Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine

NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên di Nobeta Edaletê de bal kişandin tecrîda li Îmraliyê, diyar kirin ku heta ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe dê çalakiya xwe bidomînin û wiha gotin: “Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine.”

Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 61’an de berdewam dike. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, endam û rêveberên navend û navçeyan û gelek kes beşdar bûn. 
 
Beşdarvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û piştgiriya malbatan kir. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û stranên kurdî hatin gotin. 
 
Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz ê di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku divê mafê jiyanê û rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş neyê binpêkirin û wiha got: “Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan demildest were rakirin.”
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî bi bîr xist ku Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê tê ragirtin û 3 sal in ne bi malbat ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê dike. Yaray, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Heta ku tecrîd neyê rakirin û Abdullah Ocalan azad nebe dê Nobeta me ya Edaletê jî Meşa me ya Azadiyê jî berdewam bike.”
 
ÊLIH 
 
Nobeta di pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DBP’ê ya Bajêr a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên li bajêr serdana nobetê kirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şiray ê di serdanê de axivî, bang kir ku xwedî li nobetê bê derketin. 
 
Şiray, anî ziman ku ji bo polîtîkayên zext û zilmê yên desthilatê yên li ser girtîgehan bi dawî bibin divê zexta raya giştî hebe û banga mezinkirina piştevaniyê hate kirin. Di nobeta tevahiyê rojê serdan berdewam kirin de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
MÊRDÎN  
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Bajêr a Mêrdînê tê domandin, îro Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ên ji Dêrîkê hatin dewr girtin. Di Nobeta Edaletê ya gelek kesan serdana wê kir de dayikan û beşdarvanan bi hev re stran gotin û helbest xwendin. Di Nobeta Edaletê de bi beşdarvanan re li ser azadiya Ocalan sohbet hate kirin û Dengbêj Hacerê jî klam gotin.
 
Rêveberên MED TUHAD-FED’ê yên ji Amedê hatin jî serdana Nobeta Edaletê kirin. Li ser navê şandeyê rêveberê MED TUHAD-FED’ê Orhan Işik mafê axaftinê wergirt û da zanîn ku Meşa Azadiyê dê heta 15’ê Sibatê ji du baskan berdewam bike û got: “Girîngiyeke manevî ya vê meşê heye. Ji cihê birêz Ocalan di sala 1976’an de dest bi meşa şoreşê kir hate destpêkirin. Em dişopînin û dibînin ku xwedî derketineke bi ruhê salên 90’î heye. Ez careke din li ber têkoşîna we bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em ê ji vê saetê û şunde çawa dikarin zêdetir vê berxwedanê mezin bikin, em ê ji bo vê têbikoşin.”
 
WAN  
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 61’an de berdewam kir. Rêveberên rêxistina navçeyê ya Artêmêtê û namzetên hevşaredariyê û gelek kesan serdana nobetê kirin. 
 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya, girtiyên di çalakiya girave birçîbûnê de ne silav kirin û wiha got: “Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin, ne tecrîda li ser girtîgehên din ne jî tecrîda li ser civakê dê were rakirin. Heke ev tecrîd rabe dê civak azad bibe. Em weke dayikên aştiyê mirinê naxwazin û em alîgirê aştiyê ne. Em bang li CPT û Wezareta Dadê dikin; herin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Êdî dem dema ji bo aştiyê gav avêtinê ye. Em dixwazin heta 15’ê Sibatê ev bêedaletî ji holê rabe û aştî û edalet pêk were. Bila herkes destê xwe dirêjî aştiyê bike û ji van berxwedanan re bibe deng. Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine.”
 
Pişt re Çetîn Ûyar ê li ser navê TUHAY-DER’ê axivî jî bal kişand ku ber bi aştî û azadiyê ve gav tên avêtin û wiha got: “Meşa Azadiyê, nobetên edaletê û berxwedanên girtîgehan gaveke mezin ên ber bi aştî û edaletê ve ne. Divê em li dijî tecrîdê hezeke mezin nîşan bidin. Ev gavên bingehîn dê di serî de azadiya birêz Ocalan pişt re jî azadiya gelê kurd bi xwe re bîne. Divê herkes xwedî liv an çalakiyan derkeve. Bi hezaran hevalên me dê meşa xwe li Amarayê bi dawî bikin. Divê em hemû vê çalakiyê veguhêzin her kolan, tax û qadên jiyana xwe.”
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 62’yemîn de berdewam dike. Tevî Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Edeneyê hatin serdana nobetê. 
 
Dayika Aştiyê Sevîl Bahadir destnîşan kir ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê, li ser tevahiya civakê tên meşandin. Bahadir anî ziman ku ji bo mirov nemirin, divê demildest Abdullah Ocalan azad bibe û her kesê vexwend têkoşînê. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, di avahiyê komeleyê de berdewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê, rêveberên navçeya DEM Partiyê yên Akdenîzê, Namzetên hevşaredariyê yên  Akdenîzê Nuray Arslan û Hoşyar Sariyildiz û gelek welatî hatin serdana nobetê.  
 
Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren a tev li nobetê dibe destnîşan kir ku ji bo aştî û demokrasi were Kurdistan û Tirkiyeyê divê tecrîd bi dawî bibe û da zanîn ku pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêwistiyeke mezin e. 
 
‘MUXATAB ABDULLAH OCALAN E’
 
Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan anî ziman ku muxabatê pirsgirika kurd û çareseriya demokratîk Abdullah Ocalan e û balê kişand ser pêvajoya diyalogê. Aşan da zanîn ku  pêvajoya diyalogê ji hêla her kesê ve hatibû qebûlkirin û xwedîderketin. 
 
PIŞTÎ ÇALAKIYÊ MEŞA BI GIRSEYÎ
 
Piştî axaftinan çalakî bi gotina stranan dom kir. Kesên tev li çalakiyê bûn piştre çûn serdana Abdullazîz Ozdemîr ê piştî 31 salên girtî ji Girtîgeha Tarsûsê hatiye berdan. Tevî Dayikên Aştiyê dehan kes ji avahiyê komeleyê ber bi mala Ozdemîr ve meşiyan. Kesên li derdor jî tev lî meşê bûn û girse xurt bû. Di meşê de gelek caran “Bijî berxwedanan zindanan”, “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Jin, jiyan azadî” hatin berzkirin. Gelek kesên derdor jî bi diruşm, çepik û rakirina destên xwe, piştgirî dan meşvanan. Ozdemîr meşvanan li pêşiya malê pêşwazî kir. Meşvan kûlîlk dan Ozdemîr.
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 53’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.  
 
Rêveberên ANYAKAY-DER, parlamenterên EMEP’ê yê Stenbolê Îskender Bayhan, endamê MYK’a DEM Partiyê Kerem Firtina, endamên Meclisa Ciwanan ên partiyê, rêxistinên DEM Partiyê yên Sûltangazî, Kuçukçekmece, Beyoglû û Navenda Çandê ya Guney serdana nobetê kirin. 
 
BAYHAN: JI BO ÇARESERIYÊ EM BI HEV RE TÊDIKOŞIN 
 
Parlamenterên EMEP’ê Îskender Bayhan ê li vir axivî, bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên lidarxistin. Bayhan, qala polîtîkayên neçareseriyê yên desthilatê yên têkildarî pirsgirêka kurd kir û wiha got: “Ji bo em van teşhîr bikin û tecrîd teqez were rakirin û jinûve pêvajoya çareseriyê ya siyasî dest pê bike em bi hev re têdikoşin.”
 
‘BI SERNEKETIN DÊ BI SER NEKEVIN’  
 
Endamê Navenda Çanda Guney Nûrettîn Seyrek jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û wiha got: “Divê em weke şoreşger, sosyalîst û welatparêz di vê têkoşînê de bi hev re bin. Hewl dan bi sedsalan li welatê me, li bakurê Kurdistanê me asîmîle bikin, zimanê me, çanda me, her tiştên me, axa me dagir bikin, lê bi ser neketin, wê bi ser nekevin.”
 
Endamê MYK’a DEM Partiyê Kerem Firtina jî banga xwedîderketina Nobeta Edaletê li hemû beşên civakê kir û wiha got: “Ji bo min cihê rûmetê ye ku li vir bi we re me. Ji ber vê yekê ez jî serbilind bûm ku bi dayika xwe re hatim vê derê. Mesele hevgirtin û di her şert û mercî de bi hev re bûn e.”
 
Çalakiya nobetê ku peyama heta daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê pêk neyên têkoşîn dê bidome hate dayîn, bi klamên dengbêjan gotin û çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

05/02/2024
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin