Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn

img
WAN - Di mitînga Partiya Çepên Kesk a Erdîşê de peyama, “Çi dibe bila bibe wê dawiya wê bi heybet be” hat dayîn. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar got: “Niha dema serketinê ye. Em bi ser bikevin wê hemû kedkar û feqîr bi ser bikevin.” 
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Erdîşa Wanê bi beşdariya hezaran kes mitînga hilbijartinê li dar xist. Mitîng li qeraxê Gola Wanê hat lidarxistin. Di mitîngê de dovîzên bi nivîsên “Ya aştiyek bi rûmet an jî berxwedanek bi heybet” û “Çi dibe bila bibe dê dawiya wê bi heybet be” ku hatibûn rakirin balê kişandin ser xwe. Bi piranî jin û ciwan tev li mitîngê bûn û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Welatiyan li ber stranan govend gerand. Mitîngê bi rêzgirtina bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. 
 
'WÊ BIBE SEDSALA KURDAN’
 
Endamên Komîteya Amadekar derketin ser dikê û gel silav kirin. Paşê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Wanê Veysî Dîlekçî axivî û wiha got: “Em wisa ne bi hêsanî hatin vê merhaleye. Em bi bedel û têkoşînek giranbûha hatin vê merheleyê. Hê jî em bedelê vê yekê didin. Êdî tu hêz nikare xwe li pêşiya vê têkoşînê bigire. Gelê Erdîşê wê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bide her kesî.” 
 
Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez jî diyar kir ku tevî hemû zext û zordariyê gelê kurd serê xwe netewand û got: “Wê ev sedsal bibe sedsala gelê kurd. Yekitiya kurdan dê zilma Qesrê têk bibe. Wê ev sedsal bibe sedsala azadiya gelê kurd.” 
 
SANCAR: 13 SAL IN SOZÊN XWE BICIH NEANÎNE 
 
 Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî derket ser dikê gel silav kir û wiha axivî:
 
Em bi pêşengiya jin û ciwanan ber bi serkeftinê ve dimeşin. Li hemberî me îktidarek diz, talanker û şerxwaz heye. Tifaqek xerab li hemberî me heye. Vî welatî dişêlînin paşê jî sozan didin xelkê. Li Wanê erdhejek qewimî, tevî ku 13 sal derbas bûne jî hê jî soza dane gel bicih neanîne. Hê jî 74 malbatên me di kontenerê de dijîn. Îsal du erdhej hatin serê me û veguherî karesatê. Berpirsiyarê van felaketan îktidara AKP-MHP’Ê YE. Vê îktidarê pergala dizî û talanê ava kir. Piştî erdhejê alîkarî negihandin xelkê û neçûn hawara xelkê û ev bû sedema mirina xelkê. Niha jî ev îktidar rabûye û dibêje, ‘em ê di nava salekê de hemû konûtan ava bikin’. Ev 13 sal in we li wanê nekiriye hûnê niha bikin? Ev îktidar feqîriyê li ser gel rewa dibîne. Çimkî gel ne di xema wan de ye, tenê qesr û alîgirên xwe difikire. Niha ji sê ciwanên vî welatî ciwanek kar nabîne. Yek ji bajarên ku betalî lê heye jî Erdîş e. Yek ji bajarên ku rêjeya betaliyê herî zêde lê heye jî Wan e. Ciwanên me ji derfetên kar sûd wernagirin. Ji bo gezek nan qezenc bikin, di şert û mercên herî hejar û nebaş ên demsalî de dixebitin. Dema diçin li metropolan dixebitin ji ber kurd in bi êrişên nijadpereset re jî rûbirû dimînin. Hêj duh ciwanek me, endamê partiya me li Kadikoya Stenbolê ji ber ku stranên kurdî digot hat qetilkirin.
 
DARBEKARÊN HERÎ MEZIN EV ÎKTIDAR E 
 
Em ji nijadperestiyê û dijminatiya kurdan re dibêjin bes e. Ev îktidar bi dijminatiya kurdan xwe li ser pêya digire. Cihêkariyê dixin navbera gelan. Dijminatiyê kûr dikin. Tenê derdê wan ew e ku seltenata xwe bidomînin. Bersiva herî xurt gelê kurd bi têkoşîna xwe ya rûmet dide. Wê gelê me di 14’ê Gulanê de wan di sindoqan de têk bibe. Divê em hemû bi hev re li dora têkoşîna xwe bibin xelek. Divê em dawî li vê îktidara ku nasnameya me nas nake bînin. Niha jî tirsê girtiye wan û dibêjin, ‘hilbijartin dê bibe darbe’. Darbekarên herî mezin ev îktidar e. Bi qeyûman darbe li dijî îradeya gelê me dikin. Siyasetmedarên me bi dozên komployê li girtîgehan dîl digirin. Xwediyê vê darbeyê van dike. Teqe em ê îktidara AKP-MHP’ê bişînin. Wê îradeya gelê me hevşaredarên me dîsa vegerin ser wezîfeya xwe. Em ê bi hezaran girtiyên xwe ku neheq girtî ne azad bikin. Ev roj nêzîk in. Sekna we ya biryardar, azadîxwaz wê her tiştî bîne. AKP di polîtîkayên şer de çiqas israr dike bila bike wê bi milyonan kesên ku çareseriya demokratîk dixwaze li hemberî xwe bibîne. Lewma divê hûn Partiya Çepên Kesk bi awayek herî xurt bişînin Meclisê.” 
 
NIHA DEM DEMA SERKEFTINÊ YE 
 
Em bi berxwedana xwe ya rûmet hatine van rojan. Me serî li ber zilmê, neheqiyê netewand û niha jî dem dema serketinê ye. Dema em bi ser bikevin wê hemû kedkar, feqîrên welat û em ê hemû bi ser bikevin. Em ê aştî û demokrasiyê bînin. Ji ber vê yekê jî divê hûn wisa hewl bidin ku em bi temsîlyeta herî xurt biçin Meclisê. Em bi bawer in, teqez em ê bi ser bikevin.” 
 
Piştî axaftinan mitîngê bi stranên hunermend Baran Bozyel û hunermendên xwecihî dewam kir. 
 

Sernavên din

05/05/2023
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome