Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin

img
AMED - Halîse Aksoy a cenazeyê lawê xwe di qutiya kargoyê de wergirt û di 28’ê nîsanê de hat girtin, ev peyam şandiye: “Serî li ber van netewînin.” 
 
Halîse Aksoy dayika Egîd Îpek e. Egîd Îpek endamê HPG’ê bû û di şerekî li çoltera Dêrsimê canê xwe ji dest dabû. Aksoy cenazeyê lawê xwe Egîd piştî demek dirêj di qutiya kargoyê de wergirt. Aksoy jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku 25’ê dabû destpêkirin de hatibû binçavkirin û di 28’ê nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. 
 
Wêneyê Halîse Aksoy ku kêliya cenazeyê lawê xwe di qutiya kargoyê de werdigire û datîne ser çonga xwe bûbû rojev û kurd û dostên xwe li seranserî dinyayê nerazîbûn nîşan dabûn. Wî wêneyî her tişt anî bîra kurdan û kurdan got, “Tişta ku tînin serê dayikên kurd vaye li ber çavan e.” 
 
Halîse Aksoy û keça xwe Mizgîn Karataş, neviyê wê 4 salî Çiya û zavayê wî Harûn Karataş bi hev re di 25’ê nîsanê de di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Aksoy û keça xwe Mizgîn Karataş bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û zavayê wê Harûn Karataş hat berdan. Helbet serêhatiyek berxwedanê ku Aksoy şandiye girtîgehê heye. Niha jî dê li girtîgehê li ber xwe bide. 
 
 
HALÎSE AKSOY KÎ YE? 
 
Halîse Aksoy ji gundê Tizyana bi ser navçeya Artûklûya Mêrdîn ve ye. Ew 9 xwişk û bira ne. Aksoy di 11 salî de bi kurê xalê xwe yê 15 salan jê mezintir re tê zewicandin. 4 law û 4 keçên Aksoy çêdibin. Zextên dewletê li ser malbatê tên kirin, cerdevanî li wan tê ferzkirin. Aksoy û malbata xwe di sala 1993’yan de ji ber zextên dewletê neçar dimînin koçî navenda Amedê bikin. Leşker li pey wan mala wan a li gund dişewitînin. 
 
KOÇÎ STENBOLÊ DIKIN 
 
Zarokên Aksoy di sala 1996’an de neçar dimînin ku koçî Stenbolê bikin û ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê her tim bi zextên polîsan re rûbirû dimînin. 
 
Egîd Îpek tevî ku zarok e jî gelek caran tê binçavkirin û bi îşkenceyê re rûbirû dimîne. Di sala 2010’an de ku hê 15 salî ye ji malê derdikeve û carek din venagere malê. Xwişka Egîd, Şînda jî dibe şahidê zilma ku li kurdan tê kirin û berê xwe dide çiyê. 
 
DI QUTIYÊ DE HESTÎ DAN DAYIKA WÎ
 
Aksoy ji Stenbolê vedigere û tê li Amedê bicih dibe. Zext û zoriya li ser wê kêm nabe. Egîd Îpek di sala 2017’an de li Dêrsimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide û tevî hemû hewldanên Aksoy jî lêgerîna wê ya wergirtina cenaze bêendam dimîne. Aksoy sê çar salan li cenazeyê lawê xwe digere. Di 10’ê nîsana 2020’yan de cenaze ango hestiyên Egît di qutiyek kargoyê de radestî dayika wî Aksoy hat kirin. 
 
SERDEGIRTINA MALÊ, BINÇAVKIRIN… 
 
Ev wêneyê Aksoy di bîra gelê kurdû raya giştî de cih girt. Di 24’ê kanûna 2020’yan de polîs diavêjin ser mala Aksoy û mala wê tê serûbinkirin û wêneyên aydî zarokên wê tên desteserkirin. Piştre dîsa di 4’ê adara 2022’yan de û di 18’ê gulana 2022’yan de polîs diavêjin ser mala wê û dikin binçavan lê paşê tê berdan. 
 
Harûn Karataş zavayê Halîse Aksoy ku bi lawê xwe yê 4 salî Çiya re bi tenê li malê maye, têkildarî neheqiya li wan tê kirin axivî. Karataş destnîşan kir ku Halîse Aksoy ji girtîgehê peyama, “Serê xwe li ber van netewînin.” 
 
Harûn Karataş
 
‘EM NE XERÎBÊ ZILMA DEWLETÊ NE’ 
 
Karataş behsa kêliya serdegirtina mala xwe kir û got: “Dayika Halîse jî li mala me bû. Polîsan bi ser mala me de girt. Polîsan avêtiye ser mala wê ya ku kes lê tune bû jî. Li ser îfadeyên şahidekî me kirin binçavan. Em ne xerîbê van zextên dewletê ne.” 
 
ÇIYA LI DAYIKA XWE DIPIRSE 
 
Karataş anî ziman ku lawê wî Çiya her tim li dayika xwe Mizgînê dipirse û her tim bahaneyek jê re dibîne û wiha axivî: “Dema ez jî sê çar salî me bavê min tev li têkoşîna azadiyê ya kurd bûye. Ez derûniya lawê xwe ji xwe dizanim. Min li ber xwe da û hatim van rojan. Lê Çiya nikare bêdayik bimîne. Diçe û tê li dayika xwe dipirse. Ez jî jê re dibêjim, dayika te li nexweşxaneyê, bila serûma wê biqede dê were. Ew jî her tim li qedandina serûmê dipirse. Ez bang li her kesên ku ji xwe re dibêjin lêkolîner, nivîskar, şoreşger û demokrat dikim; Êdî ji derûniya van zarokan fêm bikin û tiştek ji bo wan bikin.” 
 
DÊ ÇIYA JÎ BIKEVE GIRTÎGEHÊ 
 
Karataş da zanîn ku ew dixebite û sebra Çiya nayê û Mizgîn jî dixwaze ku Çiya biçe gel wê û piştî ew daxwaznameyê bide dê Çiya bişîne cem diya wî. 
 
Karataş bi bîr xist ku dema ku Halîse Aksoy tê girtin vê peyamê dide keça xwe û wiha dibêje, “Serî li ber van netewînin. Ez ê li girtîgehê li ber xwe bidim.” Karataş got peyama wê ji bo wan ferman e û ew ê qet li ber zext û êrişan serî netewînin. 
 
‘LI BER VAN SERÎ NETEWÎNIN’
 
Parêzerê Halîse Aksoy, Necat Çîçek bal kişand ser hincetên girtina miwekîla xwe û got: “Li ser îfadeyên şahidê bi navê Umît Akbiyik hat girtin. Tiştên ne sûc kirine sûc û jê pirsîn. Dema ku dayika Halîse hat girtin dirûşma ‘Bijî Kurdistan’ berz kir. Keça wê Mizgîn jî got, ‘serî li ber van netewînin’.” 
 
AKSOY: EZ Ê BIBIM BELA SERÊ WAN
 
Necat Çîçek diyar kir ku Halîse Aksoy wiha gotiye, “Di warê hişmendiyê de kêmasiyên min hene. Ez ê li girtîgehê pirtûkan bixwînim û bibim bela serê wan.” 
 
Parêzerê Mizgîn Karataş, Hasan Yalçin jî anî ziman ku li dijî girtinê îtîraz kirine û ji bilî cih nîşandanê û hevdîtinên telefonê tu tiştek di dosyeya wan de nîne û îtîraza li dijî girtinê dê heta heftyek din bi encam bibe. 
 
MA / Zerrîn Sargût 
 

Sernavên din

16/10/2023
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin