Birayê Yildiz a di greva birçîbûnê de ye: Divê gelê kurd xwedî li çalakiya girtiyan derkeve

  • rojane
  • 09:02 15 Kanûn 2023
  • |
img
SEMSÛR - Birayê Necla Yildiz a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di greva birçîbûnê de ye, Kamber Yildiz, diyar kir ku divê gelê kurd xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve û got: "Divê gel li cem girtiyan be û li her derê bertek nîşan bide."
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin 33 meh in tu agahî nayê girtin. Li dijî agahînegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakiyên greva birçîbûnê yên ku dê heta 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bidome di roja 19'an de berdewam dikin.
 
Ji girtiyên tev li greva birçîbûnê bûne yek jê jî Necla Yildiz e. Yildiz ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, beriya hefteyekê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Yildizê diyar kir ku bi daxwaza tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirine û heta daxwazên wan pêk neyên dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Birayê Yildiz Kamber Yildiz (34) ji ajansa me re axivî. Yildiz diyar kir ku divê gel çalakiya li girtîgehan hatiye destpêkirin xwedî derkeve.
 
Kamber Yildiz
 
'EM BI FIKAR IN'
 
Yildiz diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê li girtîgehên din jî belav bûye û got ku  ji ber van pêkanînên kêfî tevî ku diviyabû di 3'yê Sibatê de xwîşka wî bihata berdan jî nehatiyê berdan. Yildiz anî ziman ku ew weke malbat ji ber çalakiyên greva birçîbûnê bi fikar in û wiha got: “Xwîşka min diyar kir ku ew tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin qebûl nakin û heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakiya xwe bidomînin. Bi heman awayî li girtîgehên din jî polîtîkayên tecrîdê tên meşandin û girtî bi hincetên keyfî tên cezakirin. Ji ber greva birçîbûnê a li girtîgehan em jî wekî malbat bi fikar in. Tevî ku cezayê xwîşka min bi dawî bûye jî, salek bi hincetên keyfî di girtîgehê de tê girtin. Xwîşka min ji me re got ku girtiyên din bi hincetên keyfî nehatine berdan. Xwîşka min di sala 2020-2021’an de li dijî zext û bêhiqûqiya li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kir. Di wê serdemê de rêveberiya girtîgehê bi hinceta çalakiya gireva birçîbûnê ceza da. Ji ber vê jî cezayê we hat dirêjkirin. Ji ber grevên birçîbûnê li Dadgeha Cezayê Giran jî rûniştina dozê didome. Ji ber dûrbûnê em nikarin bi rêkûpêk serdana we bikin. Nêzîkî du meh berê axaftina bi telefonê jê re hat qedexekirin. Mehek nikarîbû bi telefonê bi malbata xwe re biaxive. Li Girtîgeha Sîncanê polîtîkayeke taybet a weke salên 80’an tê meşandin.”
 
'DIVÊ GEL XWEDÎ LI ÇALAKIYÊ DERKEVE'
 
Yildiz destnîşan kir ku divê gelê kurd xwedî li çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kiriye derkeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd di dîrokê de gelê berxwedêr e. Ji bo vê jî pêwîste gelê Kurd piştgiriya girtiyan bike. Divê gel bi daxwaza girtiyên li girtîgehê re li her derê bertek nîşan bidin. Divê dewlet jî li hemberî vê yekê gavan biavêje. Ya ku divê dewlet bike ew e ku daxwazên gel bi cih bîne. Rêberê gelekî bi vî rengî nayê girtin. Nerast e ku meriv serokê bi mîlyonan bi giravekê ve girêbide û wî ji gelê wî veqetîne. Ji bo ev pêvajo bi awayekî aştiyane çareser bibe divê dewlet hiqûq û edaletê pêk bîne. Li welatekî ku edalet lê nebe û demokrasî pêş nekeve pirsgirêka Kurd jî çareser nabe."
 
'TECRÎD PIRSGIRÊKÊ KÛRTIR DIKE'
 
Yildiz di berdewama axaftina xwe de Yildiz bi lêv kir ku tecrîd dibe sedem ku xitimandina pirsgirêka kurd kûrtir bibe û ev tişt anîn ziman: “Çawa ku mînaka Afrîkaya Başûr, Nelson Mandela jî demeke dirêj di şert û mercên tecrîdê de dîl hat girtin. Lê piştre derket holê ku girtîgeh ne çareseriya pirsgirêkan e. Tecrîdkirina Serokê bi milyonan pirsgirêka heyî kûrtir dike. Abdullah Ocalan ne tenê kesek e, rastiya gelê Kurd e. Di vê nuqteyê de ya ku divê dewlet bike ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi Abdullah Ocalan re diyalogê pêk bîne. Abdullah Ocalan jî gelek caran diyar kiriye ku ev pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe, ne bi şer. Polîtîkayên şer û tecrîdê jî zirareke mezin dide dewletê. Pêwîste pêvajoya çareseriyê careke din berdewam bike. Muxatabê vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi vî awayî grevên birçîbûnê bi dawî dibin."
 
'ABDULLAH OCALAN DERFET E'
 
Yildiz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkên heyî ye û axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendeke mezin e. Rastiyek û muxatabekî wek Abdullah Öcalan heye. Divê dewlet rûyê xwe ji vê yekê re nezivirîne. Hawirdora aştiyê ya ku bi çareseriya pirsgirêka Kurd li welat derkeve holê aramiyeke nava civakê de belav bibe. Abdullah Öcalan fîlozofê sedsala nûjen e. Divê dewlet vê yekê li ber çavan bigire û tecrîdê rake. Pêwîste van polîtîkayên înkar û çareseriyê deyne aliyekî û gavan biavêje. Abdullah Ocalan ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê muxatab e. Wek ku wî got, şer û pirsgirêkên ku em dijîn îro berdewam dikin ji ber ku di nav dewletê de muxatab tune."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

19/05/2024
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da
14:14 Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’
14:12 Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da
13:48 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir
13:36 DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin
13:35 Tehliyeya girtiyê 30 salan cara duyemîn hate taloqkirin
13:17 Şîna Aşkan bi girseyî hate ziyaretkirin
13:10 Hiqûqnas: Em cezayên bi darizandinên sexte hatine dayîn nas nakin
12:31 Doza Kobanê di çapemeniya cîhanê de ye
12:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:32 Piştî banga îfadeyê Akil û Çagli hatin binçavkirin
11:29 Çetîn Dogan ê Erdogan ew efû kir hate berdan
11:28 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
11:26 Parêzerê Doza Kobanê Aydin: Mirina Boru ji bo danezanê bi kar anîn
11:10 Ji bo bavê AKP’iyê 2 kes kuştibû efûya Erdogan!
11:07 Dê biryarên Doza Kobanê li 3 bajaran bên protestokirin
11:05 Ji Yuksekdagê peyama ewil: Bila kes xemgîn nebe, nekarîn çok deynin
10:19 Hiqûqnas: Îktîdarê daraz weke amûra sûc bi kar anî
10:14 Li Wanê 21 kes hatin girtin
10:04 Eren Keskîn: Ev biryareke tolhildêr e
09:46 Di Doza Kobanê de li kîjan siyasetmedaran çend sal ceza hatin birîn?
09:23 Çakmak: Ji bo çûna Îmraliyê hevdîtinên me didomin
09:09 Dayikên Aştiyê di 'azadiyê' de bi israr in
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 206 roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê GULANA 2024
08:52 Amor û Sjostedt bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê dan
08:47 Tuncel: Divê em têkoşîna li girtîgehan a li dijî tecrîda li Îmraliyê watedar bikin
08:44 Erdogan hikumxwarên 28’ê sibatê efû kirin
16/05/2024
22:51 Li Farqînê panela zimanê kurdî
22:03 Biryara Doza Kobanê hat protestokirin
21:59 Gultan Kişanak ji girtîgehê derket: Hewcedarî bi azadî û aştiyê heye
21:06 Nobeta Emîne Şenyaşarê di roja 105’emîn de ye
18:27 Ji DEM Partiyê li ber Sîncanê daxuyanî: Em vê biryarê nas nakin
18:08 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
17:03 Onder: Dê fermana derheqê me de heta nîvsaetekê bê eşkerekirin
17:02 Ji Ahmet Turk daxuyaniya ewil: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:54 Biryarên di Doza Kobanê de li Meclisê tên protestokirin
16:43 DEM Partî piştî Doza Kobanê bi awayeke awarte dicive
16:41 Xebatên hilbijartinê ji 3 aliyan ve didome: Curnê Reş ya me ye
16:20 Ji DEM Partiyê li dijî biryara Kobanê berteka ewil: Em ê komployên we pûç bikin
16:12 Siyasetmedarên danişîna biryarê şopandin: Şoreşa Kobanê tê xwestin were mehkûmkirin
15:24 Di Doza Kobanê de ceza li ser ceza li siyasetmedaran hat birîn
15:13 Li dijî projeyên madenê yên li Dêrsimê banga ‘têkoşîna hevpar’
15:06 Rojnamevanên ku hate îdiakirin navê wan di lîsteya çalakvanî de ne îfade dan
15:00 Binçavkirin û girtinên li Wanê hatin protestokirin: Operasyona tolhildanê ye
14:48 Jina gef lê dihat xwendin tevî giliya kiribû jî nehat parastin
14:04 Ji bo Doza Kobanê bang hate kirin: Divê pêşeroja welat radestî tarîtiyê neyê kirin
13:57 Yilmaz Yavûz piştî 30 salên girtî hate berdan
13:05 Jinên girtî: Em ji bo şert û mercên azadiya Ocalan were pêkanîn, tev li danişînê nabin
13:04 Festîvala Filman a Cannesê bi çalakiya kedkarên sînemayê dest pê kir
12:09 Doza Kobanê: Navber dan danişînê
11:51 Li Îranê 2 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:20 Di Doza Kobanê de danişîna biryarê dest pê kir