‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'

  • rojane
  • 09:01 19 Tebax 2023
  • |
img
BEDLÎS - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan diyar kir ku li navçeya Xîzan û navçeya Tetwan ên Bedlîsê bi qedexeyên fîlî operasyonên leşkerî tên kirin û got ku desthilat encamên hilbijartinê hezm nekiriye û ji ber vê bajêr kiriye hedef. 
 
Operasyona leşkerî ya ku piştî qedexeya 2'yê Tîrmehê ya li gundên Hûzeran Akûnîs, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kûran û Mezra Pisyan ên Tetwana Bedlîs hat ragihandin dest pê kir, didome. Her wiha di 10'ê Tebaxê de jî li gundê Peyîndas ê Bedlîsê leşekr û ecrdevanan gund dorpêç kirine û bi awayekî fîlî qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qedexeya li Peyîndasê didome. Di van operasyonan de ji her du navçeyan 5 kes hatin girtin û gelek welatî jî di dema binçavkirinê de hatin îşkencekirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan diyar kir ku dê operasyonên leşkerî yên li navçeya Xîzan û navçeya Tetwanê bidomin û got ku sedema operasyonan encamên hilbijartinê ye û ji ber ku desthilat ev encam hezm nekirine bajêr kiriye hedef. 
 
QEDEXEYA FIÎLÎ DIDOME
 
Olan bal kişand ser êrişên li ser gundan û got ku bi van êrişan qadên jiyanê tên tengkirin. Olan anî ziman ku derdorên muxalif li ber talankirina erdnîgariya Kurdistanê xwe li bêdengiyê datînin û got ku bi hinceta "ewlehiyê" her roj erdnîgariya Kurdistanê tê texrîbkirin û ji mirovan tê xalîkirin. Olan destnîşan kir ku hemû deverên gelê kurd tên texrîbkirin û bi vî awayî polîtîkaya cezakirin û tolhilanînê tê pêkanîn.
 
Olan axaftina xwe wiha domand: "Hê jî li Bedlîsê li gelek gundan qedexeya 'fiîlî' didome. Niha li gundê Peyîndasê gel tê mexdûrkirin. Gund hatiye dorpêçkirin û bi awayekî bêhiqûqî tahde li gundiyan tê kirin. Li gund 10 kes hatin binçavkirin. Yek ji wan hat îşkencekirin û 3 kes hatin girtin. Dê operasyonên li herêmê bidomin. A rast ev yek ji ber nehezmkirina encamên hilbijartinê ye. Desthilat dixwaze heyfê ji herêmê bistîne. Û tekane armanca wê herêmê ji mirovan xalî bike. Car din dixwaze gundan vala bike. Zorê dide gel ku dest ji gundên xwe berdin." 
 
TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ
 
Olan diyar kir ku desthilat zemîna hilbijartinên herêmî amade dike û got ku Bedlîs ji bo desthilata heyî bûye birînek. Olan destnîşan kir ku Bedlîs bi awayekî eşkere hedef hatiye girtin û wiha got: "Lê divê em li dijî vê bêhiqûqîtiyê, zilmê û îşkenceyê û zorbetiyê bibin yek û bi awayekî rêxistinkirî bitêkoşin. Ev ax, axa gelê kurd e û ev gel bi salan e li erdnîgariya Kurdistanê jiyana xwe didomîne. Tevahiya kokên wan, nasnameyên wan, dîrokên wan û pêşiyên wan li vir e. Bedêlên giran dane. Em dixwazin xwedî li vê erdnîgariyê, li van gundan û bajaran derkevin. Ev jî bi yekîtî û têkoşîneke rêxistinkirî pêkan e. Tu bêhiqûqîtî, zilm û zorbetî nikare me ji axa me, edetên me û çanda me û têkoşîna me bike. Em ê her û her azadiya xwe, axa xwe û nasnameya xwe biparêzin." 
 
MA / Rûken Polat
 

Sernavên din

20/08/2023
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Li Germencikê derbarê îşkenceya polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin
11:12 Li Amedê dê li dijî tiryakê kampanya bê destpêkirin
10:44 Faîl Mûsa Orhan hê jî serbest e: Daraz bialî tevgeriya
10:42 Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê mehê carekê derdixin revîrê
10:18 Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne
09:56 Xerabeyên erdhejê yên li Musolarê hêj nehatine rakirin
09:15 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe berfireh dibe
09:06 Parêzera kesên ku li Peyîndasê hatine girtin: Armanc çavtirsandina gundiyan e
09:05 'Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî eşkere tê pêkanîn'
09:04 Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye
09:03 Ji AKP'ê xebera nebixêr: Dê li ser Çemê Dîcleyê bendaveke din jî bê çêkirin
09:02 Li Gabarê birîna daran didome: Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin
09:01 Beşdarbûna Diyanetê ya Doza Kobanê: Diyanet bûye memûrê dewletê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2023'YAN
17/08/2023
23:07 Li Geverê gelek tax ji aliyên polîsan ve hatine dorpêçkirin
20:15 Li Colemêrgê ji kesên hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
19:38 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê serî netewînin
19:19 Jinan tayinkirina qeyûman protesto kir
18:30 Lijneya Rêveberiyên Herêmî: Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e
16:09 Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê ya Malbata Şenyaşar red kir
16:01 Li Amedê kesek hate girtin
15:52 Şanak li Depê bi çîçekan hate pêşwazîkirin
14:02 Li Îdirê êrişê tabelaya HDP’ê hate kirin
13:59 Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin
13:55 Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwar ceyrana 5 gundên Şirnexê birîn
13:20 Fatma Bûlût a di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:15 Karakaş 30 sal piştre li Nisêbînê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:12 Rojnameger Oruç ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket
12:42 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
11:54 Serokê Baroya Amedê Eren: Dê hewldanên me yên li dijî tecrîdê bidomin
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin