Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e

  • rojane
  • 10:29 10 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku niha girtî ye, biryara bêçalakitiyê ya KCK’ê weke helwesteke exlaqî û polîtîk nirxand û wiha got: “Di rewşeke wiha de ku êş û wêraniyeke mezin heye û gel di nava serferberiyê de ye, rewşa civakê li ber çavan hatiye girtin û biryareke rast e.”
 
Wezareta Karên Hundir di 19’ê tebaxa 2019’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qeyûm tayîn kir û Hevşaredar Selçûk Mizrakli di 22’yê cotmehê de hate girtin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê da Mizrakli. Cezayê Mizrakli li Dadgeha Edlî ya Herêmî ya Amedê hate erêkirin û şandin Dadgeha Bilind. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî cezayê li Mizrakli hatiye birîn derqanûnî nirxand û dosya dîsa li dadgehê vegerand. Li ser biryarê, dadgeha herêmî dîsa dest bi darizandina Mizrakli kir û pêvajoya darazê didome. 
 
Mizrakli ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, têkildarî rojevên heyî bi ajansa me re axivî. 
 
DÎROKA DARBEYAN 
 
Mizrakli, dîroka siyasî ya Tirkiyeyê weke “dîroka darbeyan” pênase kir û wiha got: “Hinek ji van darbeyan leşkerî ne û yên din jî ji hêla derdorên bi kravat, bi unîforma û bicubbe hatin kirin. Lewma ji girtina parlamenteran a li pêşiya Meclisê heta roja me, gelek mînakên derhiqûqtî li dijî siyasetmedarên kurd tên kirin. Tayînkirina qeyûman û girtin jî weke teserûfa aqilê kûr xuya dike. Bawerim hewcehî bi gotineke din nîne.”
 
TEKOŞÎNA DEMOKRATÎK DÊ AZAD BIKE 
 
Bi domdarî Mizrakli got ku ji roja damezirandina komarê heta niha siya siyaset-îktîdarê tu carî li ser hiqûqê kêm nebûye û ev nirxandin kir: “Ji dîwana Alî’yan (Sê Alî) ku di damezirandina komarê de Şêx Seîd Efendî û hevalên wî darizandin heta 49’an, yên di 12’ê Adarê de DDKD’yî darizandin heta roja me tu tiştek kêm nebû. Heman rewş ji Darbeya Mijdarê heta roja me doza girtina HDP’ê û doza Kobanê didome. Biryara girtin û berdana me daraz nade. Pêvajoyeke kompasê ye ku ji jor ber bi jêr ve pir bi organîze ye. Weke ku min di danişînan de jî anî ziman; em bi dozên ‘Dreyfus’ ên sedsala 20’an ve rû bi rû ne. Lewma ya ku dê hem girtîgehan hem jî derve azad bike, têkoşîna demokratîk û gel e. Bo vê jî pir kêm ma ye.” 
 
HILBIJARTINÊN 14’Ê GULANÊ
 
Di berdewamê de Mizrakli biwêja “Gule li lingê xwe xist” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îktîdar; heta pergala parlamentoyê ku mirov nikara jê re bibêje demokrasî jî dorpêç kir. Hemû qadên ku siyaseta kurd bêhnê jê distîne digire û hewl dide di bin navê ‘terorê’ de krîmînalîze bike. Tu eleqeya van hewldanan bi pêşketinên civakî û hewldanên lihevkirinên siyasî nîne. Kesên xwedî van merîfetan ne dikarin bibin welatparêz û ne jî aştîhez. Heke gelek ketibe rêya demokrasî, azadî û aştiyê, tu hêz nikarin pêşî lê bigirin. Heke rê nebîne teqez rêyekê çêdike û xwe digihîne hedefa xwe. Em jî dê bibin şahidên vê.” 
 
Têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê jî Mizrakli ev tişt anî ziman: “Tifaqa Ked û Azadiyê pir girîng e. Di serdema nû de ji bo çareserkirina pirsgirêkên esasî, platformeke siyasî ya bibandor e. Li Kurdistanê Tifaqa Kurdî ji bo yekitiya neteweyî û pêşketinên li parçeyên din; Tifaqa Ked û Azadiyê jî dibe xala hevpar a tevan. Tirkiye tenê bi çareserkirina pirsgirêkên ev sed sal in nehatine çareserkirin re dikar pêş bikeve. Her çareserî jî dê bandorê li hemû herêman bike. Dê tifaq hem li Meclisê hebûna xwe xurtir bike û hem jî li derveyî Meclisê di têkoşîna jin, ciwan, ekolojî û kedê de cih bigire û bandora xwe zêdetir bike. 
 
PARTIYA ÇEP A KESK
 
Di civaknasiya siyasetê de têgeha ‘pêla ji binî ve’ heye. Ez jî dibêjim pêla ji binî ve ‘Kurd+kedkar+jin+xizanên bajar û çoltarê+pêla ciwanan’ e. Her wiha dibêjim ‘Pêla dereng e’ heye. ‘Pêla dereng’ jî kesên di ciwantiya xwe de di nava têkoşîna pêşverû-şoreşger de cih girtin û niha ser 65 saliyê de û ji bo pêşeroja neviyên xwe bifikar in. Dema mirov ji arîtmetîkê zêdetir li qada bandorê dinihêre, ji sedî 20’ê dengan zêde nîne heta kêm e. Heke em niha nekarin xwe bigihînin vê rêjeyê jî dê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2024’an de herî kêm 150 şaredariyan û di sala 2028’an de jî ji sedî 25’ê dengan bi dest bixin.” 
 
SIYASETA KURD AKTOR E
 
Mizrakli, derheqê hevdîtina namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû û HDP’ê jî wiha got: “Kesên siyasetê bi awayeke zana dikin, hemû firsend û pêşketinan bi awayekî hoste bi kar tînin û hewl didin bi ser kevin. Momenta ku em tê de ne siyaseta kurd hem kir aktoreke sereke hem jî derxist pozîsyona moderatoriyê. Divê ev hevsengiya hesas bi hostetî were birêvebirin. Heman êşên guherînê yên di nava 2-3 salên dawî de di nava CHP’a bi pêşengtiya Kiliçdaroglû de çêdibin, di nava xeta lîberal an jî kevneperest a hemdem de jî derdikevin holê. Niha li ser heman êşê hatin ba hev û deklarasyoneke bi bernameya reformparêz restoratîf ragihandin. Em jî bi qasî serê derziyê jî ronahiyekê bibînin, em berê xwe didin. Rastiyek heye ku yek ji cihên herî girîng ên çareserkirina pirsgirêka kurd jî Meclis e. Heke li Meclisê gavên pêbawer werin avêtin, ev yek dê bike ku aktorên pêvajoya bêçalakitiyê û aştiyê bi xwe re tînin bixe nava liv û tevgerê. Di hemû pêvajoyên çareserkirina pirgirêkên pevçûnî de aktorên bêxêr hene. Divê em van zehmetiyan bibînin û li gorî vê xwe bigihînin rojên bixêr.” 
 
BIRYARA BÊÇALAKITIYÊ YA KCK’Ê
 
Hevşaredar Mizrakli herî dawî jî bal kişand ser biryara bêçalakitiyê ya KCK’ê û axaftina xwe wiha qedand: “Biryara KCK’ê ya bêçalakitiyê hem ji hêla exlaqî ve hem jî ji hêla polîtîk ve helwestekî rast e. Di demeke ku êş û wêraniyeke wiha mezin de ku civak seferber bûye de, rewşa civakê li ber çavan hatiye girtin û gaveke ku vê nezelaliyê ji holê radike hatiye avêtin. Gavekî rast e. Ji bo ku di pêvajoya hilbijartinê û ya piştre de bidome, divê baş were fêmkirin.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

12/04/2023
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn