Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye

  • rojane
  • 15:20 10 Cotmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de wiha got: “Rêbaza çareseriyê; guftûgo û muzakere ne. Nifte; avêtina gavên di asta destûra bingehîn de yên ji bo pêkvejiyaneke bi dilxwazî yên li ser esasên wekhevî, azad û adilane.” 
 
Rûniştina duyemîn a danişîna 36’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Hinek siyasetmedarên li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Hinek siyasetmedar ji girtîgehên lê tên ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Li gel parlamenterên Partiya Çepên Kesk, her wiha endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê jî tev li danişînê bûn.
 
BAL KIŞAND SER 10’Ê COTMEHÊ 
 
Girtiya siyasî Ayla Akat Ata parastina xwe ya duh nîvco domand. Ata, bi bîr xist ku salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gar a Enqereyê ye û wiha got: “Faîlên komkujiyê hêj jî nehatine girtin. Ev pergal dê rojekê biguhere û faîlên vê komkujiyê derkevin holê. Îro divê ew kes bihatina darizandin lê hûn kesên li dijî wan niha didarizînin. Em ê bi rûmeta xwe di dîrokê de cih bigirin.” 
 
KURDISTAN VEGOT
 
Bi domdarî Ata got ku di mutalaayê de têgeha “qaşo gel” hatiye bikaranîn û diyar kir ku gelê kurd heye û li Kurdistanê dijî. Ata, da zanîn ku peyva Kurdistanê di serdema Împaratoriya Selçukiyan de hatiye bikaranîn û Suleyman Şah li Kurdistanê hatiye tayînkirin. Ata, bi bîr xist ku di dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Sûriyeyê de dewleta tirk bi YPG’ê re operasyoneke hevpar li dar xistine û ev turbeye veguhestine Eşmeyê. Ata, bal kişand ser agahî û belgeyên têkildarî erdnîgariya Kurdistanê. 
 
Ata, parastina xwe wiha domand: “Gelemperiya kurdên di Împaratoriya Osmaniyan de dijiyan, di navbera Çemê Firatê û sînorê Îranê de dijîn. Ev herêm di serdema Yavuz û Kanûnî de hatine fethkirin. Piştî bidestxistina herêmê, Osmaniyan li çendek deverên vê herêmê pergaleke rêveberiyê yê cuda da meşandin. Ev pergal bi kurtasî ev e; hinek senceq li beramberî dilsoziya wan radestî begên kurdan hatin kirin. Van began bi salan ev herêm birêve birin û endamên malbatên biçûk bûn. Hêza xwe jî ji eşîrên kurd ên koçber û çekdar digirin. Rêveberiya osmanî begên ku dixwest ji nifûza wan sûdê bigire kişand cem xwe û bi vî awayî li seranserî sînor li dijî Îranê xeteke parastinê ava kir. Ev pergala rêvebirinê û usûla klasîk a Osmaniya heta Serdema Tazmînatê berdewam kir.” 
 
SÎNORÊN SÛNÎ
 
Ata, bal kişand ser qeydên Evliya Çelebî yên têkildarî Kurd û Kurdistanê û wiha pê de çû: “Em niha nikarin qala têgeha eyaletê bikin. Niha di rêziknameya gelek partiyên siyasî de daxwaza federasyon û eyaletan heye. Lê em nikarin daxwazeke wiha bikin. Daxwaza me ya xweseriyê hebû. Ji ber van daxwazan li dijî partiyên din tu êrişek çênabe. Lê ji bo wan a pirsgirêk ew e ya ku îxtîmala pêkhatina wê heye. Pêşniyara me ye. Gel, em birin parlamentoyê. Kesên me îro didarizînin, îro vê rastiya civakî dibînin. 
 
Di serdema ku ev herêm di bin rêveberiya kurdan de navendê rêveber tayîn dikir. Heman mantiq îro bi tayînkirina qeyûman tê domandin. Ev yek, darbeya sivîl e. Bila kesên navên wan walî û qeymeqam jî vê baş bibihîzin... Berjewendiyên ji xwediyên îktîdarê bi dest dixin, bêhizûriya di nava gel de jî ji wê cuda nîne. Temamiya nasnameyên ji hêla civakê ve dihatin qebûlkirin kirin hedef. 
 
Gelên li ser sînor dijîn her tim di nava pevçûnan de dimînin. Bi guherîna teknolojiyê re êdî sînor ji holê rabûn. Sînorên hatine xêzkirin êdî li dijî nasnameyên hevpar – nîjad, ziman, ol û bawerî- li ser kaxizê dimînin. Lê kesên di nava sînoran de dijîn jî nake yek. Di çarçoveya vê rastiyê de sînorên bi Qesra Şirîn û Lozanê hatin xêzkirin, li erdnîgariya gelên Kurdistanê lê dijîn weke pirsgirêkekê disekine. Ev erdnîgarî her tim bala hêzên hegemon kişandiye. Lewma pirsgirêkên gelên Kurdistanê ku li çar parçeyan hatine dabeşkirin pirsgirêkên navneteweyî ne. 
 
PLANA INGILÎZAN
 
Kesên vê tespîtê dikin tên darizandin. Li cem Îran, Iraq, Rûsya û Ingilistanê derheqê kurdan de belge hene. Erdnîgariya Kurdistanê beriya Şerê Yekemîn ê Cîhanê bala hêzên mezin kişand. Sedema vê ya esasî jî petrol e. Kurdistan jî li vê herêmê ye û ji ber dewlemendî û stratejîkbûna xwe ji bo van dewletan xwedî cihekî taybet e. Ingilîzan herêma kurdan ji bo xwe weke herêmeke tampon didîtin. Plana wan ev bû. 
 
BERTEKA LI DIJÎ ÊRIŞAN
 
Yek ji sedemên vekirina Doza Kobanê jî geşedanên li Sûriyeyê bû. Gelo dê kesên li ser ekranên TV’yan nefretê pêş dixin dê bên darizandin? Divê ew jî ji 302’yan bên darizandin. Bêyî ku bibêjin bê ka kurdên li vî welatî dê çi bifikirin, bi rehetî diaxivin. Salih Muslim hate vê derê, hûn pê re rûniştin û axivîn. Ji her kesî baştir hûn dizanin ku gef nîne. Baş e lê civaka Tirkiyeyê çawa tê xapandin? Em ê sînorên hatine xêzkirin çawa derbas bikin. 
 
Êrişî Efrînê kirin û dagir kirin. Îcar navê ‘Şaxê zeytûnê’ li operasyonê kirin. Gelê Efrînê ji wir hate derxistin û çete lê bicih kirin. Van çeteyan zeytûnên gel dizîn û firotin. Ev zeytîn li Dîlok û Rihayê tên firotin. Gelo qet difikirin bê ka kurdên vî welatî çi difikirin? Dê zarokên me van xerabiyên tên kirin bêhtir bijîn. 
 
ÇARESERÎ: GUFTÛGO Û MUZAKERE NE 
 
Hûn ji kîjan partiyê bipirsin dê îdia bikin ku tişta herî baş ew ji bo Tirkiyeyê dixwazin. Serokkomkarê çendek roj berê qala ‘komara demokratîk’ kir. Lê dema em dibêjin tên darizandin. Lê dîroka me ya hevpar nexşerêyê pêşkeşî me dike. Ji bo vê divê mirov lê binêre, fêm bike û encamekî jê derîne. Divê di sedsala komarê de ev komar bibe xwedî karekterekî demokratîk. Ev yek jî bi biryarên wêrek û bibiryar dibe. Rêbaza çareseriyê; guftûgo û muzakere ne. Nifte; avêtina gavên di asta destûra bingehîn de yên ji bo pêkvejiyaneke bi dilxwazî yên li ser esasên wekhevî, azad û adilane.” 
 
Dadgehê navbera nîvro da. 
 

Sernavên din

11/10/2023
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn