Lêgerîna madenê ya Çiyayê Bezarê xwezayê talan dike û rê li ber nexweşiyan vedike

  • rojane
  • 09:26 26 Gulan 2023
  • |
SEMSÛR - Şirketa Etî Bakir a Cengîz Holdingê ya li Çiyayê Bêzarê ya Semsûrê bi lêgerîna madena zêran xwezaya herêmê talan dike û lêgerîna madenê ya bi siyanurê rê li ber nexweşiyan vedike. 
 
Şîrketa Etî Bakir a Cengîz Holdîngê ku di sala 2012'an de li Semsûrê xebatên xwe dan destpêkirin, nêzî 8 sal in li Çiyayê Bêzarê ku di navbera navçeya Çêlikan û Semsûrê dimînê lêgerîna madenên zêran dike. Bi lêgerîna madenan re Etî Bakirê tesîsen xwe li çiya ava kirin û her derê çiya hatiye qulkirin. Şîrketa Etî Bakir a li Çiyayê Bêzarê lêgerîna madena zêran dike, xwezaya gundên Bukan û Qarikan ên nêzî Çiyayê Bêzarê ne jî talan dike. Giyayên derdora çiya tevî demsala biharê ye jî hişk bûne. 
 
Çiyayê Bêzarê ku cih û warê pezkoviyên Semsûrê bû, bi lêgerîna madenan re pezkovî jî ji cih û warê xwe dûr ketin. Her wiha li ser rêya navçeya Çêlikan ku herêma gundên Şexbor, Şenikan, Qarikan û Bûkan e bi çêkirina bendav û lêgerîna madenên zêran xwezaya gundan jî tê texrîbkirin. Xwezaya Semsûra ku nîviyê bajêr di erdhejê de hilweşiya jî bi bendav, lêgerîna madenan tê hilweşandin û talankirin.
 
 
XETEREYA SIYANURÊ
 
Li Çiyayê Bêzarê ku ji ber lêgerîna madena zêran siyanur hatiye rijandin, zerareke mezin dide xwezayê û di pêşerojê de ji bo jiyana mirovên li herêmê dijîn xetereyan derdixe. Sîyanur dikeve nava av û axê û demekê dirêj li xwezayê winda nabe. Ji ber ku tev li ax û avê dibe bi rê ya avê dikeve bedana mirovan û nexweşiyan derdixê. Sîyanur dibe sedema mirinê û gelek nexweşiyên cur bi cur. Çiyayê Bezarê ku tevahî di nav sîyanurê de ma ye xetereyên jiyana mirovên li herême bi awayekî zelal dide xuyandin. 
 
LI BEZARÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIBÛN BIKARANÎN
 
Di 16'ê gulana sala 1994'an de li Çiyayê Bêzarê ya navbera navçeya Çêlikan û Semsûrê 6 jê gerîlayên PKK'ê 28 ciwan bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin.  Lêşkeran cenazeyê ciwanan ji bergîran ve girêdan û birin cem malbatên wan û 17 cenazê jî li navenda Semsûrê avetin kortike. li ser korta li goristana Karapinarê navên 28 ciwanan hatin nivîsandin û her sal 28 ciwan bi qurefîlan tên bi bîr anîn. Çiyayê Bezarê ku 29 sal berê bi çekên kîmyewî hat gulebarankirin niha jî bi lêgerîna madenan tê talankirin. 
 
Welatiyê bi navê Yûsiv Çitrik ku li gundê Qarikan a navbera navenda Semsûrê û navçeya Çêlikan nêzî çiyayê Bezarê dimîne tekildarî lêgerîna madena zeran a Etî bakir a holdînga Cengîz ji ajansa me re axivî û xetereyên lêgerîna madenê û bandora we ya xwezaya herême vegot.
 
'XWEZAYA HERÊME TÊ TALANKIRIN'
 
Çitrik diyar kir ku şîrketa Etî Bakirê bi kontrola desthilatê ve li çiyayê Bezarê madena zeran digerê û wiha got: "Bi lêgerîna madena zeran ve xwezaya me talan dikin. Li vir bi hezaran pezkovî û ajalên cur bi cur dijîn lê niha tu ajal li vir neman. Her wiha li herêmê giya niha ve hişk dibin ev yek ji bo pêşerojê wê xetereyên çawa li herême derkevin dide xuyandin. Em niha dibînin ev lêgerîna madenê zerareke çawa dide xwezayê, herî zêde jî bandor li ser gundê Bukan û Qarikan dike."
 
BANG LI EKOLOJÎSTAN
 
Çitrik bi domdarî destnîşan kir ku li herêma wan komkujiya xwezayî tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di bin çiya de 500 metro tunel hatine vekirin her derê çiya hatiye qul kirin. Kîmyaya xwezayê xira kirin. Li vir tenê şîrketek kar dike ji bo karkirina şîrketike xwezaya me tê talankirin. Bi vê yekê dixwazin herême bê mirov bihêlin. Di pêşerojê de hê zedetir wê bandor li xwezaya herême bike. Daxwaza me ev ê ku xwezaya me bê parastin. Banga me li hemû ekolojîst û demokratan ev ê ku li dijî vê yekê derkevin û pêşî li qîrkirina xwezaya bigrin. Em vê yekê naxwazin û qebûl nakin. Çend sal berê li vir tunel hilweşiya û karkerekî jiyana xwe ji dest da."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin