Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn

  • rojane
  • 10:00 22 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re neke, li ser hev du "cezayê dîsiplînê" li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê birîn. Hat zanîn ku "cezayeke dîsiplînê" yê din jî li Ocalan hatiye birîn. 
 
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Îmraliyê de ji bo hevdîtinê di 10'ê Tîrmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. 
 
Dadgeriyê di 18'ê Tîrmehê de serlêdanê red kir û diyar kir ku li Abdullah Ocalan û girtiyên din ên 28 meh in nikarin hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbatên xwe re bikin, "cezayeke dîsîpîlînê" yê din jî hatiye birîn. Dadgeriyê biryara xwe di 19'ê Tîrmehê de ragihand parêzeran, lê negot ceza kengî û ji bo çi hatiye birîn. 
 
HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN
 
Serlêdanên malbatan ên ji bo hevdîtinê ku bi rêya parêzeran dikin, an nayên bersivandin an jî bi hinceta "cezayê dîsiplînê" tên redkirin. Qedexekirina hevdîtina bi malbatan re di 18'ê mijdara 2021'ê de bi dawî bûbû, lê jui ber ku serlêdanên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nehatin bersivandin, parêzer di 28'ê adara 2022'yan de careke din serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin hevdîtinên bi malbatê re bên kirin. Dadgeriyê di 29'ê Adarê de bersiv da û serlêdanê red kir. Dadgeriyê ji bo sedema redkirinê jî, derpêş kir ku di 3'yê sibata 2022'yan de ji bo 3 mehan cezayekî dîsiplînê yê nû li Ocalan hatiye birîn û ceza di 21'ê sibatê de hatiye erêkirin. 
 
SERÎ LI AYM'Ê DAN
 
Parêzer piştî vê biryara dadgeriyê di 12'ê gulanê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Patrêzeran di biryara xwe de îşaret bi bal kişandin ser awayê bêpêwendiya mutleq "incommunicado"yê diyar kirin ku mafê rêza li jiyana malbatê û taybet û mafê parastinê û darziandina adil hatiye binpêkirin. 
 
Her wiha parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî piştî ku di 7'ê hezîranê de 3 meh cezayê qedexekirian hevdîtina bi malbatê re yê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatibû birîn bi dawî bû, xwestin teblîxî wan bê kirin ku ka cezayekî dîsiplînê yê nû heye yan na. Dadgeriyê ji bo biryara redkirinê got, "cezayên dîsiplînê hê didomin." Piştî vê di 15'ê hezîranê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê hat dayîn. 
 
CEZAYEKÎ NÛ
 
Piştî vê îtirazê dadgehê di 23'yê hezîranê de bersiv da û got di 31'ê gulanê de li Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din 3 meh cezayê dîsiplînê hatiye birîn û îtirazê red kir. 
 
BERÎ KU DEM TEMAM BIBE CEZAYEKÎ DIN
 
3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatê yê li Abdullah Ocalan hatibû birîn, di 15'ê îlonê de temam bû. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî bidawîbûna qedexeyê di 16'ê îlonê de ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serlêdan nehat bersivandin. Piştî vê parêzer di 23'yê îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û doza hevdîtina bi malbatêr e kirin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, di 5'ê cotmehê de serlêdanê red kir. Dadgeriyê derpêş kir ku 3 meh cezayê dîsiplînê yê ku di 9'ê îlonê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn, di 28'ê îlonê de teqez bûye. 
 
Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû girtin. Abdullah Ocalan di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan ragihandibû ku ev hevdîtin jî di nîvî de hatiye qutkirin.
 

Sernavên din

26/07/2023
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
15:01 Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin
14:47 Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê
14:21 Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin
14:09 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome
13:15 Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû
13:06 DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin
12:47 Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?
12:44 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan
11:35 Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin
11:25 Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:02 Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin
10:07 AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da
10:00 Şewata li Kemerê sê roj in didome
09:53 Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
09:02 ‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne'
09:01 Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin
09:01 Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
09:01 'Divê xwedî li rojnamevanan bê derketin'
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
25/07/2023
23:20 Li Rûbarokê leşkeran 4 ciwan binçav kirin
21:28 Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
18:42 Rojnamevan Akyuz, Yukler û Denîz hatin berdan
17:55 Nûçegihanê me Arslan hat girtin
16:44 Ji rojnamevanan pirsa ‘Çima te twît parve kiriye’ hat kirin
16:19 Hejmara rojnamevanên hatine binçavkirin derket 5’an
15:39 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber wezaretê protestoya zemê li dar xist
15:20 Li Hezexê agir bi çoltera gundekî ket
15:18 Akin: Operasyonan û tundiyê bi dawî bikin
15:00 Di erdheja Edeneyê de 8 kes birîndar bûn
14:43 Li dijî bihakirinê nerazîbûn: Tenê lêçûnên bombeyan ji bo budçeya gel bes e
14:33 Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê zextên li ser rojnamevanan şermezar kir
14:22 Li ser sînor liv û tevgera ambulans û helîkopteran
14:12 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat binçavkirin
13:28 7 aktîvîstên kurd ku mudaxileyî şewatê kirin mayîn bi wan ve teqiya
13:23 ÎHD’a Îzmîrê: Li girtîgehên Egeyê 785 binpêkirinên mafan qewimîne
12:54 DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin