'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'

  • rojane
  • 09:03 14 Cotmeh 2023
  • |
img
ŞIRNEX -  Jinên ku tev li kargeha ekolojiyê ya li navçeya Silopiyayê bûn, diyar kirin ku kar û barên şaredariyan bi paradigmaya xwezaparêziyê pêkane û wiha gotin: “Divê ku di avakirina bajarên hêşîn de pêşengtiyê jin bikin.” 
 
Meclisa Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ve bi minasebeta amadekariyên hilbijartina xwecihî ya sala 2024'an bi dirûşmeya “Di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan” komxebat li dar xistin. Jinên ku di komxebatê de tev li kargeha ekolojiyê bûn têkîldarî talankirina xwezayê û di rêveberiyên xwecihî de avakirina bajarên hêşîn axivîn.
 
ŞAREDARIYÊN HÊŞÎN
 
Rêvebera Komeleya Piştevaniya Jinê ya Denîz Yildiziyê Nîlûfer Sayilan diyar kir ku şaredariyên hêşîn bi paradigmaya xwezaparêziyê pêkane û wiha axivî: “Di rêveberiyên herêmî de, girîngiya şaredariya heşîn û hişmendiya pergala ekolojîk bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê şaredarîiyên hêşîn xwedî girîngiyeke mezin in. Beriya her tiştî feraseta şaredariya heşîn, şaredariya ekolojîk, tê wateya şêwazeke rêveberiyê ya li ser domdariya ekolojîk û civakî. Ji bo vê jî divê pratîkên rêveberiya bajêr ên adilane bên pêşxistin. Hişmendiya şaredariya hêşîn di heman demê de rêgezek rêveberiya adil, şefaf û beşdar dipejirîne. Û divê ku nêzîkatiyeke şaredariyê ya ku zirarê nede ekolojî û xwezayê û di heman demê de mafê xwezayê nas bike, bi rastî hewcedariya me bi vê heye. Ger em vê pergalê ava bikin divê ku ewilî em jin gotina xwe tê de bibînin. Helbet di vir de avakirina temsîliyeta wekhev pir girîng e. 
 
Dema ku şaredariyên herêmî, meclisên taxan û meclisên bajaran projeyek bi kar tînin û pêşkeş dikin divê ku di serî de vê bi jinan, astengdaran, LGBTÎ+, zarok û mezinên civakê re jî nîqaş bikin. Û bi van nîqaşan dikarin projeyên hawirdorê pêk bînin. Rapora ÇED'ê ji her projeyeke şaredariyê re ne derbasdar e, çi nûkirina pergala avê be, çi guhestina enerjiya rojê be, çi li cîhek avahiyek be divê ku were çêkirin. Lê divê hemû şaredarî di projeyên xwe de bandora jîngehê bikin û li gorî wê projeyên xwe dîzayn bikin. Xurtkirina ekolojiyê û kêmkirina wêrankirina xwezayê di rastiyê de tê wateya avakirina feraseta wekheviya zayendî.”
 
‘SERMAYEYÊ BI QEYÛMAN RE PIREK ÇÊKIR’ 
 
Hevseroka Odeya Plangerên Bajêr a TMMOB’a Mêrdînê Bêrîvan Gûneş jî anî ziman ku di plansaziya bajaran de rêveberiyên xwecihî roleke girîng û bi bandor dilîzîn û wiha got: “Bi taybetî jî piştî pêvajoya pêvçûnan a sala 2016’an gelek bajar hatin wêrankirin an jî hewl hat dayîn ku bên hilweşandin. Piştî rûxandina bajaran me her tim got ku di sala 2016’an de hinceteke ewlekariyê ji qanûna bi hejmara 6306’an re hatiye derxistin. Û ji ber vê sedemê di bin navê ewlehiyê de bajar ji veguherîna bajaran re hatin vekirin. Sermayeya ku heta van salan jî nekarî bikeve bajarên Kurdistanê bi qeyûman re ji xwe re pirek çêkir û sermaye bi temamî ket erdnîgariya Kurdistanê û hemû cih veguherandin TOKÎ’yan. Hemû qadên hêşîn wêran kirin û talan kirin, bi rêya wezaretê qadên madenê hatin vekirin û daristanên me hatin tunekirin.”
 
DI PLANSAZIYA BAJARAN DE ROLA JINAN
 
Gûneş, da zanîn ku avakirina bajarên hêşîn bi pêşengiya jinan pêkane û wiha pê de çû: “Jin zindiyên ku her tim bi xwezayê re di nav têkiliyê de ne. Piştî têkoşîna jinan a li dijî TOKÎ'yan a pêvçûnên Nisêbînê û veguherîneke bajarî pêk hat û bajêr bi temamî di bin betonê de hatin hiştin. Û dema bajar di bin betonê de hatin hiştin, tu qadên jiyanê nehatin vekirin. Beriya ku sermaye neketibû Nisêbînê jinan bajar veguherandibûn cihekî. Wan ew çawa veguherand? Ji ber ku têkiliya wan bi xwezayê re heye, pêşî tenûrên ku nirxên çandî û nasnameya bajêr in û baxçeyên bajêr çêkirin. Ji ber ku têkiliya jinan bi xwezayê re xurt e.
 
Her wiha qadên hevpar ên civakê hatin afirandin. Tevî hewldanên jinan tune bikin jî bajar di betonê de binixumînin jî jinan di mekan û malê de heps bikin jî, jin li beramberî vê sekînin û bi paradîgmaya ekolojîk jiyana xwe ya bajaran ji nûve teşe dikin. Jin plansazên bajaran ên xwezayî ne. Jin mîmariya bajêr çêdikin, jin şekil dide mekan û ji ber vê yekê em dibêjin ger bajarek ji nûve bê avakirin, an jî cîhek ji nû ve bê avakirin divê pêşengiya wê jin bikin. Divê ku em li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk pêk bînin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

17/10/2023
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide