Tevî serlêdanan tevdîr nehatin girtin, malbat bê avahî man

  • rojane
  • 13:17 8 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Ji ber avahiya li Sûrê ya piştî erdhejê zirarê dîtibû, hilweşiya 3 avahiyên zirar dîtin, hatin valakirin. Malbatên ku li derve mane destnîşan kirin ku tevî wan serlêdanê kirine jî tu tevdîr nehatin girtin û anîn ziman ku wan careke din tirsa erdhejê jiyane. 
 
Avahiyeke 5 qatî ya li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûra Amedê duh hilweşiya. Avahiya di erdheja 6’ê sibatê ya navênda wê Mereşê de zirar dîtibû û tu kes tê de tunebû, hilweşîya û dîwarên 3 avahiyên li dora wê jî, ji ber hilweşînê zirar dîtin. Dîwarê 30 daîreyên ji hilweşînê zirar dîtin û her sê bînayên zirar dîtine hatin mohrkirin û malbat hatin tehliyekirin. Malbatên ku xaniyên wan zirarê dîtine bertek nîşanî rewşê dan.
 
BÊXANÎ MAN 
 
Çîmen Çelî ya xaniyê wê zirar dîtiye û hatiye mohrkirin anî ziman ku ev 2 meh ku deng ji xaniyê hilweşiyaye dihat û da zanîn ku wan ji bo ku tevdîr werin girtin serî li Wezareta Hawîrdor, Bajarvenî û Avhewayê û keyayê taxê dabûn. Çelî destnîşan kir ku kes bi rewşê re eleqeder nebû û dema ku ji dîwarê avahiyê kevir ketine jî ew li keya geriyane û anî ziman ku keya wiha bersiv daye wan: “Pirsgirêk tune ye.”
 
‘EM DENGÊ XWE BILIND DIKIN, EW QUT DIKIN’
 
Çelî bi bîr xist ku piştî avahî hilweşiya rayedar hatine û diyar kir ku şaredariyê dora avahiyên zirar dîtine mohr kiriye. Çelî bi lêv kir ku ew ji ber rewşê mexdûr bûne û axaftina xwe wiha domand: “Dê ev mirov li ku derê bimînin. Kesek tiştekî nabêje. Bi qasî ku em dengê xwe derdixin, ew jî hewl didin ku denge me qut bikin. Em bi awayeke neçar disekinin.”
 
‘TEVDÎR NEHAT GIRTIN’
 
Ceylan Dunderen a li kêleka avahiya hilweşiyaye rûdinişt, bi bîr xist ku tevdîra ji bo avahiya hilweşiyaye hatiye girtin tenê kişandina şerîdê bû û got ku 3 roj berî niha rayedarên wezaretê hatin û tevî ku dizanîn avahî bitalûke bû jî, tu tevdîr nehatin girtin û got: “Min careke din tirsa erhejê jiya. Min got qey her tişt serobino bû. Em bêxanî man. Em hîn bûn ku tevahî daxwaznameyên me ji wezaretê re şandine avêtine çopê. Bi tu awayî tevdîr nehatin girtin. Heke tevdîr bihatana girtin me dê vê tirsê nejiyabana. Avahiyê deynin cihekê, ew tirs bi min û zarokên min dan jiyîn.” Dunderen xwest mexduriyeta wan were çareserkirin. 
 
Sadiye Kardaş a giliya keyayê taxê kir, diyar kir ku piştî ku xanî hilweşiya avahiyên wan zirar dîtiye û ew mane li derve. 
 
Efendî Ettî jî got ku “Kes li me xwedî dernakeve” û da zanîn ku xaniyê wan ji ber avahiya hilweşiyaye hatiye asta hilweşînê. Ettî diyar kir ku ew li derve mane û tu ciheke ku ew biçinê jî nemaye.
 
‘MA DIVÊ KESEK BIMIRA?
 
Ferît Çalişkan anî ziman ku tevî giliyên hatine kirin tu tevdîr nehatin girtin û wiha axivî: “Ma divê kesek bimire? Berî niha jî deng ji bînayê dihatin. Van xaniyên li ber çavên we tev zirarê dîtine. Ez dixwazim rayedar demildest dest bavêjin vî karî. Carek din dibe ku em ewqas bi  şans nebin. Nemirina tu kesên ji baldarbûna şêniyên taxê bû.” 
 
Senîha Alev destnîşan kir ku avahiyeke li nêzî dibistana zarokên wan heye û dema ew bîna jî hilweşiya dê dibistan jî ji vê yekê bandor bibin û got: “Ji bo ku avahiyê xera bikin li benda çi ne? Derûniya me xerab bû. Em nikarin ne bi şev ne jî bi roj rakevin.”
 
MA / Rûkiye Adiguzel - Şîlan Çîl
 

Sernavên din

10/12/2023
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan
17:04 Bakirhan Dergaha Garîp Dede ziyaret kir
17:01 Ji Nobetên Edaletê banga wijdanî: Divê herkes xwedî li çalakiyan derkeve
16:55 Garibe Gezer li Mêrdînê hat bibîranîn
16:40 ‘Bila girtiyên nexweş ên giran werin berdan’
16:27 Şandeya Navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
16:20 ‘Em ê li pişt daxwazên mafdar ên Dayikên Şemiyê bisekinin’
16:12 Hatîmogûllari: Em ê bikin ku rejîma faşîst paş de gav biavêje
15:47 Li Amedê Meş: Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin
15:43 ‘Heke em bi paşeroja xwe re hevrûnebin, nikarin pêşerojeke baş biafirînin’
14:48 HEDEP: Tunehesibandina kurdî ya Diyanetê munafiqî ye
14:44 Êrişa li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê hate şermezarkirin
14:33 Aqûbeta bavên xwe yê beriya 31 salan hate windakirin pirsîn
14:08 ÎHD, OHD û Baroya Mêrdînê: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
13:59 Cezayê dîsiplînê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:46 Sancar: Meşa azadiyê tevî astengiyan berdewam dike
13:18 Tirkiye di bombebarana Til Temîrê de 2 zarok û jinek birîndar kirin
13:13 Girtiyê piştî 30 salan hate berdan bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
12:30 Ji 733 fezlekeyan 512 jê der barê parlementerên HEDEP’ê de ne
11:23 Li Soran sê roj şîn hate ragihandin
11:07 Parêzerê ku ji ber axaftina bi kurdî hat derbkirin: Ev berdewamiya hişmendiya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye.
11:05 Asya Gezer: Em ê dest ji hesabpirsîna Gerîbeyê bernedin
10:34 Ayhan ê beriya 50 salan Abdullah Ocalan nas kir: Tecrîd ji bo Tirkiyeyê tê wateya karesatê
09:31 46 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 13’an de didome
09:28 Ji bo Zindana Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ li Enqereyê hevdîtin hatin kirin
09:23 Demîr: Em ê derî bi derî bigerin û behsa tecrîdê û grevên birçîbûnê bikin
09:15 Doza xaniyên xwe yên ku ji ber îhmalkariyê xesar dîtine dikin
09:12 Tatli ya di greva birçîbûnê de: Divê toreke têkoşînê bê avakirin
09:03 Ji endamên HPG'ê yên ku PDK'ê ew girtin, 2 sal in xeber nayê girtin
09:01 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Dema azadbûna birêz Ocalan hatiye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:59 Cenazeyê zaroka di çem de hatibû ditîn hate veşartin
08/12/2023
20:19 Êrişî baregeha DYE'yê ya li Hewlêrê hat kirin
19:51 Ji Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Bakirhan li Stenbolê hin serdan
19:19 Girtiyê ku piştî 32 salan ji girtîgehê derket bi dirûşmeya 'bijî berxwedana zindanan' hat pêşwazîkirin
16:50 Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de dê li Wanê rêzeçalakî bên lidarxistin
16:50 Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê bersiva Îmraliyê da HEDEP’ê
16:20 Dadgehê projeya HES’ê ya Geliyê Zîlanê da sekinandin
16:12 Xwê, lîmon û şekir nadin girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne
15:58 Serokê AKP’ê yê Navçeyê yê berê Bîlîcî ji ber qaçaxçîtiya hişbirê hate girtin
15:44 Hatîmogûllari: Girtiyên di greva birçîbûnê de doza azadiya Ocalan dikin
15:23 DÎSK dê li 11 bajaran meşan li dar bixe
15:18 Girtiyan ji Nobeta Edaletê re peyam şand: Yan azadî yan azadî
15:06 Erdogan duh ji bo Mîçotakîs gotibû ‘kesekî wisa ji bo min tune ye’ îro got ‘dostê min’
15:06 Diyanetê di vebijêrkên ziman de cih neda kurdî
14:54 Altiparmak: Otorîteyên populîst hiqûqê weke amûr bi kar tînin
14:16 Li dijî Seferatxaneya DYA’yê ya Bexdayê êriş hate kirin
14:07 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû piştî 32 salan hate berdan
13:55 Biryarên demborînê yên têkildarî cînayetên siyasî û komkujiyan xist rojeva Meclisê
13:17 Tevî serlêdanan tevdîr nehatin girtin, malbat bê avahî man
13:12 Berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê didome
13:11 Di êrişa komên paramîlîter de 7 leşkerên Şamê hatin kuştin
12:48 Hiqûqnas dê ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT û Wezareta Dadê bidin
12:25 Polîsan tundî li Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê kirin
12:23 Têkildarî xetereya li ser Girava Îmraliyê pêşnûme dan Meclisê
12:22 Doza rojnameger Canozer ji ber dubareyê hate redkirin
12:22 AYM fikraya ‘her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ betal kir
11:38 Piştî erdhejê malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kirin
11:29 Rojnameger Gok: Ya ku dê dawiya li faşîzmê bîne heqîqet e, divê mirov biisrar be
10:55 NÇM dê 32’yemîn salvegera xwe bi konserekê pîroz bike
10:32 Li dijî parêzerê li qereqolê bi miwekîlê xwe re bi kurdî axivî êrîş hate kirin
10:21 Girtî: Rêya xelasiya ji krîzê azadiya Abdullah Ocalan e
09:53 Qeyûm tabelaya bi kurdî rakir
09:29 Rojnews: 45 roj in rojnamevan Silêman hatiye revandin!
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 12’an de didome
09:27 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye: Daxwazên wan banga ji bo aştiya civakî ne
09:26 Dê biryara ATK'ê ya der barê Makbûle Ozerê de rê li ber gelek mirinan veke
09:25 Banga ji bo mîtînga 'Malnişîna Mezin': Ji bo siberoja zarokan
09:24 Dayika Ayten Beçetê: Em naxwazin bar tenê li ser milê girtiyan be
09:24 Bêyî plana îmarê li qeraxa çem destûra înşeatê hatiye dayîn
09:01 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Darizandineke dijhiqûqî hate kirin
09:00 Prz Bekçî: Daxwaza girtiyan ji daxwazên gel dûr nîn in
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2023'YAN
07/12/2023
19:14 Hatîmogûllari: Em ê hemû şaredariyan car din bi dest bixin
18:24 Doza Kobanê: Bi vê dozê re li Konya û Îzmîrê Kurd hatin qetilkirin
17:01 Bertek nîşanî biryara domandina rewşa girtî ya rojnameger Muftuoglû dan: Rojnamegerî sûc nîne
17:00 Danasîna mîrateya çanda Amedê li Îzmîrê hate kirin
16:53 Têkildarî êrişên li dijî cenazeyan daxuyanî hatin dayîn: Dawî li van polîtîkayan bînin
16:50 Meclisa Jinan a HEDEP’ê ji bo bernamzetiyê bang li jinan kir
16:43 Nobeta Edaletê: Nifteya azadî û edaletê di destê Ocalan de ye
16:32 Serokê Meclisê Kûrtûlmûş çû serdana HEDEP’ê
16:24 Fîncanci: ATK ne qonaxa dawî yê dayîna biryarê ye
15:59 HEDEP’ê li Dîlokê ji bo hilbijartinê daxuyanî da: Îdiaya me mezin e
15:44 Derbarê rojnamevan Yildiz de biryara beraetê hate dayîn
15:34 TJA’yê piştgiriya karkerên Ozak Tekstîlê kir
15:24 Di Konferansa Kurd de Lozan hate nîqaşkirin: Projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê
15:09 Çîçek piştî erdhejê pêşniyazpirsek da Meclisê: Rewşa Abdullah Ocalan çawa ye?
13:54 Hatîmogûllari çû serdana gorên Poyraz û Tanhan
13:33 Doza rojnameger Muftuoglû: Hêj parastin neqediyayî biryara domandina rewşa girtî hate dayîn
13:03 Erdogan dîsa ji gotina xwe vegerî: Dê bi Mîçotakîsê tune hesiband re hevdîtinê bike
12:32 Miftî xwest karkerên ji bo mafên xwe li ber xwe didin ji mizgeftê derxîne
12:27 Projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ didome
12:14 Olûçê HEDEP’î: Kesên ji pêşhilbijartinê derbas nebin nikarin bibin namzet
12:13 135 saziyên sivîl piştgirî dan TTB’ê: TTB em in, em li vir in