Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek aktîvîstên Fransî, bi navê “Li Kurdistanê çareserî siyasî ye” deklarasyonek parve kirin. Deklarasyona ser Rojnameya L’Humanité wek manşet hate weşandin.

Aktîvîstên fransî ku di navde rojnameger, hunermend, civaknas û nivîskar jî hene, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û siyasetmedarên kurd deklarasyonek parve kirin. Rojnameya fransî L’Humanité, bi manşeta “Kurdistan: Di nava agir de zincîrkirî ye” bal kişand ser tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê girtî ne.
 
Daxuyaniya ku aktîvistên fransî bi sernavê  “Li Kurdistanê çareserî siyasî ye” wiha ye:
 
BANGA BERDANA ABDULLAH OCALAN
 
Salek nû dest pê dike. Û ev li Kurdistanê bi awayekî xerab dest pê dike; piştî ku dewleta tirk di nava bêdengiya dewletên navneteweyî de bombekirina Rojava berdewam kir, di kûrahiya zindanên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtî ji bo edaletê diqîrin. Greva birçîbûnê ya bi komî piştî di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest pê kir heta îro didome. Çalakiya greva birçîbûnê li zêdetirî sed girtîgehan bi hezaran girtî xist nava tevgerê. Girtî careke din bi vê çalakiyê bang dikin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ji sala 1999’an heta niha di bin tecrîda giran de ye, serbest bê berdan. Bi vê çalakiyê dixwazin Rêberê PKK’ê serbest bê berdan.
 
Demekê Rejîma Apartheid, Nelson Mandela bi mohra 'terorist' reş kiribû. Lê Mandela pirsgirêk çareser kiribû. Îro li Tirkiyeyê Ocalan jî wekî vê mînakê, tekane kesê ku pirsgirêka kurd çareser bike ye. Rêberê Otonomîst, bi dehan sal in muzakereyan dike. Ji bo çareseriyek aştiyane û adil bang dike. Dubare diyar dike ku dikare bi navbênkariya hêzên navdewletî dikare teslîm bike. Hevdîtinên ji bo aştiyê di sala 2013’an de dest pê kiribû. Lê 2 sal şûnde parazvanê sextekar ê Filistiniyan û zalimê rasteqîn ê kêmaran dixe kontrola xwe ev pêvajo binpê kir û dawî lê anî.
 
BANGA GIRTIYAN
 
Mehkûmên kurd bang li piştevaniya navneteweyî dikin. Divê ev dengê wan li her derê bê bihîstin; divê dengê wan bigêje her derê. Welatên Rojava, têkiliyên xwe yên aborî û leşkerî bi endamê sereke yê NATO re berdewam dikin. Her welatî di mudaxaleya polîtîkayên derve yên hikûmeta xwe de xwedî mafê gotinê ne. Her gotin divê li ber çavan bê girtin. Her bêdengî jî wisa ye.
 
HELWESTA MEHKÛMKIRINA SIYASETA KURD
 
Hevserokê HDP’ê yê berê û nivîskar Selahattîn Demîrtaş, ji kanûna 2023’yan û vir ve li pêş dadgeran doza xwe diparêze. Demîrtaş di sala 2016’an de hat girtin. Bi 142 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Demîrtaş îro wiha dibêje; 'Aştiya bi rûmet ku em qala wê dikin, aştiya ku kurd, tirk, elewî, sunnî û rengên din karibin di nava hevde bi aştî û aramî bijîn e. […] Dewleta tirk, bi armancên nijadperest û neteweperest ji ber ku em kurd in me dadirizîne. Ji ber ku em li dijî tezên bîrdoziya nijadperest a tirk serî natewînin, em tên darizandin. Ji ber ku em dibêjin Kurdistan welatê me ye û hûn nikarin Kurdistanê dagir bikin, îro em tên darizandin. Li vê holê di şexsê me de dixwazin rastiya kurd û Kurdistane mehkûm bikin.'
 
Dîsa wekîla HDP’ê ya berê Sebahat Tuncel ji sala 2016’an ve girtî ye. Tuncel jî wiha dibêje; 'Li ser bingeha dostanî, xwişk û biratiyê jiyaneke bi hev re pêkan e.' Lê ev vebijêrk mixabin ji aliyê hikûmeta tirk ku bi tevgera faşîst a  MHP’ê re di tifaqê de ye, bi awayekî rêk û pêk tê redkirin.
 
ŞER BI SIYASETÊ TÊ ÇARESERKIRIN
 
Wekî em dizanin şer û pevçûn tenê bi rêyên siyasî tên çareserkirin. Zext, cudakarî, komkujî, girtin û tundî qet heta dawî nikarin bidomin. Gelek kengî bê bindestkirin, dê li ber xwe bide. Dîrok vê rastiyê diçespîne. Di dîrokê de kesên hatin bindestkirin, li Hindistan, Vietnam, Cezayir û Efrîqaya Başûr di encama berxwedanê de azadiya xwe bi dest xistin. Bêguman dê gelê kurd jî rojekê bigihije azadiya xwe. Niha li dijî rejîma otokrasî, şer û nijadperestiyê, parastina demokrasiyê tê kirin. Em li ser axa xwe destekê bidin wan. Em girtiyan di bin siyê de nehêlin.
 
EM GUH BIDIN ABDULLAH OCALAN
 
Em guh bidin Abdullah Ocalan, guh bidin Selahattîn Demîrtaş, guh bidin Sebahat Tuncel. Em li aktîvîsta kurd û TJA’yê û hevşaredara berê Ayşe Gokkan ku 80 caran hat binçavkirin û ji sala 2021’an ve girtî ye guhdar bikin. Em Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku ji sala 2016’an ve girtî ye guhdar bikin. Em hevşaredara berê Gultan Kişanak ku di sala 1980’yî de hat girtin û îşkence lê hat girtin û dîsa ji 2016’an ve girtî ye guhdar bikin. Em stranbêj Nûdem Dûrak ku bi rêya hunerê mafê çand û gel diparast û cezayê 19 salan ê hepsê lê birîn, guhdar bikin. Em stranbêj Erkan Belî ku îşkence lê hat kirin û cezayê heta heta lê birîn guhdar bikin. Em li Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû ku ji gulana 2023’yan ve girtî tê darizandin guhdar bikin. Em rojnameger û nûçegihanê DÎHA’yê Ziya Ataman guhdar bikin. Werin em Nedîme Yaklav ku 30 salin girtî ye û nayê berdan guhdar bikin. Dîsa em li Mûstafa Mûrat Perîşan ku 30 sal in girtî ye û ji ber poşmaniyê qebûl nake û nayê berdan guhdar bikin. Em li Selver Yildirim û Abdulalîm Kaya ku girtiyên nexweş in û nayên berdan guhdar bikin.
Lîsteya navan dirêj dibe û diçe.
 
Em guhdar bikin. Em wekî welatiyên fransî van daxwazan bikin. Em bixwazin ku Fransa bazirganiya aborî û leşkerî ya bi dewleta tirk re bi dawî bike. Em bixwazin ku rêxistina PKK’ê ji lîsteya 'Rêxistinên terorê' derxe. Em bixwazin ku bi rêya Interpolê hevkariya polîs û edlî ya bi dewleta tirk re bi dawî bike. Em bixwazin ku biryara veşartina lêpirsîna dosyaya kuştina 3 jinên kurd ên di çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin bê rakirin."
 
NAVÊN KESÊN ÎMZE KIRIN
 
Navên kesên îmze kirine wiya ne:
 
Nadège Abomangoli - Wekîl
 
Arié Alimi - Parêzer, nivîskar û endamê Mafê Mirovan (LDH)
 
Hakim Amokrane - Stanbêj û şirîkê Sazumankar ê Zebda
 
Mustapha Amokrane - Stranbêj û Şirîkê Zebda
 
Joseph Andras - Nivîskar Xxelata Goncourt )
 
Ludivine Bantigny - Dîroknas
 
Miguel Benasayag - Fîlozof û psîkanalîst
 
Olivier Besancenot - Namzetê Serokê Berê
 
Rachida Brakni - Lîstikvan û senarîst
 
Rony Brauman - Bijîşk û nivîskar
 
Éric Cantona - Aktor, stranbêj û gogbaz,
 
Carmen Castillo - Senarîst
 
Patrick Chamoiseau - Nivîskar
 
Laurence Cohen - Senatorê Rûmetê
 
Éric Coquerel - Wekîl
 
Leyla Dakhli - Dîroknas
 
Hendrik Davi - Wekîl
 
Alice Diop - Derhêner
 
Sébastien Delogu - Wekîl
 
Rokhaya Diallo - Nivîskar û derhêner
 
Éric Fassin - Civaknas
 
Elsa Faucillon - Wekîl
 
Robert Guédiguian - Derhêner (Xelata Filmên Ewropa)
 
Nadia Yala Kisukidi - Feylesof 
 
Anouche Kunth - Dîroknas
 
Adèle Haenel - Lîstikvan (Xelata Cêzar a Lîstikvana Jin a Herî Baş)
 
Kaoutar Harchi - Nivîskar û civaknas
 
Andy Kerbrat - Wekîl
 
Pierre Laurent - Senatorê rûmetê û Cîgirê Serokê berê yê Senato
 
Jean-Paul Lecoq - Wekîl
 
Frédéric Lordon - Feylesof û aborînas
 
Michael Löwy - Civaknas
 
Maryam Madjidi - Nivîskar (Xelata Goncourt)
 
Chowra Makaremi - Antropolog û derhêner
 
Carlos Martens Bilongo - Wekîl
 
Edgar Morin - Civaknas û feylesof (Xelata Zêr a Unesco)
 
Aline Pailler - Rojnameger
 
Ernest Pignon-Ernest - hunermendê dîtbarî
 
Philippe Poutou - Namzetê Serokê Berê
 
Anne Querrien - Civkanas û plankarê bajar
 
Rocé - Rapvan
 
Pinar Selek - Civaknas û nivîskar
 
Danielle Simonnet - Wekîl
 
Pierre Tevanian - Feylesof
 
Ana Tijoux - Stranbêj
 
Laetitia Tura - Derhêner
 
Françoise Vergès - Nivîskar û siyasetmedar
 
Gisèle Vienne - Koreograf û derhêner
 
Abdourahman Waberi - Nivîskar
 
Malik Zidi - Nivîskar û aktor.
 
 
KOLEKTÎF
 
 
Pêkhateyên Femînîst ên dernetew
 
Komeleya Fransa-Kurdistan
 
Konseya Demokratîk a Kurdên Fransayê (CDK-F)
 
Feminîstên Şoreşger Paris
 
Çepa Ekososyalist
 
Dijberên ataerkîl ên Lezbiyen
 
Ekolojiya Populî û Civakî
 
Tora Serhildan a  Enternasyonalîst
 
Yekitiya Azadîparêz a Komunist (UCL)
 
Sendîkaya Solidaires
 
Asya Rojava Afrîkaya Bakur (WANA)

Sernavên din

09/02/2024
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin