Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin

  • rojane
  • 11:53 3 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Tundiya polîsan a li dijî malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan a di çalakiya hefteya 700’an a Dayikên Şemiyê de bi rapora pisporan hate belgekirin. 
 
Di encama êrişa polîsan a bi gaza îsotê ya li dijî welatiyên ji bo beşdarî çalakiya hefteya 700’an a Dayikên/Mirovên Şemiyê ya xwestibûn di 25’ê tebaxa 2018’an de bibin, li Pasaja Hazzopûloyê disekinîn de gelek ji malbatên windakiriyan birîndar bûn û destê yek ji çalakvanan Aydin Aydogan şikest û gelek guleyên plastîkê li laşê wî ketin. 
 
Aydogan, yek malbatên windakiriyan Masîde Ocak û parazvana mafên mirovan Leman Yurtsever piştî êrişê serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabûn. Piştî ku dozgeriyê ji serlêdanê re biryara neşopandinê dabû, Aydogan mijar veguhestibû Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). AYM’ê piştî serlêdana kesayetî diyar kir ku hêzên ewlehiyê “qedexeya mûameleya nebaş” binpê kirine û biryar da ku hêzên ewlehiyê bên darizandin û 60 hezar lîre tazmînata manewî ji Aydogan re bê dayîn. 
 
Di pêvajoya piştî biryara AYM’ê pêşveçû de biryar hate dayîn ku dosya ji Buroya Lêpirsînên Sûcên Memûran a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re bê şandin, şahit bên guhdarkirin û girêdayî dîmenên di dosyayê de cih digirin dosya ji aliyê kesên pispor ve bê lêkolînkirin. 
 
ÊRIŞA POLÎSAN DI RAPORÊ DE CIH GIRT
Rapora pisporan a di encama lêkolîna bi giştî 17 dosyayên ji dîmen û wêneyên protestoya Dayikên Şemiyê pêk tê de hat amadekirin, hat aşkerakirin.
 
Di raporê de dîmenên tundiya polîsan a bû sedem destê Aydogan bişikê hat lêkolînkirin û hat destnîşankirin ku “Di dîmenê de, tê dîtin ku polîs bi pêş ve diçin û di vê demê de polîsek tê dîtin ku bi destê zilamekî re girtî ye” û “Di saniyeya 13’emîn a dîmenê de tê dîtin ku polîs wî kesê ku bi destê wî re girtî ye dehf dide û diavê pêş û di qeyda vîdeoyê de jî tê dîtin ku zilamê cilên reş li xwe kiriye, di encama dehfdana polîs ketiye erdê.”
 
POLÎSAN BI GAZA ÎSOTÊ MUDAXILE KIRIN 
Di raporê de dîmenên kêliya ku polîsan li dijî çalakvanan gaza îsotê bikaranî ye jî hate nirxandin.
 
FÎŞEKA PLASTÎK A AYDOGAN BIRÎNDAR KIR
 
Di raporê de wêneyên fîşeka plastîk a polîsan ku bû sedem Aydogan ji laşê xwe birîndar bibe jî cih girt. 
 
DI DEMA BINÇAVKIRINÊ DE TUNDÎ HATE KIRIN 
 
Her wiha, di raporê de dîmenên tundiyê yên ku polîsan di dema binçavkirina xizmên windakiriyan û parêzvanên mafên mirovan de li wan kirin jî hat lêkolînkirin û hat destnîşankirin ku “Di deqeya 10’emîn û 40’emîn a qeyda vîdeoyê de, polîsekî dema kesek binçav dikir, stûyê mêr şidandiye, hatiye dîtin ku polîsî dema çalakgerê li ber xwe dida li erdê rûdinişt bi çokê xwe lê xistiye.”
 
MUDAXILEYA POLÎSAN A GARO PAYLAN 
 
ist-03-10-2023-cumartesi-anneleri-700-hafta-eylemi-bilirkisi-raporu-aciklandi (5)
Di raporê de her wiha dîmenên kêliyên ku parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê wê demê Garo Paylan rastî tundiya polîsan hat jî, hat lêkolînkirin.
 
MA / Îbrahîm Irmak
 
 
 

Sernavên din

03/10/2023
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'
22:02 Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê
21:11 Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
19:21 Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan
15:59 Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin
15:29 ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî
15:18 Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin
14:55 Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
14:54 Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
14:33 Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî