Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse

  • rojane
  • 09:00 13 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ahmet Başak anî ziman ku Botan dê îsal rê nede diziya dengan û got: "Em ê di 14'ê Gulanê de hesabê xwezaya xwe, hesabê xespkirina şaredariyên xwe û em ê hesabê dengên parlementerên xwe yên hatin dizîn bipirsin." 
 
Piştî eşkerekirina namzetan, partiyên siyasî li Tirkiye û Kurdistanê dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Gelên Tirkiye û Kurdistanê ku bi biryar in îsal desthilata AKP'ê û MHP'ê bişînin, bi coşeke mezin xebatên hilbijartinê pêşwazî dikin. Yek herêma ku di van salên dawî de herî zêde êriş li ser hatine meşandin jî herêma Botanê ye. Darên wê bi destê cerdevanan hatin birîn, avên wê ji aliyê zilamên dewletê ve hatin qirêjkirin. Bi salan e li ser herêmê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Di hilbijartina 2018'an de jî AKP'ê li herêmê dek û dolabên xwe xistin dewreyê û parlementerek şandin parlementoyê. Lê belê herêma Botanê îsal ji xwe bawer e ku ji Şirnexê 4 namzetên Partiya Çepên Kesk bişîne parlementoyê.
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Ahmet Başak der barê xebatên hilbijartinê û coşa herêmê de axivî. 
 
'GELÊ BOTANÊ RÊ NADE DIZIYÊ'
 
Başak, diyar kir ku li Botanê di nava gel de coşeke gelek mezin heye û got ku gel bi xwe bawer e ku desthilatê bişîne û wiha axivî: "Bi salan e vê pergala qirêj li ser vê erdnigariya me ya pîroz listîkên xwe yên gelek nebaş dane meşandin. Lê belê tevî hemû êrîşên vê pergalê jî me têkoşîneke bêhempa da. Em gihiştine dawiyê. Di 14'ê Gulanê de gel dê pêşiya me fînalê bike. Em ê wan xewn û xeyalên xwe yên nîvcomayî pêk bînin. Beriya niha Cizîr, Sîlopiya, Şirnex, Nisêbîn û Sûr bi destê vê pergalê hatin hilweşandin. Gelek bîranînên me di bin wan xirbeyan de hiştin. Em ê di 14'ê Gulanê de bihişta xwedawendan li ser vê erdnîgariya xwe ya pîroz dîsa ava bikin. Em xewn û xeyalên xwe yên nîvcomayî temam û ew kabûsên ku berdane xewnên me, em ê wan tune bikin. Em ê jinûve hêviyên xwe zindî bikin. Em bi bawer in ku di vê hilbijartinê de em ê bi ser bikevin. Ew dek û dolab û dengên ku di hilbijartina 2018'an de çêkirin, me ew belge kirine. Gelê Botanê di vê hilbijartinê de dê rê nede van diziyan. Gelê Botanê ji 14'ê Gulanê re amade ye, kelecaneke mezin heye. Gel bi coşeke mezin li bendê ye ku di 14'ê Gulanê de biçe ser sindoqan û bersiva pêwîst bide. Ew ne tenê deng didin ku parlementerên wan biçin parlementoyê, ew dengê xwe didin nasnameya xwe, çanda xwe, didin azadiya xwe. Bi vê zanebûn û hişmendiyê dê biçin ser sindoqan. Serkeftin ya me ye."
 
GIRÎNGIYA EWLEHIYA SINDOQAN
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Başak, bal kişand li ser ewlehiya sindoqan û anî ziman ku di hilbijartinê de tişta herî pêwîst ewlehiya sindoqan e û wiha domand: "Beriya niha bi hîleyan, bi diziyê parlementerek ji me standin. Lê armanca me ya yekemîn ew e ku di vê hilbijartinê de em li Botanê her 4 namzetên xwe jî bişînin parlementoyê. Her wiha di 14'ê Gulanê de ji bo ewlehiya sindoqan hemû hevalên me hatine peywirdarkirin. Partiya Çepên Kesk, yekemîn car e ku tevlî hilbijartinê dibe û ji ber wê jî nikare tu peywirdaran deyne ser sindoqan. Lê belê hevalên me yên muşahît hatine peywirdarkirin. Her wiha em bi partiyên din re di nava têkiliyê de ne. Hevalên me bi vê rêbazê dê li ser wan sindoqan, cihê xwe bigirin. Lê dê xwedîderketineke mezin hebe. Ji ber ku niha hewayeke wiha heye. Em biçin kîjan kolanê, taxê û navçeyê gel ji me re dibêje,'Em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin û em ê nehêlin ku dengên me bidizin.' Gel ji me bêtir rêxistinkirî ye û ji me bêtir jî hesastir nêzik dibe. Hêzeke mezin di gelê Botanê de heye û di wê baweriyê de ne ku dê bi ser bikevin."
 
'GEL DÊ HESABÊ DARÊN KU HATINE BIRÎN BIPIRSE' 
 
Başak, da zanîn ku gel tu caran ji rastiya xwe tawiz nedaye û got ku dê di vê hilbijartinê de bersiva helwesta nenaskirina îradeyê bide der û got: "Botan erdnîgariyeke dewlemend e ku hê nehatiye keşfkirinê. Ev pergal jî bi salan e hem ser erda wê hem jî bin erda wê talan kiriye. Bi salan e ku bi rantê xwezaya vê herêmê tune dikin. Xizîneya Botanê firotin hevalbendên xwe. Divê em heyfa wan darên ku hatine birîn bistinin, em ê heyfa her dareke ku li Cudî, Besta û Gabarê hatiye birîn di 14'ê Gulanê de bistinin. Li Tirkiyeyê yê ku muxalefetê bike gelê kurd e. Rê û rêbazê siyaseta demokratîk li gel me heye. Ji ber wê jî pergala kapîtalîst tenê ji kurdan ditirse. Çi deskeftiyeke kurdan hebe êriş dike. Ji ber wê şaredariyên me desteserkirin, îradeya gel tune hesibandin. Lê belê gel êdî hişyar bûye û bi van polîtîkayên wan dizane. Gel eşkere dibêje,'ez ê dengê xwe bidim partiya xwe, ew bi zilmê jî desterser bike ez ê dîsa bidim partiya xwe.' Ango roj bi roj hêza gelê kurd xurttir dibe. Gel bizanibe ku ji sedî sed dê desthilat qeyûm tayinî îradeya wî bike jî, dîsa dengê xwe dide partiya xwe. Di vê hilbijartinê de gel bersiva desteserkirina îradeyê jî bide wan. Em ê hesabê xwezaya xwe, hesabê xespkirina şaredariyên xwe û em ê hesabê dengên parlementerên xwe yên hatin dizîn bipirsin. Gel xwedî biryar e û li ser pêyan e û ji 14'ê Gulanê re amade ye. HDP û nûnerên wê di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de ji bo ku pêşî li girtina dek û dolabên vê pergalê bigire, bi hêzên sosyalîst, demokratîk mewziyek ava kir. Ev biryareke Kurdistanî bû. Em bi hêvî ne ku em ê Şirnexê bi rengê şîn jinûve ava bikin."
 

Sernavên din

14/04/2023
19:32 Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in
18:59 Karwana Partiya Çepên Kesk veguherî şahiyê
17:41 Partiya Çepên Kesk li Agiriyê serdana saziyên sivîl kir
16:51 Aras û Hûn xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin
16:40 Rojnamevan Dîlan Akyol hate berdan
16:28 Li Amed, Dêrsim û Hatayê xebatên hilbijartinê: 15’ê Gulanê wê kurd hilatina rojê pêşwazî bikin
16:26 Cerdevan û çawişê pispor ên tev li şer bûn hatin binçavkirin
16:19 Li Midyadê bertek nîşanî AKP’iyan hate dayîn
16:03 KNK'ê û YNK'ê qurbaniyên qirkirina Enfalê bibîr anîn
15:54 Baskê hilbiartinê yê Serhedê li Wanê ye: Dê AKP biçe, em ê bên!
15:53 Sazî û dezgehên dewletê wek her carê ji bo hatina Erdogan a Amedê seferber bûn
15:22 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Marmarayê dest pê kir
15:01 Li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan hate astengkirin
14:45 Doza Kobanê: Dê têkoşîna me ya li dijî bêhiqûqiyan bidome
14:20 Derheqê girtiyên li dijî lêgerînê derketîn lêpirsîn hate destpêkirin
13:53 Sancar: Em tên ku pirsgirêka kurd çareser bikin û aştiyê bînin
13:42 Namzetên jin li Îzmîrê çûn serdana karkeran
13:39 Serokwekîla Koma HDP’ê Beştaş hat emeliyatkirin
13:33 Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê serdana esnafan kir
13:32 Kesê ku gef li Nahît Eren xwaribû derket holê ku midûrê şirketekî ye
13:27 Cerdevan di navbera xwe de şer çûn: Kesek mir
13:09 Cenazeyên 2 welatiyên li Şêladizê winda bûbûn hatin dîtin
12:58 Li Qamişloyê bombe li wesayitekê hat barandin
12:08 Jinên îranî ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmê anîmasyonê çêkir
12:05 Iraqê ji bo avakirina Şengalê 50 milyar dînar veqetandiye
12:00 Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne
11:51 Dê vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban bê nîqaşkirin
11:40 Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê serbikevin
11:30 Şahidê nepen ê li dijî HDP’ê îfade dabûn di dosyaya rojnamegeran de ye
11:24 Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê
11:21 Li qûntara Çiyayê Cûdî 205 pez mirin
11:15 Rojnamevan Dîlan Akyol hate binçavkirin
11:10 Biryarên îstîmlaqkirina lezgîn ên ji bo Hatayê di Rojnameya Fermî de ne
10:44 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:43 Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da
13/04/2023
22:50 Beştaş a ku qeza kir sewqî Erziromê hat kirin
21:59 Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya
21:25 Aktivîstên TJA'yê serdana malbata Şenyaşarê kirin
21:17 Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş qeza kir
19:51 Maratona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk dest pê dike: 60 mîtîng
18:21 Bi girseyî serdana şîna Çapan û Avci kirin
17:58 Doza Kobanê: Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye
17:40 Li Wanê 'Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê' hat avakirin
17:31 Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
17:00 'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be'
16:52 Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye