Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve

  • rojane
  • 09:25 20 Gulan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Hevserokên HDP'a Şirnexê bal kişandin ser provakasyonên ku piştî hilbijartinê ji aliyê polîsan ve tên kirin û gotin ku hin hêzên tarî ji bo ku gelê Botanê di 28'ê Gulanê neçe ser sindoqan û gel çavtirsandî bikin serî li her cure provakasyon û lîstikan didin. Hevserokan bang li gel kir ku berbayê van provakasyonan nekeve û di 28'ê Gulanê de her kes biçe ser sindoqan.
 
Di 14'ê Gulanê de li Tirkiye û Kurdistanê bi milyonan kes çûn ser sindoqan. Di hilbijartinê de gelek neheqî hatin kirin. Ji herêmên ku herî zêde neheqî lê hatin kirin yek jê jî Şirnex bû. Şêniyên herêmê ku di bin siya polîs, leşker û cerdevanan de dengê xwe bikar anîn, rastî her cureyên êrişan hatin. AKP û alîgirên wê yên ku encama li bendê bûn bi dest nexistin, li gelek cihan êrişî peywirdarên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk kirin. Li herêmê ku Rewşa Awarte lê hatiye ragihandin, serî li gelek provokasyon tê dayîn. 
 
Ji roja hilbijartinê vir ve taxa Nûr û Cûdiyê yên Cizîrê di bin dorpêça wesayitên zirxî de ne. Wesayitên zirxî ku her şev bi karwanî li kolanan digerin sirûda "Mehter"ê û strana "Olurum Turkiyem" (Ez bimirim ji bo te Tirkiye) bi dengekî bilind tê guhdarkirin. Bi vî awayî tê xwestin ku gel tehrîk bibe. Her wiha komeke bi rûpoş û nayê zanîn ka kî ne û polîs pev diçin. Piştî vê polîs, li taxan gaza îsotê direşînin. 
 
Şêniyên ku van taxan dibêjin ku ev kes ji aliyê polîsan ve bi daxwaza rayedarên AKP'ê yên herêmê ve hatine peywirdarkirin.Lê balkêş e ku çapemeniya alîgir û hin bikarînerên medayaya sanal ku alîgerên AKP'ê ne dîmenên ji nêz ve hatine wergirtin belav dikin û kesên di dîmenan de wekî HDP'î binav dikin û HDP'ê dikin hedef. 
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Sabuha Akdag û Abdullah Gungen der barê hêzên ku dixwazin li herêmê bibin cihê aloziyê û hewledanên provakasyonan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivin. 
 
'ÇI POLÎTÎKAYEKE QIRÊJ HEBE DÊ BIKIN'
 
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen bal kişand ser giringiya hilbijartinê û diyar kir ku herêma Botanê niha bi Rewşa Awarte (OHAL) tê birêvebirin û wiha axivî: "Ev hilbijartin, ji bo me xwedî giringiyeke mezin e. Ev hilbijartin ji bo me hebûn û nebûna tevahiya civakê ye. Ev pergala ceberût ku 20 sal in li ser desthilatdariyê ye tişt nema ku nekir û her cure êriş pêk anîn. Ji van êrişan herî zêde jî herêma me Botanê para xwe girt. Niha li Botanê OHAL heye. Her navçeyeke me, gundekî me di bin dorpêçê de ye. Roja hilbijartinê ku hê encama hilbijartinê diyar nebû hemû çete û alîgirên wan daketin kolanan û bi çekên mezin pîrozbahî kirin. Rewşeke weke darbeyê çêbû. Ev pergal ji bo ku neçe çi polîtîkayên qirêj hebin dê pêk bînin. Me ji roja ewil biryara xwe daye û gotiye li dijî vê pergalê çi bikeve ser milê me bi awayekî demokratîk em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Li Kurdistanê rêjeya herî zêde ya dengan a Kiliçdaroglû bû. Li Şirnexê ji sedî 75 deng ji Kilicdaroglû re çûn. Cara yekemîn e ku di kesayeta Kiliçdaroglû de dengeke wiha ji Kurdistanê derdikeve.Ji bo ku ev zilm û zordestî bi dawî bibe, gel biryara xwe da. Di vê hilbijartinê de gotin,'em ê li hemberî vê zilmê bisekinin.' Bêgûman tişta ku niha tehemûl nakin jî ev e. Ji ber vê jî tişta ku ji destê wan tê dê bikin."
 
HEWLEDANÊN PROVAKASYONÊ
 
Gungen anî ziman ku li ser medyaya sanal partiya wan û herêm tê reşkirin û got ku hêzên desthilatdar li herêmê di nav hewldanên provakasyonê de ne û wiha domand: "Niha jî li ser hesabên medyaya civakî bajarê me û partiya me reş dikin. Weke ku ev gel şer dixwaze, bêaramiyê dixwaze û pêvçûnê dixwaze nîşan didin. Li dijî van aloziyan armanceke me heye û ew jî çareserkirina pirsgirika kurd e. Ev tiştê ku niha li vê herêmê çêdibin û dixwazin têxin stuyê me, tu eleqeya me pê re tune ye. Di van rojên dawî de li navçeya me Cizîrê wesayitên wan ê zirxî bi karwanî dikevin nava kolanan û sirûda 'Mehter' û strana 'Olurum Turkiyem' vedikin û gel tehrîk dikin. Bi zanebûn dixwazin ku provakasyonekî derxînin. Kesek ji me ne li hemberî alayê ye û tişteke din e. Çima di vê pêvajoyê de vî tiştî dikin? Şik û gumanên me hene. Niha bi hinceta ku ciwanan kevir avêtine bi seatan taxên me di bin îsota gazê de dihêlin. Ji bo çi, dixwazin pêşî li ber provakasyonê vekin? Em li dijî vê ne. Dixwazin ku van kirinên xwe bi me ve girê bidin û pêşiya hin tiştan bigirin. Lê  teqez em li hemberî van kirina ne. Li dijberî vê ji bo ku ev şer û pêvçûn bi dawî bibe em dixwazin di atmosfereke aram de hilbijartinê derbas bikin. Ev kirin bêyî îradeya vê civakê ne. Bi van kirinan dixwazin civakê ji me dûr bikin. Lê bila gelê me bizanibe ku em tu tiştê ku ew jê aciz in em nakin." 
 
'BILA GELÊ ME BIÇE SER SINDOQAN'
 
Abdullah Gungen da zanîn ku hin hêzên tarî ji bo ku gelê Botanê di 28'ê Gulanê neçe ser sindoqan serî li her cure provakasyonan didin û got:"Bi van pêkanînan dixwazin çavê gel bitirsinin û nehêlin ku gel biçe ser sindoqan. Roja hilbijartinê jî serî li her êrîşî û listîkan dan lê gel bersiva pêwîst da wan. Ev polîtîkayên wan ku xwestin gel ji sindoqan sar bikin, dê negihîjin armanca xwe. Bila gelê me berbayî provakasyonan neke. Ji bo ku bi ser bikevin ew ê serî li her tiştî bidin. Ji ber ku ev 20 sal in ev zordestî li ser gel tê meşandin. Ji ber ku dizanin ev gel dê di sindoqan de hesab ji wan bipirse. Banga me ji gelê me heye ku biçin ser sindoqên xwe û dengê xwe bi kar bînin. Li dijî vê zilmê divê em destê xwe bidin hev û vê pergalê bişînin.Ji bo ku ev pergala yekzilamî biçe em biçin ser sindoqan." 
 
'DIVÊ GELÊ ME HIŞYAR BE'
 
Hevseroka HDP'ê Sabuha Akdag jî bal kişand ser provakasyonan û gel hişyar kir ku neyên provakasyonan û ev bang kir: "Em di hilbijartineke dîrokî re rû bi rû ne. Me di tûra yekemîn de desthilatdarî nehilweşand, lê divê gelê me bêhêvî nebe. Em dixwazin jin, dayik û bi taybetî jî ciwanên me li ku bin xwe bigihîjinin sindoqên xwe û dengê xwe bidin. Ji ber ku hêza me heye ku em di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Bangawaziya min ji gelê me ew e ku di 28'ê gulanê de xwedî li dengê xwe û îradeya xwe derkeve. Ji bo ku ev nijadperestiya ku bi salan bi dawî bibe divê em biçin ser sindoqan. Hêviya me heye ku ev desthilatdarî hilweşe. Em dikarin bi pêşengiya jinan vê desthilatdariyê bi dawî bikin. Di tûra yekemîn de tevahiya Kurdistanê bersiveke gelek xurt da. Gel ji bo ku ev şerê heyî bi dawî bibe dengê xwe da. Niha di nav hewldanan de ne û li navçeyên me provakasyonan dikin. Ji ber vê jî divê gelê me li dijî van provakasyonan hişyar be û berbayî wan nekeve. Em biçin ser sindoqan û bersiva wan bidin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

20/05/2023
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin