Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin

  • rojane
  • 09:58 24 Îlon 2023
  • |
COLEMÊRG - Xizmên Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Bulbun, bertek nîşanî bêdengiya PDK’ê dan û wiha gotin: “Denîz, ji bo gelê kurd têkoşiya. Divê kesek li hemberî vê bêdeng nemîne. Hewceye kujer bên girtin.” 
 
Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun di encama êrişeke di 18’ê îlonê ya li Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bulbun bi tevlibûna bi hezaran kesan pêr li gundê Dêlezê yê Gever a Colemêrgê hate definkirin. Bi ser qetilkirina Bulbun re 5 roj derbas bûn lê hêj faîl an jî faîlên wî nehatine girtin. Di vê navberê de bertekên li dijî bêdengiya PDK’ê jî didomin. Xizmên Bulbun ên li gundê Dêlezê dijîn xwestin ku kujerên Bulbun bên girtin. 
 
'BILA KUJER BÊN GIRTIN’ 
 
Ji xizmên Bulbun, Mehmet Reşît Ozkesîcî got ku bi ser bûyerê çend roj derbas bûne lê hêj jî faîlên wî nehatine girtin. Ozkesîcî, wiha domand: “Hewceye faîlên mamoste Denîz bên girtin. Denîz, mamoste bû û ji bo yekitiya gelê kurd têdikoşiya. Denîz, zarokê vî gundî bû. Tu caran xerabî li tu kesekî nekir û em nebawerin ku zirara wî gihiştibe kesekî. Kujerên Denîz hêj jî li Başûr in û divê hikûmeta Barzaniyan faîlên wî derxînin holê. Hêj tu bûyerên din ên bi vî rengî neqewimîn divê pêşî li ber were girtin.” 
 
'BI HEZARAN DENÎZ DIJIÎN’
 
Gulsum Kiliçoglû jî diyar kir ku yek ji berpirsyarên bûyerê PDK ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbat û hikûmeta Barzanî li dijî zarokên kurd di nava xiyanetê de ne. Em bi şehîdê xwe serfiraz in û serê me bilind e. Em bi vê têkoşînê serbilind in. Bes e êdî, em vê helwesta hikûmeta Barzaniyan qebûl nakin. Êrişa hatiye kirin şermezar lanet dikim. Divê hemû kes li dijî vê bêdengiya Barzaniyan dengê xwe bike. Malbata Barzaniyan neçare ku kujerên Denîz bigirin û bînin ber destê me.” 
 
Kiliçoglû, bi domdarî got ku tekane çeka Bulbun pênûsa wî bû û ev tişt anî ziman: “Tenê ji bo yekitiya kurdan û kurdî dixebitî. Denîz, ji bo her kurdekî/e xwedî şeref têkoşiya. Divê gelê kurd jî li dijî vê bêdeng nemîne. Divê kujerên wî bên girtin. Kesên Denîz qetil kirin divê ji bîr nekin ku Denîzek çû lê bi hezaran Denîz hêj dijîn.” 
 
'ÎRO DENÎZ SIBE KESEKÊ/A DIN E’
 
Ebubekir Kiratli jî got ku nayê qebûlkirin ku tevî ewqas rojan jî derheqê qetilkirina Bulbun de tu daxuyanî nayên dayîn û wiha got: “Em dixwazin ev bûyer bê ronîkirin. Ev hefteyeke em li benda rêveberiya Iraqê ne ku daxuyaniyekê bide. Em li benda vê daxuyaniya wan in; kesekî ev suîqest pêk anî û em ê wan bigirin. Bêdengiya rêveberiya Iraqê êşa me girantir dike. Piştî ku ceza li birîn, Denîz çû cihên dûr. Tu ji kê bipirsî bipirse, yek kes aliyekî xerab ê Denîz nabêje. Tu zirar nedabû tu kesî. 
 
Kiratli, axaftina xwe wiha qedand: “Mirina Denîz, bandoreke mezin li hemû kurdan kir. Tu tiştek ji wê xerabtir nîne ku mirov ji bo gelê xwe kedê bide û di nava gelê xwe de were qetilkirin. Denîz, bi pênûs û zimanê xwe yekitiya gelê kurd diparast. Tekane çeka wî pênûsa wî bû. Zarokên me fêrî kurdî dikir û rê nîşanî wan dida. Tenê ji ber pênûsa xwe hate qetilkirin. Îro Denîz heval hate qetilkirin û dê sibe kesekê/a din were qetilkirin. Divê pêşî li van sûîqestan were girtin. Divê hikûmeta Iraqê vê bêdengiya xwe bi dawî bike. Ew der xaka me ye û kengî em bikevin zorê berê xwe didin wir. Ew der malbata me ye û heke em li ser xaka malbata xwe neyên parastin gelo dê li ku bên parastin? Divê faîlên vê sûîqestê di zûtirin demê de bên dîtin. Yekitî û hevgirtina gelê kurd pir girîng e. Bila êdî kurd kurdan nekujin. Em naxwazin bira bibe kujerê birayî. Em bi yekitî û hevgirtina xwe bi destên hev bigirin û ji şer û komkujiyan re bibêjin bes e.” 
 

Sernavên din

24/09/2023
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin