Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev

  • rojane
  • 14:57 22 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di dîmeneke di sala 2016’an de li navçeya Kolikê hatiye kişandin de mamoste gotinên nîjadperest bi xwendekarên kurd dide gotin. Parlamentera HEDEP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît dîmenê behsa xeberê xist rojeva Meclisê. 
 
Di dîmeneke ku di sala 2016’an de li navçeya Kolik a Semsûrê li Dibistana Navîn a Çiralikê hatiye kişandin de mamosteyek gotinên nîjadperest û milîtarîst bi xwendekarên kurd dide gotin. Dîmen, careke din li ser medyaya dijîtal bû rojev. Gelek bikarhinêrên medyaya dijîtal bertek nîşan dan û dîmen kete rojeva Meclisê. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi daxwaza ku Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn bibersivîne, pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. Di pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Di dîmeneke li ser medyaya dijîtal hatiye parvekirin de gotinên; ‘Ez kurd im, dirûst im, birûmet û şanaz im. Xiyanetê li welatê xwe nakim, yên xiyanetê dikin jî efû nakim. Em li vî welatî ji dayik bûn, li vî welatî têr bûn û em ê li vî welatî bibin mirov. Dê hêj gelek Azîz Sancar ji Başûrêrojhilat derkevin. Em ê mîna wî neteweperest, mîna wî welatparêz bin. Tirkiye guh nede wî dengî, guh bide vî dengî. Ey malbatên şehîdan, zarokên we ji bo me xwîna xwe rijandin, em ê wan ji bîr nekin. Em jî dê ji bo welatê xwe xweha xwe birijînin û bibin serfiraziya we. Pêdiviya me bi tu rêxistinan nîne ku me biparêzin. Ji ber ku em rastî neheqiyê nayên.  Ey gelê misilman ê tirk, heke bi qasî zarokekî dilwêrek bî, tu jî berteka xwe nîşan bide û welatê xwe biparêze. Em ji gotina vê yekê xwe paşve nadin û bi serfirazî dibêjin. Çi şad e yê ku dibêje ez tirk im.’ bi zarokan didin kirin.” 
 
Bi domdarî hat bibîrxistin ku dîmen cara ewil di sibata sala 2016’an de ji hêla hesabên polîs û mamosteyan ve li ser medyaya dijîtal hatiye parvekirin û wiha hate gotin: “Ser re jî Qeymeqamê Kolikê yê wê demê Ahmet Gazî Kaya ji ber vê vîdeoyê çûye serdana dibistanê, xwendekar pîroz kiriye û soz daye ku dê soza diyariya pirtûkxaneyê daye wan. Ev agahî li ser çapemeniyê hatibû parvekirin.” 
 
Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin kirin: 
 
“* Pir eşkereye ku belavkirina vîdeoyê ya li ser hesabên medyaya civakî binpêkirina mafê zarokan e. Tevî ku ev rewş dihat zanîn ku qeymeqam li şûna ji bo vê binpêkirinê biçe, ji bo pîrozkirina zarokan çû dibistanê. Gelo dema ev yek dihat kirin midûrên perwerdeya neteweyî yên navçe û bajar çi dikirin? Wezaretê di vê mijarê de çi kir? 
 
* Piştî belavkirina vê vîdeoyê di sala 2016’an de, gelo ji ber naverok û parvekirina wê derheqê mijarê de tu lêpirsîn hatine destpêkirin? Heke nehatibin destpêkirin, gelo dê niha lêpirsîn were destpêkirin? 
 
* Beriya qeydkirin û belavkirina vîdeoyê, gelo di çarçoveya qanûnan de ji malbatên xwendekaran destûr hatiye girtin? 
 
* Di vîdeoyê de tê dîtin ku gotinên bi zarokan dane jiberkirin, bi wan didin xwendin. Gelo binpêkirinên we di vê vîdeoyê de tespîtkirine çi ne? Ji bo ev bûyer dîsa dubare nebe, gelo çi planên we hene? 
 
* Li dibistana di bin berpirsyartiya we de kê ev dîmen kişandiye? 
 
* Gelo derheqê personelên cemaweriyê, mamoste û rêveberiya dibistanê yên ji ewlehiya van zarokan berpirsyar de çi lêpirsîn hatine destpêkirin? 
 
* Tiştên di vê metnê de hatine nivîsandin û metna bi zarokan dayîne xwendin jî gelo parçeyeke mufredata MEB’ê ye? 
 
* Qesda ji gotina ‘Ez xiyanetê li welatê xwe nakim’ a di metnê de çi ye? Kê xiyanet li welatê xwe kiriye? 
 
* Her wiha di metnê de beşa ‘Em li vî welatî ji dayik bûn, li vî welatî zikê me têr bû û em ê li vî welatî bibin mirov’ ya bi xwendekara keç dayîn xwendin tê çi wateyê? 
 
* Gelo ev metn û metnên mîna vê li dibistanan bi zarokan didin xwendin an na? Ji bo ev binpêkirin dîsa çênebe dê tevdîrên çawa bên girtin? 
 
* Dibistanên MEB’ê ji hêla mifetîşan ve çiqas tên kontrolkirin? Gelo di çarçoveya van venihêrînan de rapor tên amadekirin an na? 
 
* Yek ji pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka hemwelatiya wekhev a kurdan e. Destûr nayê dayîn ku zarokên kurd bi zimanê dayika xwe bên perwerdekirin û bi çanda xwe bijîn. Di rewşeke wiha de gelo hûn çareseriyê di asîmîlekirina zarokên kurd û bi gotinên neteweperest de dibînin? 
 
* Gelo ev sepana li dijî zarokên kurd ma binpêkirina destûra bingehîn nîne?”
 

Sernavên din

27/04/2024
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin