Qeyûm agahiyên şaş dane wezaretê

  • rojane
  • 09:09 17 Kanûn 2023
  • |
img
ÊLIH - Derket holê ku şaredariyê der barê Cîgirê Şaredarê  Êlihê Metîn Gurbuz ê ku bû sebeba mirina karkerekî, agahiyên şaş hem daye wezaretê hem jî midûriyeta polîsan. 
 
Li Êlihê di 12'ê Îlona 2021'ê de karker Nûrî Aydin di înşeata navenda kar de ku ji aliyê midûriyeta çandê ya rêveberiya qeyûm ve hatibû kirêkirin, ji ber kêmasiyên cîgirê qeyûm Metîn Gurbuz ve jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê der barê Gurbuz de bi sûcê "peywira xwe xirab kiriye" û "Bi îhmalkarî bûye sedema mirinê" doz hatibû vekirin. Lê Metîn Gurbuz hê jî li ser kar e. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî) Zeynep Odûncûyê bi heman pirsan pêşniyazpirsek berpêşî Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê kir ku dê der barê Gurbuzê hê li ser kar e tiştek bê kirin yan na.
 
Odûncûyê di 16’ê Hezîrana 2023’yan de ji wezaretên navxweyî xwestibû ku bersivê bidin van pirsan: “Gelo hûn ê der barê qeyûm/walî de ku destûr nedaye lêpirsîna der barê berpirsên tiliya wan di cinayeta karî ya bû sebeba mirina Nûrî Aydin, destûra lêpirsînê bidin yan na? Tê gotin ku Cîgirê Serok M. G.... bi awayekî bê sîgorte kes dane xebitandin. Hûn ê der barê wî de tiştekî bikin yan na? Hûn ê ji ber zirara ku M G... daye şaredariyê de der barê Şaredariya Êlihê de lêpirsînekê bidin destpêkirin?"
 
Bi îmzeya Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, di 12'ê Mijdarê de bersivek hat dayîn. Lê Yerlîkaya bi nivîseke ji Walîtiya Êlihê wergirt bersiv da. Di bersivê de hat îdiakirin ku pêvajoyên der barê destûra lêpirsînê de di çarçoveya qanûnan de hatine kirin û temamkirin. Di bersivê de ev tişt hat gotin: “Têkildarî xebitandina karkerên bêsîgorte de prosedurên qanûnî û îdareyî hatine sepandin." 
 
Her wiha di 17'ê Tebaxê de jî bi îmzeya Wezîr Mehmet Ozhasekî ku li gor nivîsa ji Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin bersiv hat dayîn. Di bersivê de hat îdiakirin ku der barê mirina Nûrî Aydin de doz li Dadgeha Kar hatiye vekirin û der barê Şaredariya Êlihê û xebatkarên wê de îdianameyeke bi sûcê "ji ber xemsariyê bûye sedema mirinê" nehatiye amadekirin û teblixkirin. Her wiha di bersivê de hat gotin ku "Tu tişt nehatiye tespîtkirin ku ka karê navborî li dijî Qanûna Îhaleya Cemaweriyê hatiye kirin yan na û di navbera 2021-2023'yan de jî di bin banê saziyê de qeydeke birîndarkirin û mirinê ya ji ber qezaya karî nehatiye tespîtkirin û der barê cîgirê şaredar ê navborî de jî tu tespît nehatine kirin ku zirara daye saizyê yan na û di vî warî de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin." 
 
DER BARÊ GURBUZ DE DOZ HATIYE VEKIRIN
 
Çendî ev bersiv ji aliyê şaredariyê ve ji wezaretê re hatibe şandin jî, lê di 19'ê Hezîranê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve der barê Metîn Gurbuz de bi îdiaya "Bi xemsarî bûye sedema mirinê" û "îstismarkirina wezîfeyê" îdianame hatiye amadekirin û ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Êlihê ve di 21'ê Tîrmehê de hatiye qebûlkirin û danişîna ewil jî di 18'ê Çileyê de ye. Derket holê ku Şaredariya Êlihê bi nivîsa ji wezaretê re şandiye, îfadeyên "derew" nivîsandine. 
 
Her wiha dozên qezaya kar û tazmînatê yên der barê Gurbuz de jî li Dadgeha Kar berdewam dikin.
 
AGAHIYÊN ŞAŞ DANE 
 
Di îdianameya der barê Metîn Gurbuz de ya li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Êlihê de jî derket holê ku Gurbuz ji bo muzakereya ji aliyê midûriyeta polîsan ve hatiye nivîsandin jî beyanên derew dane.  
 
Di îdianameya navborî de Gurbuz di rapora pêzaniyê de bi qisûr hatiye dîtin. 
 
Di îdianameyê de îfadeyên şahidan jî hatiye dayîn û hat gotin ku Gurbuz ji bo dermankirinê ji kurê Aydin Firat ê jiyana xwe ji dest daye re peyamek nivîsandiye û 30 hezar TL bi dest daye wî. 
 
Di dawiya îdianameyê de hatiye diyarkirin ku îhaleya navborî ya bûye sedema mirina karker Nûrî Aydin li gor prosedurê nehatiye kirin û peywir bi kêmasî hatiye bi karanîn. 
 
METÎN GURBUZ KÎ YE?
 
Metîn Gurbuz hevjînê Adîle Gurbuze ku Cîgira Serokê AKP’a Êlihê yê berê bû û di hilbijartinên 2015’an de bûbû namzeta parlamenteriyê ya AKP’ê. Gurbuz, bi rêya Midûriyeta Nivîsgeha Taybet bêyî bikeve ezmûnê, li şaredariyê hate bicihkirin. Piştî ku Alî Osman Bîlgîlî ku bi nelirêtiyên xwe ji rojevê dernediket tayînî Osmaniyeyê hate kirin, Gurbuz di 12’ê tîrmeha 2022’yan de weke Midûrê Çand û Karên Civakî yê Şaredariyê hate peywirdarkirin. Piştre jî bû Midûrê Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re. 
 
Gurbuz, herî dawî jî bû Cîgirê Şaredarê Êlihê. Midûriyeta Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re, Midûriyeta Karên Agahdarkirinê, Midûriyeta Çand û Karên Civakî, Midûriyeta Karên Werzîşê, Midûriyeta Temamkirin, Lênihêrîn û Temîrkirina Makîneyan, Midûriyeta Zabiteyan, Midûriyeta Jin û Xizmetên Malbatê û Midûriyeta Çavkaniyên Mirovan û Perwerdeyê jî girêdayî Gurbuz hatin kirin. 
 
MA/ Fethî Balaman 

Sernavên din

21/05/2024
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin
16:26 Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin
15:51 Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
15:50 Li Curnê Reş banga beşdariya şahiya sibê hat kirin
15:05 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir
14:59 Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye
14:41 Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt
14:12 Nûnerên saziyan û xelkê serdana her sê siyasetmedaran kir
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?