Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin

  • rojane
  • 15:16 17 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bertek nîşanî hedefgirtina Şêx Seîd da û wiha got: “Em bang li her kesî dikin ku hedê xwe bizanin û rêzê ji bo hesasiyên dîrokî yên gel bigirin.” 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî êriş û heqaretên li dijî Şêx Seîd daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Şêx Seîd hate dayîn û endamên platformê tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi zimanê xwe yê qirêj li hemberî nirxên gelê kurd zimandirêjiyê nekin” hate vekirin û gelek caran dirûşma “Şêx Seîd rûmeta vî gelî ye” hate berzkirin. 
 
‘DAXUYANIYÊN ÊROŞKAR NAYÊN QEBÛLKIRIN’ 
 
Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan daxuyanî bi kurdî xwend û got ku derdorên nîjadperest-şoven di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de zimandirêjiyê li nirxên gelê kurd dikin. Bi domdarî Turan diyar kir ku Şêx Seîd û rêhevalên wî ji bo maf û edaletê têkoşiyan û wiha domand: “Ji ber vê yekê rastî xezeba serwerên wê demê hatin û hatin bidarvekirin. Mîna ya Seyîd riza û Nûrî Dêrsimî ku rûmeta gelê kurd in, cihê gora wan jî nediyar in. Lêkirina navê Şêx Seîd û rêhevalên wî li qadekê, ji bo gele kurd nîşaneyeke rêzdariyê ye. Êriş û daxuyaniyên nîjadperest ên ji ber vê yekê tên kirin, nayên qebûlkirin.” 
 
‘ÎKTÎDAR Û HEVKARÊN WÊ LI PEY RANTA SIYASÎ NE’
 
Bi domdarî Turan destnîşan kir ku hinek derdor van êrişan weke derfeteke hilbijartinê dibînin û wiha pê de çû: “Weke amûrekî rantê bi kar tînin. Haya me ji van hewldanan heye. Qada behsa xeberê tevî 60 ciyên nû yên vedibin, di 29/11/2011’an de li gorî biryara bi hejmar 274’an Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di serdema Osman Baydemîr de hate dayîn. Yên îmze avêtine bin vê biryarê jî hevşaredar û rayederên wê demê ne. Derheqê wan de jî lêpirsîn hate destpêkirin û hêj tên darizandin. Îktîdara heyî ku 20 sal in desthilatdar e, polîtîkayên sedsalê yên komarê bi xwe didomîne. Li aliyekî bi hinceta riza dewletê cihên gorên pêşengên kurdan diyar nakin, li hêla din jî qeyûmê wan û hevkarên xwe hewl didin li ser vê mijarê ranteke siyasî bi dest bixin. Ev yek, cotstandartiya îktîdarê radixe ber çavan.” 
 
‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERDIKEVIN’
 
Di berdewamê de Turan bi lêv kir ku li Tirkiyeyê bi polîtîkayên înkar û pişaftinê re pirsgirêkên bingehîn çareser nabin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku diçe rewşa şer û pevçûnan berfirehtir dibe û polîtîkayên tundiyê li ser jiyana gel bêhtir belav dibin. Demokrasi, hiqûq, mafên mirovan ên bingehîn û azadiya mirovan dane sekinandin. Em tevek bi hev re vê pêvajoyê dijîn. Lê belê, weke pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê em ê li vê erdnîgariyê ji bo aştî, wekhevî, edalet, azadî, demokrasî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk têbikoşin. Di heman demê de em ê xwedî li nirxên gelê kurd derkevin.” 
 
‘BILA HER KES HEDÊ XWE BIZANE’
 
Turan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em, êrişên nîjadperest û şoven ên di şexsê Şêx Seîd û rêhevalên wî ku ji bo têkoşîna maf têkoşiyan tên kirin, tu carî qebûl nakin. Ev feraseta şoven, bûye çavkaniya nebaşî û pevçûnên sedsalî. Ji bo ku şer û pevçûn heta sed salên din li ser vê erdnîgariyê nedomin, em banga aştî, aramiya civakî û demokrasiyê li her kesî dikin. Bila her kes hedê xwe bizane û hesabên xwe li gorî vê bike! Banga me ew e ku her kes bi rêzdarî nêzî nirx û hesasiyetên gel bibe.”
 

Sernavên din

18/12/2023
09:04 Xwişka girtiyê nexweş: Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike
09:01 Bi ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn: Êşa me hêj mîna roja ewil e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin
07:31 Rojnameya Xwebûnê bi ‘Cîhan Ocalan dixwîne’ derket
00:14 Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
17/12/2023
23:23 Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan
20:33 Wêneyên pêşengên kurdan bi Keleha Wanê ve hatin daliqandin
20:28 Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû
19:33 Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
19:18 Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
18:35 Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin
17:01 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
16:49 Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn
16:29 Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin
15:56 ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist
15:16 Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin
14:29 DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir
13:39 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye
13:31 Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir: Dayik û keça wê hatin qetilkirin
12:52 DEM Partiyê biryarên di civîne de hatine dayîn eşkere kir
12:51 Îrmez: Divê tecrîd rabe, çareseriyeke din tune
11:16 Amed di nava mijê de ma
10:53 Li Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: 61 kes winda bûn
10:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 21’an de didome
09:59 Meteorolojiyê ji barînan hişyarî da
09:58 Ji rojnameger Silêman Ehmed 54 roj in tu agahî nayên girtin
09:58 Kovara Jînê bi sernavê ‘Dê ev roj ji bîra we dernekevin' derket
09:57 Dê DEM Partî namzetên xwe kengî eşkere bike?
09:18 Li KYK’ê dîsa asansor ket
09:09 Qeyûm agahiyên şaş dane wezaretê
09:08 Li Manîsayê pankarta pêşengên kurdan hate daliqandin
09:08 Ji ber ku pala xwe daye qalorîferê 2 hezar lîre ceza li girtî birîn
09:05 Ji DEM Partiyê bi 3 zimanan banga ji bo serlêdanên bernamzetiyê
09:04 Tevî pitika xwe ya 4 mehî di Nobeta Edaletê de ye: Em bibin dengê zindanan
09:01 Gurbuz ê DBP'î: Ji bo erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'YAN
16/12/2023
20:54 Ciwanên rihayî wêneyên pêşengên kurdan daliqandin
20:34 Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir
20:20 Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome
16:52 Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin
16:49 Parêzer Sarica: Nikarin vîna Ocalan têk bibin lewma tecrîd girantir kirin
16:05 Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê
15:53 Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin
15:31 Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest
15:28 ‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’
15:06 ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî
14:36 Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin
14:30 Felsefevanê îtalyanî Antonio Negri jiyana xwe ji dest da
14:24 Îhsan Haran 29 sal berê hate windakirin: Bila bêcezatiya di dosyayê de bi dawî bibe
14:05 Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin
13:53 Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da
11:39 Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir
11:36 Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
11:27 NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin
10:50 Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
10:03 Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
09:49 Ji rojnameger Silêman Ehmed 53 roj in tu agahî nayên girtin
09:45 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome
09:42 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!
09:30 Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye
09:24 Tîma Futbolê ya Jinan di sala xwe ya ewil de bû şampiyon
09:17 Parêzer Çîftçîler: Ger tecrîd bidome dê girtîgehên din jî veguherin Îmraliyê
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!