Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin

  • rojane
  • 16:37 17 Îlon 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî dorpêça polîsan jî êrişên PDK’ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê hatin protestokirin. 

Bertekên li dijî êrişa hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê ya li dijî mewziyên HGP’iyan ên li Grewriya Zîne ya qada Goşînê ya li çolterê Bradostê ya Herêma Federe ya Kurdistanê her ku diçe mezintir dibin. Êriş, îro jî li Stenbol û Mêrsînê hatin protestokirin. Êrişên PDK’ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin ên Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Taksîm Tunelê hatin protestokirin. 
 
Protesto bi dirûşma “Peywira me parastina destkeftiyên me û pêşîlêgirtina birakujiyê ye” hate lidarxistin û tevî nûnerên saziyan, gelek kesên din jî tev li bûn. 
 
BINÇAVKIRINÊN BERIYA DAXUYANIYÊ 
 
Beriya daxuyaniyê, Tunela Taksîmê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Evîn Genç jî di nav de 3 kes beriya daxuyaniyê li Cadeya Îstîklalê bêyî ku sedemek were nîşandan hatin binçavkirin. 
 
Tevî dorpêç û gefên binçavkirinê jî Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, parlamenterên Partiya Çepên Kesk û gelek kesên din ji avahiya Navenda Giştî ya HDK’ê ber bi Tunelê ve dest bi meşê kirin. Çawa ku kom gihişt tunelê hate dorpêçkirin. Çalakvanan diyar kirin ku li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê êriş hene û ev tişt anî ziman: “Li dijî polîtîkayên şer em wekheviya gelan diparêzin.” Çalakvanan bertek nîşanî dorpêçê dan û gelek caran dirûşma “Bijî biratiya gelan” berz kirin. Demek piştre polîsan bi tundî êrişî çalakvanan kirin û binçav kirin. 
 
'WÊNEYÊ FAŞÎZMÊ’
 
Cengîz Çîçek di dorpêçê de axivî û wiha got: “Bila neyê jibîrkirin. Gelê kurd wisa bi hêsanî nehat van rojan. Bi dehan salan li ber xwe da û wisa gihşt van rojan. Binêrin, li vir wêneyê faşîzmê heye. Niha êrişî gelê me dikin. Bi copan êrişî kesên li gel yekitiya neteweyî û di xwişk-biratiyê de israr dikin dikin. Vaye wêneyê faşîzmê ev e. Her wiha xuya dibe bê ka kî şer dixwaze. Bila soza me be ku em ê ji bo kurdan biratiyê û aştiyê bînin vê xakê.” 
 
15 KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Piştî daxuyaniyê, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Evîn Genç, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Mûrat Kamaz jî di nav de nêzî 15 kes hatin binçavkirin. 
 
TUNDIYA POLÎSAN A LI DIJÎ NEXWEŞÊ DIL
 
Di dema binçavkirina welatiyekî ya di dorpêçê de her çend ji polîsan re hatibe gotin ku nexweşê dil e jî, serê wî dan ber kulman û di encama tundiya bi dehan polîsan de hate binçavkirin. 
 
Polîsan, rojnamegerên nûçe dişopandin jî bi darê zorê ji qadê derxistin û nehiştin dîmenan bikişînin. 
 
MÊRSÎN
 
Êrişa PDK’ê di heman demê de li Parka Ozgur Çocuk a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê hate protestokirin. Walîtiya Mêrsînê beriya daxuyaniyê biryara qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan da. Polîsên ku biryara qedexeyê weke hincet nîşan dan, dor li parkê girtin. Tevî qedexeyê jî gelek kesên ji Edene, Dîlok, Osmaniye û Hatayê hatin tev li daxuyaniyê bûn. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Alî Bozan, Ayfer Kordu û Huseyîn Olan jî di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
Parlamenter Alî Bozan diyar kir ku ew ji bo bikaranîna mafên xwe yên qanûnî hatine ba hev û ev tişt anî ziman: “Walîtî bi vê biryara xwe mafên me asteng dike. Êdî dev ji lîstikên li ser kurdan berdin. Di heman demê de banga me ji bo PDK’ê ye; her çend Kurdistan 4 parçe jî be di roja me de bûye yek parçe. Gelê me yê li çar parçeyan jî şer û pevçûnan naxwaze.”
 
Girseyê piştre jî dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Zext nikarin me têk bibin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin û ber bi avahiya HDP’a Mêrsînê ve meş li dar xist. 
 

Sernavên din

18/09/2023
13:42 BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan
13:23 Leşkeran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û agir bi baxçeyan ket
12:53 Tevî rêziknameyê jî tembûra rojnameger Arslan nedanê
11:48 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:40 Zarokê di dawetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:15 Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
11:09 Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye