Rojnameya Xwebûnê dikeve 5 saliya xwe: Xwebûna herkesî ye

  • rojane
  • 09:03 21 Kanûn 2023
  • |
img

AMED - Rojnameya Xwebûnê ku bi zimanê kurdî û heftane tê weşandin, dikeve 5 saliya xwe. Edîtorê Xwebûnê Rohat Bûlût ku ji avabûna Xwebûnê heta niha li wir dixebite, bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li ser civak û weşanên kurd û wiha got: “Rojnameya Xwebûnê xwebûna herkesî ye divê kurd xwedî li xwebûna xwe derbikevin.”

Sala 2016’an ji aliyê çapemeniyê ve weke sala qedexe û girtinan tê pênasekirin. Piştî Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin gelek saziyên çapemeniyê bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) hatin girtin. Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA), Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Rojnameya Ozgur Gundemê, Rojnameya Azadiya Welat hwd. ji wan saziyan in ku bi KHK’yan hatin girtin. Di nava van saziyan de Rojnameya Azadiya Welat ku kurdî dihat weşandin, ji bo zimanê kurdî gelekî girîng û pêwîst bû. Azadiya Welat di 16’ê tebaxa 2016’an de bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye wek organa medyayê ya PKK’ê tevgeriyaye" bi awayekî demkî hat girtin. Bi KHK ya ku di 29’ê cotmeha 2016’an de hat weşandin biryar hat dayîn ku Azadiya Welat û Ozgur Gundem bên girtin.
 
Piştî van geşedan û girtinan Rojnameya Xwebûnê ku li bakurê Kurdistanê tekane rojnameya bi zimanê kurdî ye, hat avakirin. Xwebûn, di 21’ê kanûna 2019’an de li Amedê hat amadekirin û 23’yê kanûnê jî hejmara yekemîn bi manşeta “Heke zimanê te erzan be…” hat derxistin û belav kirin. Xwebûnê 4 sal li pey xwe hiştin û niha jî dikeve 5 saliya xwe. Di nava van 4 salan de tevî ku gelek caran rastî astengiyan hat jî her hefte bi awayekî rêk û pêk weşana xwe domand. 
 
Rojnameger Rohat Bûlût ku ji avabûnê heta niha di Rojnameya Xwebûnê de edîtoriyê dike, bi boneya salvegera Xwebûnê ji ajansa me (MA) re axivî. 
 
‘ARMANC PARASTINA ÇAND, ZIMAN, DÎROK E’
 
Bûlût, da zanîn ku gelek weşanên kurdî ji hêla desthilatê ve hatine girtin û Azadiya Welat, Rojnameya Welat mînakên herî dawî ne. Bûlût, bi bîr xist ku li bakurê Kurdistanê rojnameyên bi zimanê kurdî ku weşanê dikin, ji bo demekê nemabûn. Bûlût, destnîşan kir ku Rojnameya Xwebûnê ev peywir girt ser milên xwe û bi vê armancê dest bi weşana xwe kir. Bûlût, wiha got: “Yek jî armanca Xwebûnê ew e ku di xeteke neteweyî de li ser parastina çand, ziman, wêje û dîroka kurd û Kurdistanê xebatên xwe bimeşîne û bigihîne xwînerên xwe.”
 
‘CIVAKA KURD JÎ RASTÎ POLÎTÎKAYÊN TUNDIYÊ TÊ’
 
Bi domdarî Bûlût bal kişand ser zextên li ser kurdan û bi lêv kir ku ne tenê weşan an jî çapemenî , civaka kurd bi giştî rastî polîtîkayên dewletê yên tundiyê tê. Bûlût, diyar kir ku ev yek rastiyeke bi sedan salan e û da zanîn ku li dijî vê yekê berxwedanek jî heye. Bûlût, destnîşan kir ku di qada civakî de jî ev berxwedan xwe dide xuyakirin û wiha pê de çû: “Civaka kurd bi her awayî vê tekoşîna xwe dimeşîne û tekoşîna ziman, çand, wêje û tekoşîna parastina nirxên xwe dide. Me ev kevneşopiya parastina nirxan ji Rojnameya Kurdistanê dewr girtiye û em jî îro bi vê sedemê Rojnameya Xwebûnê derdixînin û tekoşîna vê yekê didin. Weke min anî ziman armanca me ya sereke parastin û pêşxistina ziman, çand, wêje, dîrok hwd. a kurdan e. Lê li gel vê armanca me dewlet jî tunekirin û tunehesibandina vê tekoşînê dike. Ji ber ku civakek, gelek heye û di encamê de baweriya vî gelî, çand, ziman û dîroka wan jî heye. Dewlet dixwaze vê yekê bi tevahî ji holê rake, lê civak di vê qadê de li ber xwe dide, têdikoşe. Em jî weke çapemeniya vî gelî li vê qadê li ber xwe didin. Bêgûman zext û tundiya desthilatê û dewletê hebû û dê her hebe jî.”
 
‘DI ÇARÇOVEYA ŞERÊ TAYBET DE DIXWAZIN ZIMANÊ KURDÎ JI HOLÊ RAKIN’
 
Bûlût, behsa xwedî derketina Rojnameya Xwebûnê jî kir û diyar kir ku xwînerên kurdî jî, nivîskarên ku kurdî(kurmancî-kirmanckî) dinivîsinin jî li gor salên borî di asteke bilind de ne. Bûlût, anî ziman ku ev kêfxweşiyeke ji bo wan, lê bi giştî di pêvajoyeke bi vî rengî de mirov nikare behsa xwedî derketineke xurt bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me qala polîtîkayên dewletê yên li ser civaka kurd kir, em heman polîtîkayan li ser weşanên kurd jî dibînin. Lewra bi her awayî di çarçoveya şerê taybet de dixwazin zimanê kurdî ji holê rakin, xwedî derketina zimanê kurdî û weşanên kurdî kêm bikin. Di vê astê de mirov dikare bibêje xwedî derketin baş e, lê mixabin rastiyeke bi vî rengî jî heye ku li gorî rastiya civaka kurd a ku bedelên giran dane û têkoşîneke mezin didin divê xwedî derketin di asteke bilindtir de bûya. Ne tenê ji bo Rojnameya Xwebûnê, ez vê yekê bi giştî diparêzim.”
 
‘XWEBÛN JÎ NIRXEKE VÎ WELATÎ YE’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Bûlût diyar kir ku civakek ango gelek bi zimanê xwe heye, bi çanda xwe, baweriya xwe, bi nirxên xwe heye. Bûlût, destnîşan kir ku heke xwedî derketina li van yekan kêm û qels bibe ku armanca desthilatê jî ev e, wê ev civak, gel, çand, dîrok, ziman jî tune bibe. Bûlût, anî ziman ku bi vê hişmendiyê pêwîste her kurdek ku di xwe de hestên kurdewariyê diparêze, xwedî li van nirxên xwe derbikeve û ev tişt got: “Divê xwedî li ziman, çand, dîrok, nirx hwd. derbikevin. Rojnameya Xwebûnê jî nirxeke vî welatî ye û pêwîste ku li vê rojnameyê jî xwedî derbikevin.”
 
‘XWEBÛN JI BO CIVAKÊ DERFETEKE GIRÎNG E’
 
Bûlût, diyar kir ku Rojnameya Xwebûnê ji bo civakê derfeteke girîng e û hem ji aliyê çapê ve hem jî, ji aliyê medyaya dîjîtal ve di her platformê de heye. Bûlût, da zanîn ku ew bi her awayî dikarin xwe bigihînin her kurdekî û wiha lê zêde kir: “Li ku dera cîhanê be bila bibe, hem bi çapî hem jî bi platformên dîjîtal rojname xwe digihîne kurdan. Ev yek avantajeke mezin e. Di sedsala 21’emîn de ji teknolojiyê sûd wergirtin tiştekî girîng e. 50-100 sal berê derfet zêde nebûn û kurd bi her awayî ji têgihiştina hebûna xwe bêpar bûn. Heke ne yeke pir xwedî derfet bûya, derbarê xwe û dîroka xwe de nedikarî xwe bigihîne her agahiyê. Niha ji ber rista teknolojiyê ev derfet zêde ne. Em jî vê yekê bir kar tînin û bi her awayî em xwe digihînin her kurdê ku hay ji xwe heye û xwe nas dike. Ev yek ji bo me avantajeke mezin e. Dezavantaj jî hene. Gelek kesan ev qada ziman ji xwe re kiriye qada bazirganiyê û tenê ji bo berjewendiyên xwe teknolojiyê bi kar tînin. Heke bizanibe du peyvên xweş ên kurdî jî bibêje, ji xwe re platformekê ava dike û hişê civakê jî şolî dike. Em dibêjin ku bila her kurdê ku xemxwarê zimanê kurdî ye, ji hebûna sazîbûna platformên dişopînin haydar bin û pêbawer bin. Heke ne pêbawer bin dibe ku agahiyên jê digirin rê li ber şaşiyên cudatir vekin. Ev yek ji bo pêşeroja kes û civakê jî xetereyek e.”
 
‘DI ŞEVA YELDAYÊ DE DERKET’
 
Bûlût diyar kir ku Xwebûnê cara yekem bi manşeta ‘Heke zimanê te erzan be…’ derket pêşberî xwînerên xwe û niha jî 4 sal li du xwe hiştin. Bûlût, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xwebûn di Şeva Yeldayê de derket. Di baweriya kurdan de ev şev cihekî girîng digire û weke cejnekê tê pîrozkirin. Yek ji sê cejnên kurdan a kevnare ye. Xwebûn di şeveke bi vî rengî de û li ser esasê parastina nirxên neteweyî yên kurdî derket pêşberî xwînerên xwe. Em jî dibêjin ku pêwîste ku weke her gelekî, neteweyekî, kurd jî li hebûna xwe, zimanê xwe û xwebûna xwe xwedî derbikevin. Kurdê ku li xwebûna xwe xwedî derdikeve di encamê de dê li Rojnameya Xwebûnê jî xwedî derbikeve. Ji ber ku Rojnameya Xwebûnê, xwebûna her kesekî ye.”
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

24/12/2023
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn
09:00 Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2023'YAN
21/12/2023
18:14 Li Hespistê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ye
16:55 Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be
16:35 Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê
16:28 Ji Nobeta Edaletê edaletê banga têkoşîna bi hev re hate kirin
16:20 'Derheqê girtiyên di greva birçîbûnê de lêpirsîn tên vekirin’
16:02 Li Girtîgeha Menemenê cezayê qedexeya hevdîtinê li 7 girtiyan hate birîn
15:51 ‘Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike’
15:44 Gundiyan RES protesto kirin: Dê bibe sedema ziyanên jêneveger
15:25 Sercerdevan êrişî zaroka 10 salî kir: Diranên wê şikand û laşê wê reş û şîn kir
15:12 Danişîna doza DÎAY-DER’ê hate taloqkirin
14:09 Almanyayê di nava 10 mehan de 13 hezar û 512 kes dersînor kir
14:00 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde 11 bajar hişyar kir
13:59 ‘Em êrişên li dijî nirxên gelê kurd qebûl nakin’
13:27 AYM’ê ji bo Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da
13:25 WHO: Varyanta nû ya Covîdê belav dibe
11:33 Xizanî roj bi roj zêde dibe: Ji bo tiştên erzantir bikirin em dikan bi dikan digerin
11:06 Keskîn bang li wezîr Yerlîkaya kir: Rêbazên Soylu, Agar û Akşener bi kar neyînin
10:40 Nunerên rêxistinên sivîl: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
10:39 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 25’an de didome
10:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 58 roj in tu agahî nayên girtin
10:34 AKP ‘hilbijêran’ vediguhêze kîjan navend û navçeyan?
09:24 Hevserokên MSD’ê yên nû hatin diyarkirin
09:10 Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'
09:05 Endamê Meclisa Ciwanan Guvercîn: Em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin
09:04 Parêzerên bi girtiyan re hevdîtin kirin: Azadî û çareseriyê dixwazin
09:03 Rojnameya Xwebûnê dikeve 5 saliya xwe: Xwebûna herkesî ye
09:02 Girtiyê nexweş ê bi tena serê xwe di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye