Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nobeta Edaletê digirin.

 
Komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate kirin di sala xwe ya 25'an de ye. Rêberê PKK'ê Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û bi vir ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê  di bin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin. Ev 35 meh in jî nahêlin ku Ocalan ne bi malbatê ne jî bi parêzeran re hevdîtinê bike. Di demekê de ku çalakiyên şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê û komploya navneteweyî dewam dikir, di 10'ê Cotmeha 2023'yan de kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin. 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehan ku tecrîda li Îmraliyê herî zêde bandorê li wan dike, ji 27'ê Mijdara 2023’yan ve di greva birçîbûnê de ne. Xizmên girtiyan jî li Amed, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Stenbol, Wan û Îzmîrê ji bo edaletê dest bi nobetê kirin. Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyan ku pêşengiya çalakiya xizmên girtiyan dikin, 25'emîn salvegera komployê bi çalakiya bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" pêşwazî dikin.
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Fatma Cig 
 
'HETA OCALAN AZAD NEBE AŞTÎ PÊK NAYÊ'
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Fatma Cig ku li Mersînê Nobeta Edaletê digire, diyar kir ku tecrîda Li Îmraliyê bûye sedema ‘xwîn, hêsir, xizanî û mirinan’. Cigê da xuyakirin ku ji bo ku dilê dayikan neşewite, divê dawî li şer û pevçûnan were û got: “Heta ku Rêberê me (Ocalan) azad nebe, li vî welatî aştî pêk nayê, xwîn û hêsir dê biherikin. Em dixwazin ev xwîn û hêsir rawestin. Ev yek wê bi azadiya Rêbertiya me bibe."
 
Dayika Aştiyê Meryem Erbey
 
'OCALAN JIN JI XEWA MIRINÊ HIŞYAR KIR’ 
 
Yek ji Dayikên Aştiyê Meryem Erbey ku di çalakiya Mêrsînê de cih digire jî got ku jin bi saya fikrên Abdullah Ocalan, têkoşîna jinên kurd li cîhanê belav bûye. Erbey, diyar kir ku ji ber vê yekê divê jin ji bo azadiya Abdullah Ocalan bêhtir têbikoşin û wiha domand: “Rêbertî, çavê jinan vekir û ew ji xewa mirinê hişyar kir. Divê jin bibêjin; ‘Felsefeya Rêbertiyê ez ji xewa mirinê hişyar kirim. Divê ez jî wî biparêzim. Ez vê tecrîdê qebûl nakim.’ Rêberê me aştiyê dixwaze. Nifteya pêşîlêgirtina komkujiyên jinan, di destê Rêbertiyê de ye. Lewma divê jin rabin ser pêyan û rêberê xwe azad bikin.” 
 
‘ROJEKE TARÎ ‘
 
Xizma girtiyekî Meryem Soylû
 
Çalakiya Edaleta Nobetê ku li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) di 4’ê Berfanbara 2023’yan de dest pê kiriye, xizma girtiyekî Meryem Soylû jî di vê çalakiyê de cih digire. Meryem Soylûyê da xuyakirin ku komploya li dijî Abdulah Ocalan ji bo kurdan "rojeke tarî ye". Soylûyê amaje bi wexta komployê kir û got: "Ya rast tevî ku roj hildihat, lê dinya ji mirov re mîna tarîstanê lê hatibû, mirov digot qey ronahî nemaye."
 
Her wiha Soylûyê ev tişt anî ziman: “Piştî ku Rêberê me hate girtin, 3-4 rojan di mala me de xwarin nehate çêkirin. Li ser hemû gelê kurd bandoreke wiha çêkiribû. Eger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeber neşanda, wê Tirkiye bişewitiya, wê mirovan xwe bişewitanda. Komployê bandoreke bi vî rengî li ser mirovan çêkiribû.”
 
Soyluyê da zanîn ku komplo di roja îro de jî didome û wiha got: "Çawa ku her gel xwedan pêşeng e, serokê me jî pêşengê vî gelî ye. Serokê wan hemû gelan e ku di bin dagirkeriyê de ne. Lewma vê tecrîdê çêdikin. Pêwîst e Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Gelê kurd vê yekê dixwaze. Eger Rêberê Gelê Kurd azad bibe, wê civak jî azad bibe."
 
Soyluyê îşaret bi grevên birçîbûnê kir û got: "Girtî di nav çar dîwaran de çi ji destên wan tê, dikin. Laşê xwe didin ber birçîbûnê. Em naxwazin êdî ji girtîgehan cenaze derkevin. Îro roj ne roja sekinînê ye. Bila gelê kurd rabe ser pêyan. Azadî di destê gelê kurd de ye. Dem ne dema rûniştinê ye, bila her kes ji bo azadiya Serok û aştiyê raber ser pêyan."
 
Rasîme Karabaş
 
‘BEHSA SERBORIYA XWE YA ROJA KOMPLOYÊ KIR’
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku nêzîkî du mehan e li Stenbolê dest pê kiriye, Rasîme Karabaş (51) beşdarî wê bûye. Karabaş ku ji gundê Tasûyê yê ser bi Xîzana Bedlîsê ye, di sala 1994’an de neçar dimîne ku koçî Stenbolê bike û du birayên xwe jî di şer de ji dest dane. Karabaşê diyar kir ku wê di biçûkiya xwe de dest bi têkoşînê kiriye û wiha got: "Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd kesekî girîng e. Roja ku Ocalan hate girtin, em pir xemgîn bûbûn. Gava ku min hay ji nûçeyê çêbû, çaydank ji nav destên min ket. Xezûrê min bi bêdengî derkete derve û heta sê rojan qet nehate malê."
 
Karabaşê amaje bi wê dîrokê kir ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û ev tişt anîn ziman: "Ez wê kêliyê qet ji bîr nakim. Me heta du rojan nedizanî em ê çi bikin. Ji ber ku eger rêberê gelekî tune be, ew gel rêya xwe şaş dike. Me jî rê ji ber rê dernedixist. Lê gelê kurd negot bes, gelê kurd li ser pêyan bû. Jin diçûn ber girtîgehan, çalakiyên zincîrê dihatin kirin. Ciwanan her tim çalakî çêdikirin. Kurdan li her derê li ber xwe dida.”
 
‘AZADIYA OCALAN AZADIYA ME YE’
 
Karabaşê ragihand ku eger kesekî ku gelek ji xwe re wekî rêber dibîne girtî be, ew gel jî girtî ye û axaftina xwe wiha domand: “Dema ku Abdullah Ocalan hate girtin, em hemû hatin girtin. Lewma azadiya wî azadiya me ye. Di îdeolojiya Abdulah Ocalan de jin hene. Rêveberiya xweser a jinan heye, mafên jinan û wekheviya jinan heye, aştî heye. Hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe vê sîstemê naxwazin.”
 
Karabaşê tekez kir ku pirsgirêka kurd û azadiya fizîkî ya Abdulah Ocalan girêdayî hev in û got: “Li seranserê dinyayê şer qewimîne, lê dawiya dawî aştî çêbûye. Em jî dixwazin ku bila Abdullah Ocalan re hevdîtin bêne kirin û bila Abdullah Ocalan bigihîje azadiya xwe.”
 
‘EM BIBÊJIN BILA ZAROKÊN ME SAX BIN’
 
Karabaşê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Sê sal in me hay ji Abdullah Ocalan tune ye. Me hay ji tenduristiya wî tune ye. Li hember vê yekê têkoşîn û berxwedanek heye, lê ne bes e. Eger ev polîtîkaya tecrîd û zilmê berdewam bike, ew ê têkoşîna me jî berdewam bike. Heta ku gelê kurd hebe, komploger wê negihîjin armancên xwe. Eger gotûbêj çêbin, eger gelê kurd azad bibe, em ê bigihîjin armanca xwe. Ez dixwazim ji vir bang li dayikên tirk jî bikim. Bila êdî li şûna ku bibêjin ‘bila welat sax be’, bila bibêjin ‘bila zarokên me sax bin’. Welat eger mirov li ser bijîn, hêja ye. Tirkiye bi hêzeke biyanî re şer nake, bi gelê kurd re şer dike ku her roj jê re dibêje “birayê min”. Divê em hemû tev bi hev re ji vî şerî re bibêjin “raweste”. Ez bang li hemû malbatan dikim bila werin em bi hev re tê bikoşin.”
 
Sûltan Yagmekan
 
‘LI ÎZMÎRÊ NOBETÊ DIGIRE’
 
Dayika Firat Yagmekan yê ku di Girtîgeha Girtî ya Jimare 2 ya Tîpa F’yê ya Îzmîr Kiriklarê de tê girtin, Sûltan Yagmekan li Îzmîrê Edaleta Nobetê digire. Yagmekanê da zanîn ku ew ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan çalakiyê li dar dixin û ev tişt anîn ziman: "Abdullah Ocalan rêberekî wisa ye ku her tim azadî û aştiyê dixwaze. Ne tenê ji bo kurdan, her wiha ji bo tirk, ereb û her kesî azadiyê dixwaze. Ji ber ku azadiyê dixwaze, niha tecrîd li ser hatiye danîn. Sê sal in nahêlin ku bila bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev yek bêhiqûqî ye. Em naxwazin bila mirov bimirin. Eger Abdullah Ocalan azad bibe, şer wê bi dawî bibe.”
 
Yagmekanê tekez kir ku heta pêkhatina azadiya fizîkî ya Ocalan ew ê tê bikoşin û wiha domand: “Ez ji vir bang li xizmên girtiyan dikim, bang li wan malbatan dikim ku di vî şerî de zarokên xwe ji dest dane. Bila werin piştgiriyê bidin me da ku Abdullah Ocalan azad bibe, da ku aştî were welatê me û dilê dayikan neşewite.”
 

Sernavên din

10/07/2024
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be