Siyasetzan Guney: Divê em bi îradeyeke xurt biçin ser sindoqan

  • rojane
  • 09:33 27 Gulan 2023
  • |
img
MÊRSÎN  - Siyasetzan Atîlla Guney diyar kir ku hilbijêrên zanebûna wan a siyasî herî zêde û xwedî helwestekî polîtîk hilbijêrên kurd in û wiha got: “Divê tevlibûneke xurt hebe û bi îradeyeke mezin em biçin ser sindoqan.” 
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê yên serokkomarî û parlamenteriyê de bi milyonan kes li Kurdistan û Tirkiyeyê çûn ser sindoqan. Di tûra yekemîn a hilbijartinê de ji namzetan tu kes jê bi ser neket û tûra duyemîn jî sibe tê lidarxistin. Bi milyonan hilbijêr sibe dîsa diçin ser sindoqê û dê dengên xwe bidin namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû û yê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan. 
 
Siyasetzan Atîlla Guney têkildarî encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê û hilbijartina sibe axivî. 
 
‘TIFAQÊN LI SER BAZARIYAN HATIN AVAKIRIN’
 
Guney, got ku dema li encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê dinihêre, dibîne ku siyaseta tifaqan gelek biwate û stratejiyeke rast nîne û wiha domand: “Girseyên xwedî îdeolojiyên cuda di bin heman sîwaneyê de tên ba hev û encamek ji vê derneket. Jixwe girseyên Tifaqa Milet ji hev cuda ne û vê yekê bandor li ser encamên hilbijartinê jî kir. Me dît ku hilbijêrên Partiya Îyî di hilbijartina parlamenteriyê de dan partiya xwe û di ya serokkomariyê de jî nedan Kiliçdaroglû. Ji her 10 hilbijêrên Partiya Îyî 4’an jê dengê xwe daye Sînan Ogan. Em dibînin ku Tifaqa Milet ji bilî bazariyan tu tiştekî jê çênebûye. Min di serî de gotibû ku ev partî dê li gorî tifaqê tevnegerin û wisa jî bû.” 
 
‘JI SEDÎ 60’Ê PARTIYAN NÎJADPERESTIN’ 
 
Bi domdarî Guney ev tişt anî ziman: “Ji 26 partiyên di pusulaya dengan de 20 jê xwedî zîhniyeteke nîjadperest, neteweperest û faşîst in. Di nava her du tifaqan de jî dengên neteweperestan pir zêde ne. Mixabin ji sedî 60’ê hilbijêran bi zîhniyeta nîjadperest û neteweperest tevdigerin. Dijbertî û gotinên nefretê yên di demên dawî de li dijî penaberan tên kirin, nîşaneya vê ne. Ewqas pirsgirêkên aborî û civakî hene lê namzet propagandaya xwe li ser dijbertiya penaberan dikin. Ev tiştekî tirsnak e. Di tûra duyemîn de bazariyeke pir qirêjtir û derexlaqîtir tê kirin. Ne diyare bê ka dê Partiya Zaferê dengê xwe bide CHP’ê yan ne lê bi dijbertiya penaberan dilê hilbijêrên Tifaqa Ked û Azadiyê dihêlin.” 
 
‘MIJAR NE MIJARA DENGDAYÎNA ŞEXSEKÎ YE’
 
Di berdewamê de Guney bal kişand ser mijara boykotê ku di demên dawî de tê nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Divê were zanîn ku tu dengê xwe nadî şexsekî, mijar mijara guherandina rejîmê ye. Em ê biryar bidin bê ka dê vê rejîma otorîter biguherînin an na. Li gorî min piraniya hilbijêrên Partiya Çepên Kesk û derdorên çep sosyalîst dê dîsa dengê xwe bidin Kiliçdaroglû. ” 
 
‘STRATEJIYA WAN RAST BÛ’
 
Guney, da zanîn ku Partiya Çepên Kesk li gorî hilbijartinên 2018’an pir zêde deng winda kiriye û ev nirxandin kir: “Di vê hilbijartinê de derbê herî giran li Partiya Çepên Kesk ket. Gelek sedemên vê yên civakî hene. Lê li gorî min stratejiya wan a hilbijartinê gelek rast bû. Tê nîqaşkirin; heke bi namzetê xwe ketibûna hilbijartinê dê ewqas deng winda bikirana yan na. Li gorî min dernexistina namzet, stratejiyeke rast bû. Heke bi namzetê xwe ketibûya hilbijartinê, îxtîmaleke mezin dê Erdogan bihata hilbijartin. Wê demê dê derdorên çep demokrat ên Tirkiyeyê hilbijêrên kurd tawanbar bikirana û bi gotina; ‘hûn vê rejîmê li ser pêyan digirin.’ Lewma stratejiya Partiya Çepên Kesk rast bû. Hilbijêrên kurd guh nedan bazariyan, li ser mijara guherandina rejîmê sekinîn û tifaqeke civakî çêkirin. Hilbijêrên kurd ne li gorî fermanan lê li gorî refleks û zanebûneke siyasî tevdigere. Lewma biryarên wiha dide. Li Tirkiyeyê hilbijêrên zanebûna wan a siyasî herî baş û li gorî saîkên polîtîk tevdigere, hilbijêrên kurd in. Tevî ewqas xeletiyan jî li gorî min dê dîsa biçin ser sindoqan. Hinek hesabên trol û sexte bangên boykotê dikin lê li gorî min dê piraniya kurdan dîsa biçin ser sindoqan. Me kurdan xeletî nekir. Ji hêla demokrasî û azadiyan ve di esasê xwe de tenê Partiya Çepên Kesk û kurd bi ser ketin. Di hilbijartinê de kî jî bi ser keve, hemû dinyayê dît ku temînata azadbûna civakên Tirkiyeyê kurd in.” 
 
‘DIVÊ EM BI TEVLIBÛNEKE XURT Û BI ÎRADEYEKE MEZIN BIÇIN SER SINDOQAN’ 
 
Guney, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî min aboriya Tirkiyeyê dê bi hilweşîneke mezin re rû bi rû bimîne. Ji ber hilbijartinê zextek li ser enflasyon û dovîz tê kirin lê dibe ku ji roja duşemê ve aborî biteqe. Tevî rewşa neyînî jî li gorî min divê gel bi îradeyeke xurt biçe ser sindoqan. Divê kesek guh nede bangên boykotê. Hewceye bi tevlibûneke xurt û bi îradeyeke mezin em biçin ser sindoqan.” 
 
MA / Dîlan Akyol
 

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin