OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin

img
AMED - OHD’ê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û wiha got: “Divê cezayê heta heta yê ku bi qest kirina jiyana birez Ocalan bûye zagon bê rakirin. Em daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan careke din tînin ziman.”
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 25’ê adara 2021’an ve agahî jê nayê girtin, li Şaxa xwe ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên OHD’ê yên Navenda Giştî, Şaxên OHD'ê yên Amedê, Îzmîr û Rihayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniyê yên Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re yên Med’ê (MED TUHAD-FED), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevberdevka Navenda Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul metna daxuyaniyê xwend. 
 
Ergul, destnîşan kir ku Tirkiye di dîroka Komara xwe de krîza herî civakî, siyasî, aborî û çandî dijî. Ergûl da zanîn ku dema ku hikumet hewl dide qeyrana piralî ya heyî li gorî krîzên cîhanî pênase bike û bi polîtîkayên Rewşa Awarte bitepisîne. Ergul wiha domand: “Bi krîza mirovî ya ku piştî erdhejê derket holê, rewabûna desthilatdariya siyasî ya ku bi temamî zemîna xwe ya hiqûqî winda kiriye, dîsa hejand. Li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê ku nîqaşa hiqûqê bi temamî hate rawestandin, tecrîdên ku li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din, veguherî rewşa bi nêzîkatiyên çareserî û neçareseriyê yên pirsgirêka kurd ve girêdayî. Berdewamiya siyaseta bêçareseriyê di her serdemê de tecrîd û qeyran kûrtir kiriye. Serdemên ku li Îmraliyê rêyên hevdîtin û diyalogê yên bi Ocalan re hatin vekirin, serdemên ku çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê dihat nîqaşkirin, çanda demokrasiyê bilind dikir.”
 
BAL KIŞANDIN SER RAPORA CPT’YÊ
 
Ergul, bi lêv kir ku li aliyê din Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê rapora serdana xwe ya Gulana 2019’an tam piştî 15 mehan eşkere kir. Ergul da diyar kirin ku CPT’yê şert û mercên Girtîgeha Tîpa F a Gravê weke pêkanînên dijmirovahî pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “CPT’yê bang li desthilatdariya siyasî kir û bi bîr xist ku divê Ocalan bi cîhana derve re têkeve nava têkiliyê. Herî dawî CPT di serdana xwe ya li Tirkiyeyê ya di navbera 20-29’ê Îlona 2022’yan de çû Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê, lê hêj rapora xwe eşkere nekiriye. Tevî hemû hewldan û serlêdanên me jî tam 2 sal in em nikarin ji birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş xeberê wergirin. Ji Abdullah Ocalan ku 24 sal in di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî nayên girtin.” 
 
‘DIVÊ  CEZAYÊ HETA HETAYÊ BÊ RAKIRIN’
 
Ergul, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê careke din dubare dikin ku em vê rewşê qebûl nakin û niha pê de jî qebûl nakin. Ev îtîrazên me ji bo betalkirina qanûn û pêkanînên îdame û cudaxwaz û tecrîda giran a li ser birêz Ocalan e. Divê cezayê heta heta yê ku bi qest kirina jiyana birez Ocalan bûye zagon, bê rakirin. Em daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan careke din tînin ziman.”
 
 

Sernavên din

29/03/2023
09:48 Li Girtîgeha Bolûyê înfaza 12 girtiyan 30 caran hate şewitandin
09:03 Mehmet Ocalan: Em di 4'ê Nîsanê de li benda her kesî ne
09:03 Rojnameger Germiyanî: Ger neft ji destê Herêma Kurdistanê biçe dê tu qadên wê yên aborî nemînin
09:03 Ji berpirsên rûxandina Nûrdagiyê Yûnûs Kaya di 4 rojan de 85 wesayîtên xwe firotine
09:02 ‘Semsûr bi tenê hat hiştin, ji bîr nekin'
09:02 Li Semsûrê piştî ku tûtin di bin kavilan de ma fiyetê wê ji sedî 100 biha bû
09:00 ROJEVA 29’Ê ADARA 2023’YAN
28/03/2023
22:46 Li nêzî Hewlêrê ÎHA'yek ket
21:13 Li ber şaredariya AKP'î xwe û hevjîna xwe şewitand
19:27 Maseya Fikrê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:01 Tanriverdî piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:57 Îdianameya 16 jê girtî 20 rojnamegeran hate amadekirin
15:46 Doza belgefîlma Bakur hate taloqkirin
15:26 Tevî biryara bêçalaktiyê jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne
15:24 Komîsyona Lihevkirinê ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civiyan
15:20 Hewldana ji bo Roboskê Edalet daxwaza edaletê kir
14:59 Sancar: Êdî dawiya îktîdara AKP-MHP’ê tê
14:57 Platforma Parastina Bajêr: Li dijî tiryak û fihûşê bi awayekî hevkar têbikoşin
14:28 Berdana rojnamevan Oynaş cara 4’emîn hate astengkirin
14:10 Polîsên Perûyê: Dê 2 tonên kokaîna hatiye desteserkirin ji Tirkiyeyê re bihata şandin
14:08 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
13:49 Qamyona bar li nivîskarê Evrenselê Ozcan Yaman da
13:48 Berdana rojnamevan Tûray 3 mehan hate taloqkirin
13:36 Di mirina biguman a Ekîncî de hemû daxwaz hatin redkirin
13:32 Rapora 2022’yan a Rêxistina Efûyê: Li binpêkirina mafan krîza maliyeta jiyanê zêde bû
12:42 Fehîm Korkmaz: Gelê kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike
12:28 Li Licê îşkenceya li zarok hate kirin: 2 polîs hatin berdan
12:17 Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinê banga ‘peywîrê bigire’ kir
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Newroz Ehmed: 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin
11:18 Îfadeyên leşkeran piştrast kirin ku Şîban û Turgut ji helîkopterê hatine avêtin
11:11 Li GGM’ê êrişa zayendî lê hat kirin: Bi faîlan re li heman cihî tê ragirtin
10:56 Derbarê kesê çavên wî nabînin de îdianame amade kirin: Pirtûkên rêxistinê dixwîne
10:02 Bi hinceta ‘ji bilî malbatê ji kesên din re name dişîne’ nayê berdan
09:18 Mexdûrên erdhejê: Bes e bila ev desthilat biçe
09:05 Parêzerê Elaraslan a hat qetilkirin: Nîşaneya herî zelal a binpêkirina mafên mirovan e
09:03 6 meh in dermanan nadin girtiyên nexweş!
09:02 Rojnameger Hesen: Li Efrînê êdî tirsa gel şikestiye
09:02 Ewilî erdhejê û bi dû re jî baranê li mişmişên Meletiyê xist
09:02 Endama DÎB'ê: Helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e
09:00 28'Ê ADARA 2023'YAN
27/03/2023
20:58 KCK'ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê taloq kir
19:35 KESK'ê serdana fitariya malbata Şenyaşarê kir
18:16 Li Mereşê erdhej çêbû
16:52 Li Colemêrgê malbatên şer kiribûn daxwaza darizandina adilane kirin
16:22 Li Almanyayê greva mezin: Hatin û çûn hate sekinandin
15:51 3 DAIŞ’î li Diyalayê hatin girtin
15:44 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê pergala AKP-MHP’ê têk bibin
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin