CPT’yê ji bo bersiva Wezareta Karên Derve ya ‘Hevkariyê’çi got?

  • rojane
  • 09:05 27 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Nûnerê Komîsyona Ewropa yê DEM Partiyê Faik Yagizay diyar kir ku di hevdîtina bi rayedarên CPT’yê de, bersiva ‘Hevkariyê’ ya Wezareta Karên Derve ya têkildarî Îmraliyê hatiye rojevê û bersiva “Daxuyaniyek giştî parvekirine. Ev nayê wateya ku CPT têkildarî tecrîdê di nava hevkariyê de ye” girtine. 
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropa (KE) yekane saziya navneteweyî ye ku dikare biçe Girava Îmraliyê û xwedî erkek e. CPT di sala 2022’an de çû Girava Îmraliyê û serdana girtiyên li Îmraliyê kir. Piştî serdanê raporek amade kir. Li gel salek di ser serdana Îmraliyê re derbas bû jî hêj rapora ku amade kiriye bi raya giştî re parve nekiriye.  CPT, hinceta vê yekê destûrnedayîna Tirkiyeyê nişan dide. Diyar dike ku bêyî destura hikûmeta Tirkiyeyê nikare parve bike.
 
Lê CPT dikare der barê dewletên ku daxwazên wan pêk neanîne de daxuyaniyê bide. 33 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel vê yekê heta niha CPT tu daxuyanî nedaye. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan vê rewşê wekî "Hevkariya bêdeng” pênase dikin û helwesta CPT rexne dikin. 
 
Nûnerê Konseya Ewropayê (KE) yê DEM Partiyê Faîk Yagizay ku dem bi dem bi CPT’ê re hevdîtinan dike, helwesta CPT’yê ya der barê Îmraliyê de nirxand. 
 
TIŞTÊN DI HEVDÎTINA DAWÎ DE HATIN AXAFTIN 
 
Yagizay, anî ziman ku demek dirêj e bi rayedarên CPT’yê re hevdîtinan dike û wiha got: “Di hevdîtinan de mijara sereke ku herî zêde em li ser diaxivin, binpêkirinên mafê jiyanê yên li Îmraliyê ne. Di Konseya Ewropayê de, ku Tirkiye jî endamê wê ye, 2 parlamenter û 2 endamên wê yên cîgir hene. Di hevdîtinên me yên bi parlamenteran û Konseya Ewropayê de, em hewl didin ku pirsgirêka kurd bi rêya diyalog û demokratik çareser bikin. Ji bo em pirsgirêka kurd bidin xuyakirin, em hewl didin ku bêtir dostên xwe zêde bikin. Têkildarî vê mijarê em civîn, konferans û panelan pêk tînin. Em gelek caran hevdîtinên rû bi rû yên 2 kesan pêk tînin. Em dixwazin ku saziyên li Ewropayê dema raporan amade dikin û pêşkêşî Konseya Ewropayê dikin, bizanibin li çi baldar bin û çi derxin pêş. Em herî dawî di 4’ê Kanûnê de bi CPT’ê re hatin cem hev.” 
 
Yagizay, da zanîn ku herî dawî Parlamentera DEM Partiyê Nevroz Uysal Aslan der barê rewşa Îmraliyê de pirs pirsî û wiha berdewam kir: “Lê Wezîrê Karên Derve pirsa “Hevkariyek nêzîk bi CPT’yê re tê kirin. Rayedarên CPT’yê der barê pirse de bersîva “Hevkariyê” de bersîva ‘Bi qasî em dibînin, Wezaretê têkildarî şert û mercên girtîgehê de daxuyaniyek giştî daye. Diyar kiriye ku Saziyên Navdewletî û bi taybetî bi CPT’ê re hevkariyek nêzîk heye. Ev daxuyaniyek giştî ye. Li gorî me ev nayê wateya ku CPT têkildarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan hevkariyê nake’ daye.” 
 
Yagizay, anî ziman ku wan pirsa “Hûn çima raporên der barê Îmraliyê de parve nakin” ji CPT pirsî ye û wiha axivî: “CPT, niha baş xerab bi Tirkiyeyê re diyalogê dimeşîne. Ji bo ev diyalog bi dawî nebin, niha erênî nêzîk nabe ku raporan aşkere bike. Ji ber ku bersîva ‘Dibe ji rewşa niha xerabtir bibe’ dane.” 
 
'RAPORÊN KU CPT'YÊ EŞKERE NEKIRINE HENE’
 
Yagizay, bibîr xist ku CPT raporên der barê îşkence û muameleyên xerab de amade kirine, bi awayekî veşarî nişanî dewletên ku serdana wan kirine, dane û wiha berdewam kir: “CPT heta niha tenê 4 raporên der barê serdana Îmraliyê de aşkere kirine. Herî dawî rapor aşkere kir û anî ziman ku qutkirina têkiliya Abdullah Ocalan a bi derve re li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. CPT di heman raporê de anî ziman ku tecrîd li dijî hiqûqa hundirîn û devre ye.”  
 
‘MIFTEYA AŞTIYÊ ÎMRALI YE’ 
 
Yagizay, destnişan kir ku her cara ku bi rayedarên Konseya Ewropaye re hevdîtin dikin mijara tecrîdê tînin rojevê û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan li Tirkiyeyê sedema şer û aştiyê ye. Dewleta Tirk bi tecrîdkirina Ocalan rê li pêş aştî û çareseriya siyaseta demokrasiye digire. Ji ber vê yekê ji bo tecrîd bi dawî bibe xebatên me yên dîplomatîk dê bidomin. Mijara tecrîdê ne tenê meseleya kurd e. Pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi tecridê hatine kîlîtkirin. Mifteya çareseriya van pirsgirêkan jî Îmralî ye. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî Tirkiye deriye Îmraliyê veke. Ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê rê li pêşiya çareseriya gelek pirsgirêkan bê vekirin.” 
 
Yagizay, da zanîn ku ji bo Tirkiye biryarên ku komîteya Wezîran a Konseya Ewropa der barê Osman Kavala û Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê bere Selahattin Demirtaş de daye pêk bîne dixebitin û wiha bi dawî kir: “Eger DMME’ê der barê Ocalan de biryar dabe û vê biryarê paşve bigire û pêk nîne ev durûtiya saziyên ewropayê ye. Li gorî PMME’ê divê hemû biryarên DMME’ê têkevin meriyetdê. Lê DMME biryarên xwe pêk nîne û cot standartiyê dikin. Tecrîda li Îmraliyê hem li dijî hiqûqa Tirkiyeyê ye, hem jî li dijî hiqûqa navdewletî ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di asta kurevî de xebat tene kirinû pêngavek kurevî hatiye destpêkirin. Îqtîdara ku di tecrîdê de israr bike, hebûna  xwe di nava şer de dewam dike. Şer hebe ew jî heye. Şer tune be ew jî nikare bijî. Tecrîd mijara şer û aştiyê ye. Mijara çareserî û kaosê ye. Ji ber vê yekê divê gelê me jî piştgiriyê bide vê hamleye.” 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

30/05/2024
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan
10:05 Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin
09:36 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:18 Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye
09:18 Ji şaredariyên DEM Partiyê piştevaniya ji bo Tetwanê
09:03 Şaredariya DEM Partiyê wê bi projeyan xwe bigihîne jinan
09:02 Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN
27/05/2024
22:59 Bûranê bi rojan xeber jê nedihat girtin, hat girtin
21:02 Li Periyê xebatên hilbijartinê
19:27 Nobeta Edeletê ya Şenyaşarê di roja 114’emîn de ye
16:54 Girtiyê krîza dil derbas kiribû dîsa şandin girtîgehê
16:32 Di çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ de daxwaza hevpar: Tecrîdê rakin
15:56 Eren ji bo girtiyê xetereya korbûna wî heye serî li Meclisê da
15:34 Li Cizîrê mirina biguman a ciwanekî
15:13 Pêşengtiya xebatên hilbijartinê yên Curnê Reş jinan kirin
14:49 Parazvanên mafan ji Gayrettepeyê bang kirin: Bila ‘Muzeya Şermê’ bê çêkirin
14:23 Di doza êrişa zayendî de 12 sal ceza li bersûc hat birîn
14:19 Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekeşî, Çîrok û Helbestan a Ş. Denîz Firat dest pê kirin
14:00 Bi girseyî serdana şîna Yildirim hat kirin
13:51 Terasa ku qeyûm kiribû bipere dîsa bê pere ye
13:35 Temellî: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn çênebe destûreke bingehîn a nû pêkan nîne
13:25 Berxwedana Geziyê di sala 11’an de ye: Serfiraziya me ye
12:27 DEM Partiyê bang li AKP’ê kir ku ‘têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re’ qût bike
12:24 Odeya Bijîşkan a Amedê: Nexweşên penceşêrê nikarin xwe bigihînin xizmeta tedawiyê
11:54 Li Salîhliyê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin