Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin

  • rojane
  • 16:22 30 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedar Zeynep Karaman di Doza Kobanê de parastina xwe kir û li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê yên li dijî gelê kurd, banga “hevrûbûna dîrokî" li Meclisê kir. 
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 
 
Girtiyên siyasî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Danişîn, bi parastina siyasetmedara kurd Zeynep Karaman berdewam kir. Karaman, parastina xwe bi kurdî kir. Karaman, ji bo tweeta MYK’a HDP’ê ku weke sedema vekirina dozê tê nîşandan wiha got: “Piştî Şengalê li dijî Kobanê êriş hatibû destpêkirin û ji bo pêşîlêgirtina qirkirineke nû hate parvekirin.” 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ÊZIDIYAN
 
Karaman, da zanîn ku dozger hewl dide armanca tweeta behsa xeberê berevajî bike û wiha domand: “Di şexsê Doza Kobanê de em dikarin vê bibêjin; heta ku qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan neyê fêmkirin, rêzebûyerên di vê dosyayê de jî nayên fêmkirin. Heta ku sedemên li ser vê xakê rê li ber qirkirinan vedikin neyên derhîkirin, rê li ber van qirkirinan nayê girtin. Israra kurdan a di netewebûnê de û berxwedana wan her çend hinek rê li ber qirkirinê girtibe jî, hêj jî bi qirkirinan re rû bi rû ye. Em vê yekê ji qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî kurdên êzidî yên li Şirnexê dizanin. Heta ku maf, nasname, statûya gelê kurd ên li Iraq, Rojava û bakurê Kurdistanê neyên naskirin jî mimkin nîne ji vê gefa qirkirinê xelas bibin. 
 
Li her devera cîhanê em jin dibêjin ‘azadî û jiyana wekhev.’ Ev heqîqet, yek ji heqîqetên herî girîng e. Em ji tecrûbeyên bi hezaran salan ên ji her aliyên cîhanê dizanin ku heta ku kes û civak birêxistinkirî nebin, mimkin nîne ku azadî û jiyan were parastin. Dema bê statû û bêrêxistinî man, rastî qirkirinên mezin tên. NY’ê êrişên hovane yên li dijî êzidiyan weke qirkirin nas kir û weke jinek û kurdek ez vê biryarê birêzdarî silav dikim. 
 
EZ BERXWEDÊRÊN JI AZADIYÊ TAWÎZ NEDAN SILAV DIKIM 
 
Mîna li Şengalê, barbarên DAIŞ’ê hewl dan li Kobanê jî qirkirineke mezin li dijî kurdan bikin. Di serî de zarokên kurd ên li dijî vê li ber xwe dayîn; li Tirkiye û her aliyê cîhanê berxwedaneke enternasyonal pêş ket û rê li ber êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê hate girtin. Ez wan kesên li Kobanê li dijî barbariya DAIŞ’ê li ber xwe dayîn silav dikim. Di serî de Arîn Mîrkan, ez bejna xwe li ber bîranîna berxwedêrên enternasyonal ên li Kobanê ditewînim. Di şexsê Kader Ortakkaya de ez hemû berxwedêrên sînor nas nekirin û herikîn Kobanê bi bîr tînim. Weke jinên kurd ên li dijî qirkirinê li ber xwe dan, yên xwestin vê zîhniyetê parçe parçe bikin, em di têkoşîna azadî û jiyana birûmet de biisrar in.” 
 
BANG LI MECLISÊ KIR
 
Di berdewamê de Karaman got ku ji ber tiştên di dîroka komarê de qewimîn divê li Meclisê “hevrûbûneke dîrokî” were kirin û wiha bang li Meclisê kir: “Gelê kurd duyemîn mezintirîn neteweye ku di nava sînorên Tirkiyeyê de dijî. Her wiha yek ji avakerên komarê ne. Sînorên rojhilatê Tirkiyeyê di esasê xwe de herêmên kurdan e. Ji ewil divê dewlet dev ji polîtîkayên dijminatiyê berde û bi awayeke wekhev nêzî hemû nasnameyên li welêt bibe. Li gorî vê yekê jî divê hêmayên madî û manewî yên Komara Demokratîk jinûve bên avakirin. Rêya vê jî ji hevrûbeneke dîrokî re derbas dibe. Bi hevrûbûna qirkirinan re dikare rê li ber zîhniyeta rê li ber qirkirinan vedike were girtin û sedemên wê ji holê bên rakirin. Hevrûbûna bi heqîqetê, bi xwe re dê encamên mayînde bîne.” 
 

Sernavên din

02/02/2024
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye
16:15 Meşvanên Azadiyê li Elbakê ne
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?
13:49 Bi pirekê ve pankarta ‘Azadiya rêbere me azadiya me ye’ hate daliqandin
13:24 Gavên ewil ên Meşa Mezin a Azadiyê hatin avêtin
12:51 Di doza tacîzê de daxwaza cezakirinê
12:44 Bayindir: Em ê tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin
Bakirhan: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
12:11 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:10 Pira dîrokî ya Şapatanê li ber hilweşînê ye
11:55 Li Qersê ‘Meşa Azadiyê’ dest pê kir: Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin
11:50 Zema ji bo simîdan dê bihata kirin taloqî piştî hilbijartinê kirin
10:58 DEM Partî komcivîna xwe ya di 6’ê sibatê de dê li Hatayê pêk bîne
10:48 Tirkiye bi hevdîtinên xwe yên bi Iraq û Îranê re çi armanc dike?
10:41 Rojnameger Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekirî dihat darizandin beraet kir
10:35 Li Wanê starta Meşa Mezin a Azadiyê hat dayîn: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo gelê kurd statû
10:33 Li Rihayê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn
10:25 Li Hatayê xwendekar hêj jî travmaya erdhejê dijîn
09:56 Danişîna 18 rojnamegeran dest pê kir
09:47 Gefa kuştinê li girtî Ekrem Gun tê xwarin
09:41 Komplo di 25 saliya xwe de ye: Çi qewimî?
09:40 Li Rihayê ne hilweşandina avahiyan ne jî avakirina wan temam bû
09:22 DFG'ê ji bo Ehmed bang li saziyên rojnamegeriyê kir: Bêdeng nemînin
09:04 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 67’an de didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 100 roj in tu agahî nayên girtin
09:03 Sedema cezayê ku li Mizrakli hat birîn: Îfadeyên îtirafkara derewîn esas hatin girtin
09:02 Dîlsîz: Tecrîd hem weke hiqûqî hem jî weke siyasî nayê qebûlkirin
09:01 Bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî hat taloqkirin
09:01 Kalçik: Li Wanê 8 qadên avî kirin ‘Bexçeyê Milet’
09:00 Sewalkar ji ber qeyrana aboriyê nikarin karê xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:00 Parlamenter Çûbûk: Divê li dijî tecrîdê sosyalîst berpirsyartiyê bigirin
09:00 Roja ku bavê wî hat girtin ji dayik bû: 31 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2024'AN
31/01/2024
20:28 Girtiya nexweş Guven hat berdan
18:33 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan girtiya nexweş Arslanê
18:16 Nobeda Azadiyê: Hefteya 605'an bi komeke nû dewam dike
16:58 Nobeta Edaletê: Em tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin
16:46 Maça Amedspor û Aksaraysporê 0-0 xelas bû
16:33 Xelkê Qersê namzetên DEM Partiyê bi coş pêşwazî kir
16:08 DEM Partiyê li navendeke din jî namzetên xwe diyar kirin
15:28 Qers ji bo ‘Meşa Mezin’ amade ye: Em sibe ji bo azadiya Ocalan dikevin rê
14:55 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bang kirin
14:06 ESP’ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan greva birçîbûnê da destpêkirin
13:44 Delegasyona YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir
13:43 Li Girtîgeha Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin
12:05 Endeksa nelirêtiyê: Tirkiye ji 180 welatan di rêza 115’an de ye
11:37 Koçyîgît ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Çi ji destê me bê em ê bikin
10:46 Girtî Yilmaz di dema sewqkirinê de hate derbkirin
10:05 Parêzerê Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin: Ev darbeyeke sivîl e
09:50 'Ji bo zarokên girtî divê alternatîfên înfazê bên sepandin'
09:50 Akçîl ê biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kiribû tayînî AYM’ê kirin
09:05 Di 9 rojan de 19 caran girtî sewqî girtîgehên Tîpa S'yê hatin kirin
09:04 Peyv têra vegotina vê berxwedanê nakin
09:02 Girtî ev 66 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 PDK’ê rojnameger Ehmed Revand: 99 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!