Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke

img
 
ŞIRNEX - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal di mitînga Şirnexê de bang li hezaran kesan kir û wiha got: “Vaye bila Cûdî jî şahid be ku em ê deriyên Îmraliyê vekin. Derfeteke dîrokî di destê me de ye. Mohra ku em li bin wê darê didin dê deriyên Îmraliyê veke.” 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navenda Şirnexê mitîng li dar xist. Li gel ku qada mitîngê 9 km’an dûrî navenda bajar jî bû, bi hezaran kes herikîn qada mitîngê. Beşeke mezin a girseyê bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li mitîngê bûn û rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Hêj jî gel diherike qada mitîngê û li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” olan didin. Di mitîngê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û namzetên parlamenteriyê yên bajar bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Bi hezaran kesan li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin. 
 
CEYRAN HATIN BIRÎN!
 
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştî axaftinên namzetên parlamenteriyê, ceyran hatin birîn. Li ser vê yekê bi hezaran kesan xelekên govendê gerandin û wan bi xwe stran gotin. Ciwan û jinên ku xelekên govendê yên mezin gerandin, rê li ber dîmenên rengîn vekirin. 
 
‘SERKEFTIN A ME YE, SERKEFTINA BOTANÊ YE’
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di mitîngê de axivî û wiha bal kişand ser berxwedana gelê Botanê: “Em raperina ‘Jin, jiyan, azadî’ne, em dengê azadiyê ne, em li dijî Dehaqan, Kawayên Hesinkar in. Botan hûn amade ne? Hûn dizanin ku tifaqa AKP'ê û MHP'ê gelek polîtîkayên qirêj xistin meriyetê. Xwestin ku vîna gelê Botanê teslîm bigirin lê me li hemberî van polîtîkayên wan li ber xwe da û em li ber xwe didin. Ev partî partiya ciwanan e, partiya jinan e û em bi we serbilind in. Ji bo daxwaz û armancên we canê me feda ye. Di Newrozê de jî gelê kurd vîna xwe û navnîşana xwe eşkere kirin. Em ji bilî azadiyê û mafê xwe tu tişteke din naxwazin. Gelo Botan li hemberî zilma wan amade ye? Botan rûmeta Kurdistanê ye, Botan dê mohra xwe li binê darê bixe. Me tu carî vîna xwe radestî dijmin nekir û em ê nekin. Ev hilbijartine dê sedsala me diyar bike, pêşeroja zarokên me diyar bike. Ew kirasê koletiyê ku wan dixwest li me bikin, me çirand. Serkeftin a me ye, em ê di 14'ê gulanê de bi ruhê Newrozê biçin ser sindoqan û biryara xwe ya guhertinê bidin. Me tu caran li hemberî êrişên wan serî netewand û em ê netewînin. Dem dema serkeftinê ye, serkeftin a Botanê ye.”
 
‘EM Ê BERSIVA PÊWÎST BIDIN’
 
Piştre jî ji namzetan Bedîrhan Osal derket ser dikê. Osal, îşaret bi girseyê kir û wiha got: “Bila dost û dijmin li vê qadê binêrin. Ew kesên ku digotin,' du kesan nikarin binîn ba hev' bila baş lê binêrin. Vaye qad, vaye mitîng. Ev coş û kelecan ji wan re bese. Ev bi salane li ser partiya me her cureyên êrişan pêk anîn. Tehemûla wan ji bo me nîne. Îro bi hezaran siyasetmedarên me di girtîgehan de ne. Lê em ê di 14'ê Gulanê de biçin sindoqan û bersiva herî xurt bidin wan. Em ê ji wan re bêjin li hemberî hemû polîtîkayên we yên înkarkirinê û tunehesibandinê em li vir in û biryara xwe didin. Mal bi mal, kolan bi kolan em ê bigerin û heta 14'ê Gulanê em ê bixebitin. Em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Heta ku encamên hilbijartinê neyên eşkerekirin bila gelê me sindoqên xwe neterikîne.” 
 
‘ÇAVÊ KURDISTANÊ LI BOTANÊ YE’
 
Ji namzetan Ayşegul Dogan jî got ku çavê tevahiya Kurdistanê li Botanê ye û ev tişt anî ziman: “Yên ku rûmeta nemir dike hûn in, yên ku nirxên me nemir dikin hûn in. Dem dema xwedîderketina van nirxan e. Niha hin coşa me dibînin, xemla me dibînin û bizanin ku çavê her derê li me ye. Çavê Kurdistan û derveyî welat li me ye. Divê Botan hêza xwe nîşan bide û bi ser keve. Dibêjin ku derd û kulên wan pirsgirêka kurd e, derd û kulên wan Îmrali ye, birêz Ocalan e. Derd û kulên Partiya Çepên Kesk zimanê kurdî ye, derd û kulên me Tifaqa Kurdistanê ye. Derd û kulên me ne siyasî û şexsî ne lê civakî ne. Em dizanin heke ku pirsgirêkên heyî neyên çareserkirin û tecrîd neyê rakirin, pirsgirika aborî jî çareser nabe. Êdî bes e ji vê îktîdarê re. Em ê dengê xwe bidin xwe û hûn çi bixwazin em ê wê bikin. Em zimanê we ne, nasnameya we ne. Em alîgerên çêkirinê û ew yên xerabkirinê ne. Em ava dikin, ew xerab dikin. Baweriya me bi Botanê heye ku dê 4 parlamenteran bişînin meclisê.” 
 
‘EM Ê BIKIN SEDSALA SERKEFTINÊ’
 
Di mitîngê de ji namzetan Mehmet ZekÎ Îrmez jî bi lêv kir ku wan tevî her cureyên zextan jî tu carî dev ji daxwaza xwe ya azadiyê bernedane û wiha dirêjî da axaftinx we: “Ew çi bikin bila bikin, me bigirin, qir jî bikin em dev ji têkoşîn û azadiya xwe bernadin. Vaye qad, vaye berxwedan. Dek û dolabên wan hene, listîkên wan hene. Ev 40 sal in li ser warê me, gelê me qirkirinekî didin meşandin. Lê gelê me li dijî van têkoşîna xwe bilindtir kiriye. Em hatine merheleya serkeftinê û azadiyê. Rayedarên dewletê gefan li gelê me dixwin lê em ê vê qebûl nekin. Çawa ku me beriya niha li hemberî qirkirina we, talankirina we me serî netewandibe, dê dîsa jî serê xwe netewînin. Deng namûs e û nayê firotin. Walî, qeymeqam û leşker sûc dikin. Piştî 14'ê gulanê hûn ê hesaba vê bidin. Divê herkes bi vê zanebûnê nêzî hilbijartinê bibe. Em bang li gelê xwe dikin; wer in em hêza xwe bikin yek, dengê xwe bikin yek vê sedsalê serkeftineke mezin bi dest bixin.”
 
‘EM Ê DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’
 
Ji namzetan Newroz Uysal jî got ku bila Cûdî bibe şahid ku dê deriyê Îmraliyê û hemû girtîgehan vekin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku ev derî vedibin jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo ku em bikaribin di nava civaka xwe de azad bijin, firsendeke dîrokî di destê we de ye. Ew jî mohra di destê we de ye. Ciwanên ku nû dengê xwe bikar bînin divê ku yek dengê wan neşewite û vala neçe. Ji bo ku em her 4 namzetên xwe bişînin parlementoyê em ê 14'ê gulanê biçin ser sindoqê û bi hevre serbikevin.”
 

Sernavên din

09/05/2023
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be