MÛŞ - Salek berî niha Emîne Kaya, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer li Parîsê hatin qetilkirin. Hevalê Perwer, Înan Demîr axivî û got: “Ji nasnameya xwe ya hunermend bêhtir, kesayetiya wî ya şoreşger li pêş bû.”
Li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê kanûna 2022’yan de li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya êrişeke çekdarî hat kirin û di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Piştî qetlîama wek “Qetlîama Dûyemîn a Parisê” tê pênasekirin, kujer William M. hat girtin lê belê piştperdeya bûyerê nehat ronîkirin.
Hevalê Perwer, Înan Demîr
Der barê hunermend Mîr Perwer de di sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 20 sal ceza hate birîn û Dadgeha Bilind di sala 2019’an de ev ceza pejirand. Piştî biryarê Perwer ji neçarî derket derveyî welat. Perwer li Ewropayê bi deng û sekna xwe ve berçav bû û di nava xebatên çandê de cih girt. Perwer bi êrişeke çekdarî li Parîsê hate qetilkirin û canazeyê Perwer piştî qetlîamê anîn Mûşê. Polîsan êrişî merasîma cenaze kirin û gelek kes binçav kirin. Tevî vê yekê jî merasîma cenazayê Perwer bi tevlibûneke girseyî hate lidarxistin.
Hevalê Perwer, Înan Demîr ê di merasîma cenazeyê Perwer de bi îdiaya “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe dan” 3 mehan girtî ma ye, der barê hevalê xwe yê hunermend Mîr Perwer de axivî.
KESAYETA PERWER A ŞOREŞGER
Demîr destnîşan kir ku ji nasnameya Perwer a hunermend bêhtir, kesayetiya wî ya şoreşger li pêş bû. Demîr, diyar kir ku perwer li ser şopa Hozan Serhed diçû û wiha axivî: “Ji Perwer re tenê gotina hunermênd dê şaş be, heval bû, rêheval bû, mirovekî têkoşer bû. Kengî ku tev li bernameyekê bûbûya der barê têkoşîna kurdan û pêdiviya jiyana azad de axaftinek dikir, piştre derbasî strana xwe dibû. Bi tembûra xwe re tev li hemû çalakiyên li dijî qirkirina çand û asîmîlasyonê dihatin lidarxistin, dibû."
‘QALA TÊKOŞÎNA KURDAN DIKIR’
Demîr, anî ziman ku Perwer evîndarê Hozan Serhed bû û wiha dirêjî da axaaftina xwe. “Kengî ku tembûr dixist destê xwe pêşî gotineke Hozan Serhad dianî ziman û piştre li tembûrê dixist. Ji ber ji kesayetiya Hozan Serhat a şoreşger gelek bandor bûbû. Dixwest bibe kesayetiyeke wekî ya Hozan Serhed. Ji bo vê yekê jî gelek dixebitî. Serê xwe pir bi mijara ‘Em ê hunera kurd çawa bi pêş bixin’ diêşand. Perwer heya îro gelek stranên kurdî çêkirin. Di stranên xwe de bêhtir qetlîamên li dijî kurdan hatine kirin û têkoşînê distriya. Perwer biçûya ku dera cîhanê bi deng û tembûra xwe ve têkoşîna xwe vedigot. Îro ji ber sekna xwe ya welatparêz ji hêla gel tê heskirin.”
‘PERWER BÊRIYA WELAT DIKIR’
Di berdewama axaftina xwe de Demîr da zanîn ku piştî Perwer neçarî derketina welat ma, bêriya welat dikir û wiha domand: “Gelek hunermendên ku hunermendiya xwe girêdayî aboriyê dikin hene. Tişta ku Perwer ji hunermendên din cuda dikir ew bû ku ew ji bo hunera gelê xwe yê di bin mêtingeriyê de hatiye hiştin dikir. Di salên dawî de neçar ma ku biçe Ewropayê. Em kengî bi rêya telofonê biaxaftina, daxwaza xwe ya hatina welat dianî ziman. Digot ku ‘sebra min li van deran nayê.’ Tim digot ku Ewropa ne ciheke li gorî kurdan e û kurd nikarin li Ewropayê bimînin. Tim bêriya welat dikir. Miroveke girêdayî axa xwe bû. Tu caran nexwest biçe Ewropayê. Lê belê der barê wî de 20 sal cezayê hefsê hate dayîn û neçar ma ku biçe.”
‘YÊN MÛŞ ŞEWITANDIN, PERWER QETIL KIRIN’
Di dirêjiya axafatina xwe de Demîr destnîşan kir ku qetilkirina Perwer û hevalên li cem wî, bûyerek ji rêzê nîne û ev tişt anî ziman: “Bûyer qetlîameke faîlê wê diyar e. Faîlên vê bûyerê yên Şêx Seîd darve kirine, yên Qetlîama Roboskê pak anîne, yên Dêrsim bombebaran kirine, yên di salên 90’î de Mûş şewitandine. Feraseta Perwer û hevalên wî qetil kirin û feraseta ev qelîam pêk anîn heman feraset e. Bila kes ji me re çîrokan nebêje. Nikarin bi gotina 'hişê faîl ne li serê wî ye' xwe ji van qetlîman xelas bikin. Em jî, gelê kurd jî îro dizanin bê ka kujer kî ne. Em vê rewşê qebûl nakin.”
Demîr, da zanîn ku ew ê di 23’yê kanûnê de li Goristana Yeşîlovayê Perwer bi bîr bînin û her kes vexwend merasîma bîranînê.
MA / Hakan Yalçin