Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn

  • rojane
  • 15:49 20 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Di danişîna ewil a doza têkildarî îşkenceya li navçeya Licê li Y.D. yê 14 salî hate kirin de hatibû vekirin, polîsên bersûc beşdar nebûn. Y.D. tundiya polîsan vegot û daxwaza girtina bersûcan hate redkirin. 
 
YD’yê 14 salî di 21’ê adarê de li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû revandin û îşkencekirin. Derheqê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û ji 5 polîsên hatin binçavkirin 3 jê hatibûn girtin. Piştî îtîraza parêzerên polîsan, her 3 polîs jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Danişîna ewil a doza derbarê polîs Î.A., E.O., G.B., A.O. û H.Ç. de hatibû vekirin li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Licê hate lidarxistin. Polîsên ku bi sûcdariya “Bi zor û gefan kes ji mafê wî yê azadiyê bêpar hiştine” û “zerardane mal” tên sûcdarkirin tev li danişînê nebûn. Malbata Y.D., parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren û Halîde Turkoglû, parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Amedê di danişînê de amade bûn. Bi hinceta “eywan biçûke” destûr nehate dayîn ku rojnamevan danişînê bişopînin. 
 
TUNDIYA POLÎSAN VEGOT 
 
Dayik û bavê Y.D. yên di danişînê de mafê axaftinê wergirtin, diyar kirin ku ji polîsên bersûc gilîker in. Y.D. yê bi pedagogî re tiştên qewimîn vegot, wiha got: “Ez ji aliyê polîsan ve hatim girtin û li min dan. Hatim derbkirin û îşkence li min kirin. Pişt re ez li wesayîta zirxî siwar kirim, li wir jî li min dan. Ji min re gotin ‘Ji kurdan re xebaran bêje’ , ‘Ji Abdullah Ocalan re xeberan bêje’. Vîdeoya vê jî kişandin, Di wê navberê de gef li min xwarin û ez derb kirim. Bi kontaxa çekan li min dan. Pişt re destên min bi kelemçeya plastîk girêdan û avêtim kêleka rê. Ez ji çalê derketim ser rê. Kekoyekî di rê de derbas dibû ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Ji wir jî ez birim Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Li her du nexweşxaneyan jî polîsan ji min xwest ku ez giliyê wan nekim. Ez gilîker im.”
 
‘BILA LÊPIRSÎN WERE BERFIREHKIRIN’ 
 
Baroya Amedê û Şaxa ÎHD’a Amedê daxwaza tevlibûna dozê kirin. Dadgehê daxwaz redkirin. Bi daxwaza parêzeran zarok ji eywana danişînê hate derxistin. Parêzeren Y.D. diyar kirin, bûyer sûcê îşkenceyê ye, amadekirina îdianameyê ya bi vî şiklî xeletî ye. Parêzeran daxwaz kirin ku dosya biçe dadgeha cezayê giran, lêpirsîn were berfirehtirkirin û polîs bên girtin.
 
DÎMENÊN NAVA WESAYÎTÊ HATIN XWESTIN 
 
Parêzeran Rapora Lijneya Vêneranê ya Wezareta Karên Hundir derbarê polîsan de amade dike û dîmenên nava wesayîta maşîneya zirxî ku îşkence lê hatiye kirin xwestin. 
 
Parêzerên bersûcan jî diyar kirin ku muwekîlên wan ne guncav in, dixwazin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bibin, biryarên şertên kontrola edlî bên rakirin û telefonên wan ên hatine desteserkirin bên teslîmkirin. 
 
DAXWAZA GIRTINÊ RED KIR
 
Dadgehê piştî navbereke kurt, biryar da ku parastina polîsan bi fermanê bê wergirtin, daxwaza girtina polîsan red kir, şertên kontrolên edlî yên polîsan berdewam bike, polîs di danişîneke din bên amadekirin, ji bo qeyda kameraya nava wesayîtê ji Miduriyeta Polîsan a Bajêr re nivîs bê nivîsîn. 
 
Danişîn taloqî 24’ê çileya 2024’an kir. 
 
PIŞTÎ DANIŞÎNÊ DAXUYANΠ
 
Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Parêzerê malbatê Ramazan Karaalp, diyar kir ku heta ku polîs ji ber sûcê îşkenceyê ceza bigirin wê têkoşîna wan bidome. 
 
Parlamenter, Halîde Turkoglû, anî ziman ku li cem malbatê ne. Turkoglû, diyar kir ku îşkenceya li dijî zarokên kurdan pêk tê bûye sîstematîk û da zanîn ku zarokên kurdan bûne hedefa kesên di saziyên dewletê de dixebitin. 
 
Turkoglû, destnîşan kir ku îşkenceya li zarokan hate kirin îşkence ye û wiha got: “Em dixwazin her kes tev li vê pêvajoyê bibe. Rejîmeke ku dema faîl dibe dewlet bi necezakirinê destên xwe dihêjîne û digere heye. Em dixwazin ku ev hêzên ewlehiyê yên îşkence kirine bên girtin.”
 
 

Sernavên din

21/09/2023
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye
09:03 'Nikarin pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikin'
09:03 Çîftyurek: Divê gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:48 Li quntarê Gabar şewat
16:54 PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir
16:50 ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne
16:40 Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin
16:31 Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin
16:28 Danişîna doza Dêrikê hate taloqkirin
16:06 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî hemû Kurdistanê hatiye kirin
15:44 Li Colemêrgê tundiya li dijî bijîşk
15:39 Rapora gundê Çamiliyê: Divê bikaranîna çekan a bêpîvan bê lêkolînkirin
15:16 Doza îşkenceya li zarok hatiye kirin sibe tê lidarxistin
15:02 Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk: Divê em li dijî êrişan xwedî helwest bin
14:31 Akin: Li Meletiyê jiyana gel di xetereyê de ye
14:27 Bavê wî anîbûn ber avahiya HDP’ê: Hat îdiakirin ku Elîçumuş ê HPG’î jiyana xwe ji dest da
14:26 Di doza Malbata Dedeogûllari de daxwaza parêzeran hate redkirin
14:18 Doza hevşaredariyê: Dadgehekê biryara beraetê û ya din jî ceza da
14:17 Hat îdiakirin ku di bombebarana li gundê Banayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:43 Li Rihayê tundiya li dijî tenduristvanan: Kesên tevdîran nagirin berpirsyar in
13:41 Şaredariya Erxeniyê dê li Mala Mamosteyan firaqxaneyê çêbike
13:14 Azerbaycanê li dijî Qerebaxê operasyona leşkerî da destpêkirin
13:07 Akdemîr ê ji girtîhê derket: Em ê ji bo azadiyê bêhtir têbikoşin
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan ê 30 meh in agahî jê nayên girtin re serlêdan hate kirin
12:24 Zanyarê kurd Apê Mûsa dê li cihê hat qetilkirin bê bîranîn
11:42 Li du bajaran 12 kes hatin binçavkirin
11:32 Starta kampanyaya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ dê bê dayîn
11:30 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
11:24 Artêşa Iraqê: Balafira êrişî balafirgeha Silêmaniyeyê kirî ji Tirkiyeyê rabû
11:10 Karkerê di bin hesinan de ma jiyana xwe ji dest da
10:53 Cenazeyên kesên li Daraqolê jiyana xwe ji dest dayîn rakirin ATK’ê
10:53 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo qedexeya Qada Galatasarayê hate kirin red kir
10:52 Doza Emîne Şenyaşar bi sedema ‘dadger tune ye’ hate taloqkirin
10:42 Erdogan ji pirsa rojnameger aciz bû: Ev çima te eleqedar dike?
10:40 Komeleya Wêjekarên Kurd: Êrişa li dijî avahiya KNK’ê tarûmarkirina yekitiya netewî ye
10:39 Tevî biryara Dadgeha Bilind jî înfaza girtiyê felcî hate şewitandin
09:47 KNK: Êrîşa Ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê, li dijî yekîtiya neteweyî ye
09:32 Hevjîna Îbrahîm Ayhan: Xwe fedayî gelê xwe kiribû
09:31 Bi 'polîtîkayên şerê taybet' dest dirêjî wê hat kirin, paşê ew kirin sîxur
09:06 Lêkolîner û Nivîskar Aydin: Bi pêkhatineke çareseriyekê wê kurd û tirk rehet bibin
09:06 Der barê polîsê ku heqaret li serokê baroyê û êrişî parêzer kir de biryara neşopandinê
09:05 Xwestin girtî Nakçî sewqî Amedê bê kirin
09:04 Bişavtin li borega kurd tê ferzkirin
09:02 Apê Mûsa 31 sal berê hat qetilkirin: Dê kevneşopiya rojnamevanên berxwedêr tim bidome
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:57 Çoltara gundê Bana tê bombebarankirin
18/09/2023
23:25 Rêveberiya Xweser: Divê rê li ber êrîşkariya Tirkiyeyê bê girtin
21:57 KCD, DBP û TJA: Ên êrişî KNK'ê kirin êrişî yekîtiya neteweyî dikin
20:55 Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir
20:39 Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:05 Girtiyê nexweş Ozalp ji emeliyat bû
18:24 Li Bismilê du malbat bi hev ketin: 3 kes mirin
17:33 Li balafirgeha Silêmaniyê teqîn
17:16 Têketina gundê Banayê hat qedexekirin
17:13 Li Hewlêrê li dijî avahiya KNK'ê êrişa çekdarî: Kesek hat qetilkirin
16:11 Tehliyeya Bat careke din hate taloqkirin
14:46 Platforma Jinan a Enqereyê: Êrişên li dijî jinên kurd zêde bûn
14:35 PDK li Geverê hate protestokirin
14:25 Akin: Îktîdar bi sepanên dermirovî rê li ber karesatên mezin vedike
14:14 Nûnerên THÎV'ê hatin beraetkirin
13:59 Recep Balta li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:51 Îtîrazên ji bo nivîskar Menaf Osman hatin redkirin
13:42 BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan
13:23 Leşkeran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û agir bi baxçeyan ket
12:53 Tevî rêziknameyê jî tembûra rojnameger Arslan nedanê
11:48 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da