Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê

  • rojane
  • 16:04 13 Nîsan 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di danasîna namzetên Îzmîrê de axivî û got: “Navnîşan Çepên Kesk e. Heke em bi temsîliyetek zêde Rêya 3’yemîn li Meclisê ava bikin, wê ev têkoşîn me bibe îktidarê.” 
 
Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê danasîna namzetên xwe yên parlamenteriyê kir. Şahiya danasînê li Navenda Çandê ya Necatî hat lidarxistin û eywan bi alên partiyê û pankartan hat xemilandin. Nûnerên rêxistinên sivîl, nûnerên partiyên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û gelek kes tev li şahiyê bûn. 
 
Beriya danasînê namzet bi rojnamevanan re civiyan û behsa armancên xwe kirin. Namzetan diyar kir ku behsa têkoşîna partiya xwe kirin û ew ji bo Tirkiyeyek demokratîk ava bikin bûne namzet û li dijî “rejîma yek zilamî” dê têkoşîna xwe berfireh bikin. 
 
Namzetan derbarê xebatên li bajêr de jî bersiva pirsên rojnamevanan dan. 
 
Namzet piştre derbasî cihê şahiya danasînê bûn. Şahiyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. 
 
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê Huseyîn Çaglar axaftinên destpêkê kirin û diyar kirin ku ew ji bo welatek demokratîk ava bikin dixebitin. 
 
'EM Ê XEYALÊN MAZLÛM Û KEMALAN PÊK BÎNIN’ 
 
Hevberdevkê Rêxistinê yê Navendî yê HDP’ê Mahfûz Guleryuz destnîşan kir ku ew di pêvajoyek girîng û dîrokî de derbas dibin û got: “Em îro di arîfeya hilweşandina faşîzmê de ne. Em li ser rêya pîroz in. Em hevrêyên Denîz, Îbo, Mahîr, Mazlûm û Kemalan e. Em ê xeyala Mazlûm û Kemalan pêk bînin.” 
 
‘EM Ê LI MECLISÊ XETA RÊYA 3’YEMÎN AVA BIKIN’ 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî axivî û destnîşan kir ku ew ê Denîz Poyraz ji bîr nekin û hesabê wê bipirsin û got: “Ev hilbijartin ji bo Tirkiyeyê hilbijartina çarenûsê ye. Em dikarin bêjin ku ev hilbijartin wê bibe hilbijartina tirsa îktidarê. Li Tirkiyeyê li ser navê hiqûqê tiştek nemaye. Her cure êriş li dijî HDP’ê pêk anîn û pêk tînin. Herî dawî bi doza girtinê re rûbirû ma. Li dijî dek û dolabên wan û doza girtinê em bi navê Partiya Çepên Kesk diçin hilbijartinê. Çepên Kesk ji bo pergala ekolojiya demokratîk şansek mezin e. Ev hilbijartin di heman demê de hilbijartina ku em vê pergala xerab biqewirînin û jiyana nû ava bikin e. Em bi vê berpirsiyarê radibin û xebatên xwe didomînin. Piştî 14’ê Gulanê dê tu tiştek mîna berê nebe. Em bi baweriya avakirina jiyanek hevpar û siberojek nû em ê Komara Demokratîk ji nû ve ava bikin. Em dizanin ku navnîşana çareseriyê Çepên Kesk e. Heke em bi temsîliyetek zêde Rêya 3’yemîn li Meclisê ava bikin, wê ev têkoşîn me bibe îktidarê.” 
 
'EM Ê JI NÛ VE AVA BIKIN’ 
 
Namzeta parlamenteriyê Burcugul Çubuk jî diyar kir ku ew ê li dijî pergala talan û hilweşandinê jiyanek nû ya ekolojik ava bikin û hesabê jinên tên kuştin bipirsin û got: “Em ê li dijî şer û dagirkeriya li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi ser bikevin.” 
 
'SERKEFTIN TEQEZ E’ 
 
Namzetê parlamenteriyê Abdulmecît Yildirim jî ew ê li Meclisê bibin dengê doza heqiyê û edaletê û got: “Serkeftin teqez e. Wek din jî tu tiştek din ne mimkûn e.” 
 
Namzetên din jî yek bi yek hatin danasîn û axaftinên kurt kirin û behsa biryardariya têkoşînê kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

16/04/2023
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
19:32 Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in
18:59 Karwana Partiya Çepên Kesk veguherî şahiyê
17:41 Partiya Çepên Kesk li Agiriyê serdana saziyên sivîl kir
16:51 Aras û Hûn xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin
16:40 Rojnamevan Dîlan Akyol hate berdan
16:28 Li Amed, Dêrsim û Hatayê xebatên hilbijartinê: 15’ê Gulanê wê kurd hilatina rojê pêşwazî bikin
16:26 Cerdevan û çawişê pispor ên tev li şer bûn hatin binçavkirin
16:19 Li Midyadê bertek nîşanî AKP’iyan hate dayîn
16:03 KNK'ê û YNK'ê qurbaniyên qirkirina Enfalê bibîr anîn
15:54 Baskê hilbiartinê yê Serhedê li Wanê ye: Dê AKP biçe, em ê bên!
15:53 Sazî û dezgehên dewletê wek her carê ji bo hatina Erdogan a Amedê seferber bûn
15:22 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Marmarayê dest pê kir
15:01 Li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan hate astengkirin
14:45 Doza Kobanê: Dê têkoşîna me ya li dijî bêhiqûqiyan bidome
14:20 Derheqê girtiyên li dijî lêgerînê derketîn lêpirsîn hate destpêkirin
13:53 Sancar: Em tên ku pirsgirêka kurd çareser bikin û aştiyê bînin
13:42 Namzetên jin li Îzmîrê çûn serdana karkeran
13:39 Serokwekîla Koma HDP’ê Beştaş hat emeliyatkirin
13:33 Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê serdana esnafan kir
13:32 Kesê ku gef li Nahît Eren xwaribû derket holê ku midûrê şirketekî ye
13:27 Cerdevan di navbera xwe de şer çûn: Kesek mir
13:09 Cenazeyên 2 welatiyên li Şêladizê winda bûbûn hatin dîtin
12:58 Li Qamişloyê bombe li wesayitekê hat barandin
12:08 Jinên îranî ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmê anîmasyonê çêkir
12:05 Iraqê ji bo avakirina Şengalê 50 milyar dînar veqetandiye
12:00 Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne
11:51 Dê vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban bê nîqaşkirin
11:40 Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê serbikevin
11:30 Şahidê nepen ê li dijî HDP’ê îfade dabûn di dosyaya rojnamegeran de ye
11:24 Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê