Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?

  • rojane
  • 12:41 9 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Di lêkolîna Spectrum Hauseyê de hat diyarkirin ku Partiya Çepên Kesk dengên xwe diparêze û dengên AKP û CHP’ê jî dikevin. Piraniya beşdarên tev li bûn gotin ku “têkiliya rû bi rû” bêhtir bi bandor e û divê tev li pêvajoyên biryardayînê bibin. 
 
Navenda Fikr û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê  “Rapora meyla hilbijêrên kurd a di navbera du hilbijartinan de” amade kir. Lêkolîna qadê ji bo pîvana helwesta hilbijêrên kurd a di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2024’an de û diyarkirina faktorên bandorê li tercîhên wan ên siyasî dikin hatiye kirin. Di meha tebaxê de li bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Colemêrg, Agirî, Semsûr, Êlih, Qers, Şirnex, Mûş, Bedlîs, Erzirom, Çewlik, Sêrt û Dêrsimê bi hezar û 351 kesan re rû bi rû hevdîtin hatiye kirin. Ji sedî 57,7’î beşdaran zilam û ji sedî 42,3 jî jin bûn. 
 
HILBIJÊRÊN CIWAN JI ENCAMÊN HILBIJARTINAN DILXWEŞ NÎNIN 
 
Ji beşdaran encamên hilbijartinên 14-28’3e gulanê hate pirsîn bê ka jê dilxweş in an na. Ji sedî 22,6’î beşdaran gotin ku ji encaman dilxweş nînin; ji sedî 57,8’an got dilxweş nînin û bendewariyên wan nehatine pêşwazîkirin; ji sedî 11,2’yan gotin ku bi qismekî dilxweş in û qismekî bendewariyên wan pêk hatine. 
 
Hat destnîşankirin ku her ku asta perwerdeyê ya beşdaran zêde dibe, dilnexweşiya ji encamên hilbijartinan jî zêde bûye. Di astekî bilind de hilbijêrên ciwan ji encamên hilbijartinan dilxweş nînin û dibêjin ku bendewariyên wan pêk nehatine. Di kesên nîvsere û kal de jî ev rêje dikeve. 
 
JI HER DU HILBIJÊRAN YEK JÊ DI PARTIYA ÇEPÊN KESK DE YE 
 
Ji sedî 72,3’yê hilbijêrên AKP’ê ji bo hilbijartinên parlamenteriyê yên 14’ê gulanê gotin; “ez dilxweş im û partiya min bi ser ket.” Ji hilbijêrên Partiya Çepên Kesk ji sedî 76,3’yan û ji hilbijêrên CHP’ê ji sedî 77,4’an gotin “dilxweş nînim û bendewariyên min pêk nehatin.” 
 
Ji sedî 11,3’yê beşdarên Partiya Çepên Kesk û ji sedî 2,1’ê beşdarên CHP’ê gotin ku ji encamên hilbijartinan dilxweş in. 
 
Dema ji beşdaran pirsa “Di hilbijartina 14’ê gulanê de te dengê xwe da kîjan partiyê” hate kirin, ji sedî 51’ê beşdaran gotin ku dengê xwe dane Partiya Çepên Kesk. Ji beşdaran ji sedî 21,8’an gotin dengê xwe dane AKP’ê û ji sedî 14,1’an jî destnîşan kirin ku dengê xwe dane CHP’ê. 
 
Rêjeya kesên dengê xwe nedayîn jî ji sedî 5,8 hat ragihandin. 
 
CIWAN PIŞTGIRIYÊ DIDIN KÎJAN PARTIYÊ?
 
Ji sedî 57,6’ê beşdarên piştgirî didan Partiya Çepên Kesk mezûnên zanîngehê û ji sedî 63,3’yan jî di koma hîndekariya bilind de ne. Ji beşdarên ciwan ji sedî 60,2’yan diyar kirin ku dengê xwe didin Partiya Çepên Kesk. 
 
FAKTORÊN BANDORÊ DIKIN 
 
Di diyarkirina tercîha polîtîk a hilbijêrên kurd de “dilsoziya bi partiyê re” weke faktora herî girîng derket holê. Di lêkolînê de ev rêjeye ji sedî 30,9 derket. Di nava hilbijêrên ciwan de “bername û polîtîkayên partiyan” weke faktora diyarker; di nava hilbijêrên sere û kal de jî gelemperî faktorên “dilsoziya bi partiyê re” û “serokê partiyê” derketin pêş. 
 
Li gorî daneyan; di nava hilbijêrên AKP’î de faktora “serokê partiyê”, yên Partiya Çepên Kesk de “dilsoziya bi partiyê re” û di nava yên CHP’î de jî “bername û polîtîkayên partiyê” derketin pêş. 
 
RÊJEYA DENGÊN DI NAVA PARTIYAN DE TÊN Û DIÇIN 
 
Di çarçoveya lêkolînê de cih dan tercîhên hilbijêran ên hilbijartinên giştî yên sala 2018’an. Ji sedî 51,1’ê hilbijêran gotin ku dengê xwe dane HDP’ê, ji sedî 22,3’yan dengê xwe dane AKP’ê û ji sedî 5’an jî dengê xwe dane CHP’ê. Ji sedî 82,1’ê hilbijêrên AKP’ê gotin ku di 2023’yan de dîsa dengê xwe dane AKP’ê. Ji sedî 3,7’ê hilbijêrên AKP’ê yên sala 2018’an dengê xwe dane CHP’ê, ji sedî 2,3’yan jî dengê xwe daye Partiya Çepên Kesk. 
 
Ji sedî 72,1’ê hilbijêrên CHP’ê yên sala 2018’an gotin ku dîsa dengê xwe dane CHP’ê. Ji sedî 84,9’ê hilbijêrên HDP’ê gotin ku di 2023’yan de dengê xwe dane HDP’ê. Ji sedî 9,7’ê hilbijêrên HDP’ê gotin ku di 2023’yan de derbasî CHP’ê bûne. 
 
PIRSGIRÊKA KURD Û ABORÎ
 
Ji hilbijêrên hilbijartina rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an ji sedî 50.8’an gotin dengê xwe dane HDP’ê, ji sedî 22.5’an dan AKP’ê û ji sedî 5.7’an jî dengê xwe dane CHP’ê. 
 
Li ser pirsa “di hilbijartina rêveberiyên herêmî yên dema pêş de divê çi polîtîkayên partiyên siyasî hebin”; ji beşdaran ji sedî 47.4’an got “başkirina derfetên îstîhdamê û pêşxistina aboriyê”. Ji sedî 17.3’yan jî gotin ku divê ji bo pirsgirêka kurd çareserî bên pêşkeşkirin. 
 
RÊYA HERÎ BIBANDOR: HEVDÎTINA RÛ BI RÛ
 
Ji beşdaran ji sedî 51.5’an diyar kirin ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bandora herî mezin peywendî û hevdîtinên rû bi rû ne. Ji sedî 16.4’an jî gotin “baş bi kar anîna medya û platformên dijîtal e.” Ji sedî 15.9’an gotin bi civînên li tax û semtan dê têkiliya bi hilbijêran re xurt bike. Ji sedî 13.8’an jî weke mitîng diyar kirin. 
 
PIRSA HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ
 
Ji beşdaran ji sedî 50,6’an gotin ku dê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2024’an de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji sedî 17.2’yan gotin AKP û ji sedî 7.2’yan jî gotin dê dengê xwe bidin CHP’ê. 
 
PARTIYÊN DENGÊ WAN KÊM DIBIN
 
HDP’ê di hilbijartinên giştî yên 2018’an de ji sedî 51.1 deng wergirtibû û ev rêjeye di hilbijartinên  rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an de daket 50.8’an û di hilbijartinên 2023’yan de jî daket ji sedî jî bû ji sedî 51. 
 
Dema li hilbijartinên giştî tê nihêrtin, dengê AKP’ê ji sedî 5 daketiye.  Piştgiriya ji bo CHP’ê jî ji sedî 14.2’yan daket ji sedî 7.2’yan. 
 
PARTIYA ÇEPÊN KESK DENGÊN XWE DIPARÊZE
 
Di lêkolînê de ji beşdaran pirsa “we di hilbijartina dawî de dengê xwe da kîjan partiyê û hûn dê di hilbijartina rêveberiyên herêmî de bidin kîjan partiyê” hate kirin. Ji hilbijêrên AKP’î ji sedî 79.7’an gotin dîsa AKP; ji sedî 89.3’yê hilbijêrên Partiya Çepên Kesk gotin dê dîsa deng bidin Partiya Çepên Kesk. Ji sedî 2.5’î hilbijêrên Partiya Çepên Kesk jî gotin dê dengê xwe bidin CHP’ê. 
 
Ji sedî 38.9’ê hilbijêrên CHP’î gotin dê dengê xwe dîsa bidin CHP’ê û ji sedî 19.5 jî gotin dê dengê xwe bidin HDP’ê. 
 
MEYLA HILBIJÊRAN
 
Li gorî lêkolînê; Partiya Çepên Kesk dengên xwe hêj diparêze û ji sedî 15.4’ê hilbijêran meyla wan li ser Partiya Çepên Kesk e, AKP ji sedî 80’ê dengên xwe diparêze lê hilbijêrên wê dudil in, CHP jî dengê xwe winda dike. 
 
STRATEJIYEKE ÇAWA? 
 
Di lêkolînê de pirsa “gelo divê stratejiya partiya we çi be” hate kirin. Piraniya hilbijêrên hemû partiyan gotin; “Divê li ser mijarên herêmî bisekinin.” Ji sedî 23.8’ê hilbijêrên Partiya Çepên Kesk gotin; “Divê bi gel re hevdîtinê bikin.” 
 
ÇAWA NÊZÎ TIFAQAN DIBIN? 
 
Ji sedî 50.2’yê hilbijêrên AKP’î erênî nêzî tifaqa bi partiyên din re dibin. Ji hilbijêrên Partiya Çepên Kesk ji sedî 39.8 erênî û ji sedî 30.5 jî neyînî nêz dibin. Ji sedî 35.3’yê hilbijêrên CHP’ê neyînî nêz dibin. 
 
DAXWAZÊN HILBIJÊRAN 
 
Ji sedî 35.6’ê hilbijêrên Partiya Çepên Kesk gotin ku “Divê di pêvajoyên biryardayînê de bila bêhtir welatî bên tevlikirin.” Ji sedî 39,3’yan gotin; “Bila pêşniyar û daxwazên gelê herêmê bên guhdarîkirin.” 
 
MA / Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

11/10/2023
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin