Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e

  • rojane
  • 09:01 19 Çile 2024
  • |
img
AMED - Rojnamevan û edîtorê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Elî Ertaş ku bal kişand ser rewandina edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed, da zanîn ku weke berê qetil nakin, lê bi revandinê bêdeng dikin û wiha got: “Mirov dikare wekî sansûrkirinê pênase bike.”
 
Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hat revandin. 87 roj in agahî jê nayê girtin. Gelek caran hempîşe û hevalên Ehmed ji bo hevdîtinê serî li hikûmeta PDK’ê dan, lê tu encam nehatin girtin. Herî dawî jî hatibû ragihandin ku dê ji bo Silêman Ehmed serî li saziyên navneteweyî bidin.
 
Rojnamevan û Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, têkildarî rewşa rojnameger Silêman Ehmed ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Mehmet Alî Ertaş
 
‘RAYEDARÊN PDK'Ê DESTÛR NADIN’
 
Ertaş, anî ziman ku PDK weke AKP’ê tevdigere û destnîşan kir ku çawa di salên 90’î de rojnamegerên kurd ku rastî derdixistin holê direvandin, winda dikirin, qetil dikirin, niha jî PDK bi heman rêbazê tevdigere. Ertaş, diyar kir ku PDK îro li gorî peymana hikûmeta Tirkiyeyê tevdigere û ji ber ve yekê jî polîtîkayên Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê jî di meriyetê de ne. Ertaş, da zanîn ku PDK di rêya AKP’ê de diçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Edîtorê Rojnewsê dema ku di 25’ê cotmehê de li ba malbata xwe ya Helebê vegeriya, li Sêmalkayê ji aliyê PDK’ê ve hat binçavkirin. Hefteya ewilî gotibûn ‘Ehmed li cem me ye.’ Di 2’yê çileyê de parêzeran serlêdan kiribûn û dadgehê gotibû ku hûn dikarin biçin bibînin. Lê rayedarên PDK’ê destûr nadin. Li gel ku Silêman Ehmed di destê wan de ye jî, destûr nadin ne malbat ne jî parêzer biçin cem wî. Dixwazin wî winda bikin.”
 
‘PDK DIXWAZE TIFAQA KURD Û EREBAN XERA BIKE’
 
Ertaş, diyar kir ku Silêman Ehmed edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê ye û da zanîn ku PDK bi vê kiryara xwe hewl dide têkiliyên kurd û ereban jî qut bike. Ertaş, destnîşan kir ku çawa dewletên navneteweyî naxwazin gelên Rojhilata Navîn bibin yêk, îro PDK jî bi fermana AKP’ê dixwaze vê têkiliya di navbera gelan de qut bike û wiha berdewam kir: “PDK, ji bo dengê gelê kurd û ereb bi hev re dernekeve û tifaqa xwe ava nekin, di şexsê Silêman Ehmed de tifaqa kurd û ereban xerab dike.”
 
‘LI DIJÎ YEKITIYA GELAN IN’
 
Ertaş, diyar kir ku armancên PDK’ê û AKP'ê mîna hev in. Ertaş da zanîn ku PDK, li gorî Tirkiyeyê, Tirkiye jî li gorî NATO’yê tevdigere. Ertaş, bi bîr xist ku NATO’yê di sala 2003’yan de projeya "BOP'ê"’ îmze kiriye ku ev proje projeyeke mezin ya Rojhilata Navîn e. Ertaş, bi domdarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî vê projeyê dixwazin hemû serweriya xwe li Kurdistan û Rojhilata Navîn belav bikin. Naxwazin civak bên cem hev, gel bibin yek. Îro PDK jî AKP jî vê yekê dixwazin. Anku li dijî yekitiya gelan, civakê û baweriyan in. Ji ber ku îro Silêman Ehmed jî edîtoriya erebî dike, di şexsê Silêman Ehmed de dijmintiya yekitiya gelan dikin. Armanc, li dijîbûyîna yekitiya gelan e.”
 
‘MIROV DIKARE WEKE SANSÛRÊ PÊNASE BIKE’
 
Ertaş, diyar kir ku du nasnameyên Silêman Ehmed hene û yek nasnameya wî ya erebî, yek jî ya rojnamevaniyê ye. Ertaş, bi lêv kir ku Ehmed ji aliyê pîşeya xwe ve pirsgirêkên civakê tîne ziman û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê dikeve di nava lêgerînekê de. Ertaş, anî ziman ku Ehmed ji ber pîşeya xwe rastiyê, heqîqetê derdixîne holê û wiha pê de çû: "Çawa di salên 90’î de rojnamevanên ku rastî derdixistin holê hatibin qetilkirin, îro jî heman tişt heye. PDK naxwaze rastî derbikeve holê, naxwaze qirêjiyên wan derkevin holê. Weke me got, Ehmed weke rojnamegerekî dengê civakê ye. Ji ber ku dengê civakê belav dike, wî bêdeng dikin. Mirov dikare vê rewşê weke sansurkirinê pênase bike. Belkî qetilnekiribin lê bêdeng kirine. Ev jî polîtîkayek pergala nû ye. Belkî weke berê qetilkirin rastî bertekên zêde bên, lê niha roj bi roj, hêdî hêdî tune dikin. Vedişêrin û winda dikin da ku ji nava civakê tune bikin û bidin jibîrkirin. Lewma divê hemû rojnameger lê xwedî derbikevin. Di şexsê Silêman Ehmed de dengê hemû rojnamegeran tê qutkirin.”
 
‘XWEDÎ LI SILÊMAN EHMED DERKEVIN’
 
Ertaş, bi bîr xist ku îro Silêman Ehmed hat revandin, windakirin, di be ku sibê rojnamegerek din bê windakirin. Ertaş, diyar kir ku heta niha li Xezeyê 212 rojnameger hatine qetilkirin û ji bo ku rastiyên şer neyên dîtin rojnameger dibin hedef. Ertaş, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê yekê jî divê hemû rojnameger li hempîşeyê xwe xwedî derbikevin û bibin dengê Silêman Ehmed. Di aliyê hiqûqî, siyasî û rojnamegeriyê de hewce ye dengê wî bilind bikin û li her derî belav bikin. Di serî de komele û sendîkayên rojnamegeran mafên wî biparêzin. Sendîkayên navneteweyî divê mafên wî biparêzin. Em jî bang dikin ku bila rojnameger Silêman Ehmed tenê nehêlin û li wî xwedî derbikevin. Em binçavkirin û windakirina wî şermezar dikin. Em dixwazin hikûmeta PDK'ê dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêjî berde û Silêman Ehmed serbest berde.”
 
MA / Bazîd Evren

Sernavên din

19/01/2024
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:50 Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:49 Êrişî gora endamê YPS’ê kirin û kevirê gora wî desteserkirin
17/01/2024
21:50 Girtiyê nexweş Varişlî jiyana xwe ji dest da
21:45 Meclisa Jinan a DBP'î: Jinên kurd bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê mohra xwe li sala 2023’an xistin
21:00 Li Geverê hevşaredar hatin hilbijartin
20:50 Der barê kujer polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez de biryar lêgerîna bi bultena sor
20:44 Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
17:05 Nobeta Edaletê: Divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyan derkevin
16:51 ATK’ê leza wesayîta zirxî ya ku li Mîracê 6 salî da nekarî tespît bike!
16:40 Li Hatayê kon û konteynir di bin avê de man
16:28 Li Stenbolê dema binçavkirinê ya 21 kesan hate dirêjkirin
16:21 Ciwan amadekariya çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ dikin
15:10 Komeleya Dema Jinan e: Bi binçavkirinan dixwazin xebatên me krîmînalîze bikin
15:09 HSK’ê ji bo bijartina 4 endamên Dadgeha Bilind hilbijartin kir
13:55 Bavê Mîraç Mîroglû: Heke ku min li polîs xistibûya dê cezayê muebedê bidana min
13:43 Ji ber teqandina dînamîtan zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê
12:19 Di şewata li Îzmîrê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
11:48 Ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû banga tevlibûnê
11:20 Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
11:15 Rapora îmraliyê: Sala 2024’an divê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan
11:00 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê hate binçavkirin
10:56 Li avahiya emniyetê ya Qereçobanê 320 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
10:46 DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
10:36 Delege ji ber pêşhilbijartinê keyfxweş in: Divê ji bo hemû partiyan bibe mînak
10:34 Li Girtîgeha Sîncanê cil û name winda ne
10:18 Li Hewlêrê 3 rojan şîn hate îlankirin
10:17 85 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:11 Goksu a di greva birçîbûnê de: Çareserî Abdullah Ocalan e
10:09 Di rêveberiyên herêmî de temsiliyet: Tenê ji her 10 kesan yek jin e
09:58 Serokê Baroya Colemêrgê Canan: Li bajar bi qanûnan nayê kirin
09:20 Girtiyên siyasî 52 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:19 Li gorî dozger tedawiya bi destkelemçekirî ‘li gorî hiqûqê ye’
09:18 Bi sedhezaran kes dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
09:10 Çîlek li nav baxçe bi 30 lîreyî, li bazarê 150 TL ye
09:09 Ava Mûglayê tehsîsî santralên termîkê hatin kirin
09:03 Martîna Anderson: Em îlhamê ji fikirên Abdullah Ocalan digirin
09:02 Ji Andirînê gelek kes wekî hilbijêr li ser Xelfetiyê hatine qeydkirin
09:01 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:17 Li Cizîrê namzetên hevşaredariyê diyar bûn
16/01/2024
23:00 Li Geverê dê namzet di tûra duyan de diyar bibin
19:33 Polîsê ku Mîraç Mîroglû qetil kir beraet kir
17:02 Kişanak: Heke îro em bêdeng bimînin dê sibê zemîna axaftinê nemîne
16:44 Tura duyemîn a pêşhilbijartina li Cizîrê dest pê kir
16:42 Dê ji MÎT’ê were pirsîn bê ka ‘têkiliya derhêner Tekîn bi PKK’ê re heye yan na’
16:36 Emniyetê bersiva ‘hilbijêrên’ gerok da: Ji bo tedbîqet û operasyonan e!
15:55 Nobeta Edaletê: Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin
15:25 Li Geverê ji bo dengdayîna gel, delege li ser sindoqan e
15:10 Dê binçavkirinên li Stenbolê bên protestokirin
14:23 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hate bibîranîn
13:53 Hrant Dînk dê li cihê lê hatiye kuştin were bibîranîn
13:27 ÎSÎG: Di 2023’yan de hezar û 932 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:59 Dewleta tirk di 72 saetan de 80 navend bombebaran kirin
12:50 Hatîmogûllari: Werin li şûna lûtkeyên şer em lûtkeyên aştiyê li dar bixin