok 3 kesên dixwestin derbas bibin bi îşkencekirina leşkeran re rûbirû man. Leşkeran bi hesinan li Elî Salih (32), S.M. (17) û Mihemed Mihemed (30) dabûn û ceyranê dabûn canê wan. Piştî leşker eşyayên welatiyan desteser dikin, wan di ser dîwarê 5 metre bilind e diavêjin aliyê din ê sînor. 
 
Her wiha di 18’ê tebaxa 2021’ê de saet li 03:00’yan li ser sînorê Dirbêsiyê û bakurê Kurdistanê leşker îşkenceyê li E.S. (16) û M.S.M. (17) kirin. Têkildarî van her du bûyeran jî tu lêpirsîn nehat destpêkirin. 
 
DOZ LI ZAROKAN HAT VEKIRIN 
 
Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armuşê ya Wanê di 15’ê Sibata 2019’an de bi îdiaya dê çalakî bikin sê zarok hatin binçavkirin û li qereqola polîsan îşkenceyek dijwar li wan hatibû kirin. Ji bo zarokan serî li dozgeriyê hat xistin û lêpirsîn hat destpêkirin lê tevî ku 5 dozger guherîn jî tu pêşketin çênebû. Lê li şûna îşkencekaran derbarê her sê zarokan de doz hat vekirin û ji 10 salan heta 26 salan ceza hat xwestin. 
 
KUŞTINA KAZANHAN 
 
Di 14’ê çileya 2015’an de polîsan gule li zarokên dilîstin reşand û Nîhat Kazanhan ê 12 salî hat qetilkirin. Doz hat vekirin. L sê polîsan cezayê 5 mehan hat birîn û polîsek jî hat beraetkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn cezayê li polîsan hatiye birîn hindik dît û biryarê xera kir. Doz hê jî berdewam dike. 
 
BERATÊ DAN QETILKIRINA BI 13 GULEYAN 
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004'an de polîsan gule li Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî reşandin û hatin qetilkirin. Ûgûr Kaymaz bi 13 guleyan hat qetilkirin. Polîsên bi navê Mehmet Karaca, Yaşafettin Açıkgoz, Seydî Ahmet Dongel û Salîh Ayaz hatin girtin û darizandin paşê jî hatin beraetkirin. 
 
CEZA NEHAT XWESTIN 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 6’ê çileya 2015’an de polîsan gule li koma ku operasyonan şermezar dikir barandin. Di encama êrişê de gule li Ûmît Kurt ê 14 salî ket û jiyana xwe ji dest da. Her çiqas doz li polîs M.Ş. hatibe vekirin jî lê heta niha tu ceza lê nehatiye birîn. 
 
Di raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de, bûyerên îşkence, kuştin û birîndarkirinê yên li bakurê Kurdistanê hatin eşkerekirin. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ragihand ku di navbera salên 2017-2021'an de li bajarên bakurê Kurdisatnê herî kêm 132 zarok hatine kuştin û 385 zarok jî birîndar bûne. Di heman raporê de hat ragihandin ku herî kêm 71 zarok vi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane. Ji wan 29 heb di binçavan de, 8 heb di girtîgehan de û 34 jî li derveyî cihê binçavkirinan de qewimîne. 
 
Li gorî raporê hin bûyerên îşkence ango tundiya li zarokan hatiye kirin wiha ne: 
 
"* Di 29’ê nîsana 2015’an de li navçeya Geverê ya Colomergê polîsan bi guleyên plastîk êrişî ciwanan kir û zarokê 12 salî ji linge xwe gule xwar û birîndar bû. 
 
* Di 14’ê gulana 2015’an de li taxa Yafesê ya Cizîra Şirnexê polîsan êrişî zarokên li eraziyê vala bi xarê dilîstin kir û polîsan guleya plastîk li şavê M.A. yê 8 salî xistin û birîndar kirin. 
 
* Di 4’ê hezarîna 2015’an de li navçeya Avkevir a Agiriyê polîsan bi hinceta ku M.T. (15) û S.D. (16) egal li stûyê xwe pêçane îşkence kir û heqaret li wan kirin. 
 
* Di 1’ê tîrmeha 2015’an de li gundê Robosiya Qilebana Şirnexê leşkeran êrişî welatiyên ku bertek nîşanî sewqiyata leşkeran dan kir û zarokên S.E., Y.E., S.E. û U.E. kirin binçavan û îşkence li wan kirin. 
 
* Di 4’ê îlona 2015’an de polîsan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê îşkence li D.O. ê 15 salî kirin. 
 
* Di 16’ê îloana 2015’an de li navçeya Wêranşara Rihayê polîsan bi ser malekê de girt û ewilî gule li malê reşandin û paşê jî îşkence li zarokên 12 û 13 salî kirin û çek xistin serê wan. 
 
* Di 10’ê cotmeha 2015’an de li taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê polîsên tîmên taybet bi ser taxê de girtin û gule li derdorê reşandin û di encama gulebaranê de zarokê bi navê O.C. ê 16 salî ji linge xwe birîndar bû. Her wiha polîsan li zarokên bi navê S.Î. (17) û Y. (16) dan û îşkence li wan kirin.
 
* Di meha gulana 2020’an de li konutên li taxa Firata Nisêbîna Mêrdînê polîsan da ser zarokê bi navê B.E. yê 8 salî û bi çekê gef lê xwarin û gule berdan hewayê. 
 
* Di 28’ê sibata 2021'an de maşîneyua zirxî ya polîsan da ser zarokan û di dîmenan de hat xuyakirin zarok ji bo ku di bin de neperçiqin direvin. Serdozgeriya Komarêya Êlihê di şûna derbarê polîsên dane ser zarokan lêpirsîn bide destpêkirin lê derbarê rêxistina HDP’ê ya Êlihê de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
* Di 13’ê gulana 2021'ê de li taxa Cûdî ya Elihê polîsan û bekçiyan bi hêceta ku zarokê bi navê V.S. ê 15 salî derketina qedexeya derve ya tevdîrên vîrûsa koronayê binpê kiriye, zeft kirin û îşkence lê kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê polîs rapora “saxlem” da V.S. û tevî dîmenan jî rapor îşkenceyê amade nekir. Serdozgeriya Êlihê derbarê polîs, bekçî û doktor de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
* Di 19’ê gulana 2021'ê de li taxa Sogutlu ya Hezexa Şirnexê bekçyan îşkence li Emre Sabur (19) û K.E. (16) kirin û heta serê sibehê wan di binçavan de hiştin. Paşê jî radestî malbatên wan kirin. Malbatan paşê zarokên xwe bir nexweşxaneyê û rapora lêdanê wergirt  û derbarê polîs û bekçiyan de gilî kir. 
 
* Di 20’ê adara 2022'yan de li taxa Xaçortêy a Wanê polîsan îşkence li E.P. ê 15 salî jî di nav de li 4 kesan kirin û ew kirin binçavan. 8 roj di binçavan de hatin hiştin. Sê kes hatin girtin û zarokê 15 salî jî bi şertê kontrola edlî berdan. 
 
* Di 31’ê kanûna 2022'yan de li taxa Dîcleyê ya Nisêbîna Mêrdînê polîsan bi hinceta ku B.K. (16) û Huseyîn G. (18) cilên netewî li xwe kirine û dema ji daweta xizmên xwe vedigeriyan li wan da û heqaret li wan kirin. Dîmenên vê kêliyê ji aliyê kameraya kargehekê ve hatibûn girtin. Li ser belavbûna dîmenan Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê derbarê polîsan de derbarê polîsan de lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên polîsên bi navê Alî A., Fatîh Ş., Naîm K. û Murat Y. hatin girtin. 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

29/03/2023
09:48 Li Girtîgeha Bolûyê înfaza 12 girtiyan 30 caran hate şewitandin
09:03 Mehmet Ocalan: Em di 4'ê Nîsanê de li benda her kesî ne
09:03 Rojnameger Germiyanî: Ger neft ji destê Herêma Kurdistanê biçe dê tu qadên wê yên aborî nemînin
09:03 Ji berpirsên rûxandina Nûrdagiyê Yûnûs Kaya di 4 rojan de 85 wesayîtên xwe firotine
09:02 ‘Semsûr bi tenê hat hiştin, ji bîr nekin'
09:02 Li Semsûrê piştî ku tûtin di bin kavilan de ma fiyetê wê ji sedî 100 biha bû
09:00 ROJEVA 29’Ê ADARA 2023’YAN
28/03/2023
22:46 Li nêzî Hewlêrê ÎHA'yek ket
21:13 Li ber şaredariya AKP'î xwe û hevjîna xwe şewitand
19:27 Maseya Fikrê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:01 Tanriverdî piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:57 Îdianameya 16 jê girtî 20 rojnamegeran hate amadekirin
15:46 Doza belgefîlma Bakur hate taloqkirin
15:26 Tevî biryara bêçalaktiyê jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne
15:24 Komîsyona Lihevkirinê ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civiyan
15:20 Hewldana ji bo Roboskê Edalet daxwaza edaletê kir
14:59 Sancar: Êdî dawiya îktîdara AKP-MHP’ê tê
14:57 Platforma Parastina Bajêr: Li dijî tiryak û fihûşê bi awayekî hevkar têbikoşin
14:28 Berdana rojnamevan Oynaş cara 4’emîn hate astengkirin
14:10 Polîsên Perûyê: Dê 2 tonên kokaîna hatiye desteserkirin ji Tirkiyeyê re bihata şandin
14:08 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
13:49 Qamyona bar li nivîskarê Evrenselê Ozcan Yaman da
13:48 Berdana rojnamevan Tûray 3 mehan hate taloqkirin
13:36 Di mirina biguman a Ekîncî de hemû daxwaz hatin redkirin
13:32 Rapora 2022’yan a Rêxistina Efûyê: Li binpêkirina mafan krîza maliyeta jiyanê zêde bû
12:42 Fehîm Korkmaz: Gelê kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike
12:28 Li Licê îşkenceya li zarok hate kirin: 2 polîs hatin berdan
12:17 Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinê banga ‘peywîrê bigire’ kir
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Newroz Ehmed: 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin
11:18 Îfadeyên leşkeran piştrast kirin ku Şîban û Turgut ji helîkopterê hatine avêtin
11:11 Li GGM’ê êrişa zayendî lê hat kirin: Bi faîlan re li heman cihî tê ragirtin
10:56 Derbarê kesê çavên wî nabînin de îdianame amade kirin: Pirtûkên rêxistinê dixwîne
10:02 Bi hinceta ‘ji bilî malbatê ji kesên din re name dişîne’ nayê berdan
09:18 Mexdûrên erdhejê: Bes e bila ev desthilat biçe
09:05 Parêzerê Elaraslan a hat qetilkirin: Nîşaneya herî zelal a binpêkirina mafên mirovan e
09:03 6 meh in dermanan nadin girtiyên nexweş!
09:02 Rojnameger Hesen: Li Efrînê êdî tirsa gel şikestiye
09:02 Ewilî erdhejê û bi dû re jî baranê li mişmişên Meletiyê xist
09:02 Endama DÎB'ê: Helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e
09:00 28'Ê ADARA 2023'YAN
27/03/2023
20:58 KCK'ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê taloq kir
19:35 KESK'ê serdana fitariya malbata Şenyaşarê kir
18:16 Li Mereşê erdhej çêbû
16:52 Li Colemêrgê malbatên şer kiribûn daxwaza darizandina adilane kirin
16:22 Li Almanyayê greva mezin: Hatin û çûn hate sekinandin
15:51 3 DAIŞ’î li Diyalayê hatin girtin
15:44 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê pergala AKP-MHP’ê têk bibin
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin