‘Îdirê biryara xwe daye”

  • rojane
  • 09:06 13 Gulan 2023
  • |
img
ÎDIR - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Mehmet Selçûk, îşaret bi lîstikên partiya desthilatê û yên muxalefetê yên din ên li Îdirê kir û got: “Gelê Îdirê biryara xwe daye û deng û vîna xwe nafiroşin pere, şekir û pasteyan. Rêzê ji bo vîna gel bigirin.”
 
Partiya Çepên Kesk li Îdirê amade ye ku 2 parlamenteran bişîne Meclisê. Bajarê ku reqabeta partiyên siyasî di asta herî jor de ye, bi rengê kesk hatiye xemilandin. Namzet û endamên Partiya Çepên Kesk li kîjan deriyê bixin, li kîjan gund serdana gel bikin, bi coşeke mezin û dilgermî tên pêşwazîkirin. Ji ber ku gelê Îdirê, geleke polîtîk e û rojevê xweş dişopîne, helwesta xwe ji aliyê demokrasiyê ve dide der. Jin, ciwan û xortên Îdirê ji aliyê demokrasî, aştî û azadiyê ve bi rêjeyeke gelek mezin piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk.
 
Her wiha Îdir ji hemû aliyan ve cihê têkçûna partiyên pergalê ye. Namzetê AKP’ê Canturk Alagoz bi heman polîtîkayên desthilatê yên 20 salan diçe tax û kolanan pere, şekir, paste, çay belav dike û dixwaze bi vê yekê dengên gel bikire. Namzetê CHP’ê Yûsûf Aslan jî diçe gund û taxên kurdan û ji wan re dibêje “Me bi Partiya Çepên Kesk re peyman çêkiriye û her mal bila dengekê bide me.” Li gelek cihan gel bertek nîşanê vê yekê dide û helwesta xwe diyar dike. Daxwaza gelê Îdirê guherandina vê pergalê ye û ji ber vê yekê jî polîtîkayên Partiya Çepên Kesk ji xwe re nêz dibînin.
 
Mehmet Selçûk
 
‘DESTÊ ME DESTÊ AŞTIYÊ YE’
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Mehmet Selçûk rojeva hilbijartinê nirxand. Selçûk destnîşan kir ku erdnîgariya Îdirê gelek cuda ye û gelek neteweyên cuda lê  dijîn. Selçûk diyar kir ku tu pirsgirêkên gel bi hev re tune ye û wiha got: “Deriyê me kurdan çi dibe bila bibe ji her kesî re vekiriye. Destê me destê aştiyê ye. Di xebatên kolan, tax û gundan de jî tê dîtin ku wê li Îdirê Partiya Çepên Kesk wê bike 2-0."
 
‘GELÊ ÎDIRÊ VÎNA XWE NAFIROŞE’
 
Selçûk bal kişand ser siyaseta namzetên partiyên din yên parlementeriyê û da zanîn ku namzetên din siyaseteke qirêj dimeşînin. Selçûk anî ziman ku namzetên din dikevin nava tax û kolanan û pere, şekir, çay belav dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd li Îdirê biryara xwe daye û wê 2-0 bikin. Rêzê ji bo gel bigirin. Gel ji bo pere, çay û pasteyan deng û vîna xwe nafiroşin. Ez bi taybetî jî bang li namzetê CHP’ê dikim. Diçin di nava tax û kolanan de dibêjin ku ‘Me bi Partiya Çepên Kesk re peymanek çêkiriye” û dengan dixwazin. Tu peymanên me bi tu partiyan yan jî kesan re tune ye. Rêya me rêya sêyemîn e û em ê bi vê helwestê jî li vir 2-0 bikin. Em di şahiyên xwe de jî dibînin ku gel biryara xwe daye. Gelê kurd polîtîk e.”
 
‘DENGEK JÎ GELEK GIRÎNG E’
 
Selçûk têkildarî girîngiya hilbijartinê jî axivî. Selçûk destnîşan kir ku ev hilbijartin, hilbijartina man û nemanê ye û wiha bang li gelê Îdirê kir: “Heke Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de hêzeke xurt bidest bixe, aştiyê, demokrasiyê, hevrejiyanê û hevpariyê jî bidest dixe. Ez bang li gelê Îdirê dikim ku bila biherikin ser sindoqan û mala xwe de nerûnên. Giringiya dengekê jî pir e. Dayikên birûmet, keç û xortên me bila biçin ser sindoqan û dengê xwe biavêjin. Lê tenê bi vê yekê jî xelas nabe û divê herkes xwedî li sindoqan derbikeve.”
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

15/05/2023
03:11 Kiliçdaroglû: Em ê di tura 2’yemîn de teqez bi ser kevin
03:06 YSK’ê rêjeya dengan eşkere kir
02:57 Erkek ê CHP’î: Hêj daneyên gelek sindoqan li pergalê nehatine barkirin
02:08 Li Qoserê polîsan tundî li du kesan kir
02:01 Li gorî YSK’ê derengketina hejmartina dengên derveyî welat tiştekî asayî ye!
01:49 Hat îdiakirin ku piştî hejmaran hevnegirtî deng hate betalkirin
01:15 Sirri Sakik: Ev bû 3 saet ku mirov nikarin tûrikekî bidin
01:10 Polîs bi mertalan ketin avahiya jimartina dengan
01:08 Li Mêrdînê sindoqa winda hate dîtin
00:50 Kiliçdaroglû: Îradeya gel bloke nekin
00:24 Wezîfedarên sindoqan li ber desteya hilbijartinê ya Amedê ketine dorê
00:06 YSK: Rêjeya sindoqên hatine vekirin ji sedî 69,12 ye
00:03 Muşahidên AKP’î deng careke din bi serokê sindoqê dan hejmartin
14/05/2023
23:59 Kesên AKP’yî hewl dan mudaxileyî jimartina dengên derveyî welat bikin
23:50 Şaredarê AKP’î îcar jî li edliyeyê rageşî derxist
23:46 Li Agiriyê rayên Partiya Çepên Kesk ji bo AKP-MHP’ê hatine nivîsandin
23:10 Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin ji MHP’ê re hatine nivîsîn
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan
16:16 AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir
16:11 Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye
16:10 Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin
15:57 Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li dibistanan geriya
15:57 Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
15:56 Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran
15:43 Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
15:00 Li navçeyên Stenbolê nelirêtî
14:54 Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin
14:16 Li Şirnexê gef li gundiyan xwarin, şande negirtin dibistanê, walî muşahid ji dibistanê derxistin
14:16 Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
14:15 Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin
14:01 Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn
13:53 Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e
13:52 Malbata Denîz Poyraz: Roja hesabpirsînê ye
13:44 Cerdevan bi tifingê kete dibistanê
13:35 Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan
13:21 Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide
13:04 Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî