Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî

  • rojane
  • 11:23 16 Sibat 2024
  • |
img

RIHA - Li her devera “Meşa Mezin a Azadiyê” lê derbasbûyîn daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” derket pêş. Meşvanan gotin ku herî zêde hesreta dayikan a aştiyê bandor li wan kiriye û ev tişt anî ziman: “Dê ev meş bidome.” 

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, di 1’ê Sibatê de ji Wan û Qersê “Meşa Mezin a Azadiyê” hate destpêkirin. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk di meşê de cih girtin û di roja 15’emîn de gihiştin Rihayê. Meşvan, di nava van 15 rojan de bêyî navber meşiyan, li gelek nevandan bi gel re hatin gel hev û armanca çalakiya xwe vegotin. 
 
Meşvan, li her navendê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û bi şev jî bûn mêvanên malbatan. Di mêvandariyê de jî mijara sereke ya sihbetan, azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk bû. 
 
Di tevahiya meşê de herî zêde dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê”, "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û “Bimre komploya 15’ê Sibatê” derketin pêş. Li her cihê ku meşvan lê derbas bûn, beşên pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di dema girtîgehê de nivîsandiye hatin xwendin û nirxandin. Van beşên meşê, di nava girseyê de rê li ber kelecan û coşeke mezin vekir. 
 
Yek ji aliyên herî balkêş ê meşê jî cihên ku meşvan çûne serdana wan. Meşvan, li her deverê çûn ser gorên kesên di têkoşîna azadiyê ya kurd de jiyana xwe ji dest dayîn û bi bîr anîn. Her wiha kesên di dîrokên cuda de di komkujiyan de hatine qetikirin jî nehatin jibîrkirin. 
 
Hema hema li her deverê pankartên ku gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser bûn hatin hilgirtin. Baskên meşê, di roja 13’emîn de li Amedê gihiştin hev. Di dema gihiştina hev de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Piştre jî meşvan ber bi warê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye ve ketin rê. Bi daxuyaniya li Xelfetiyê re hat ragihandin ku bername temam bûye lê belê hat destnîşankirin ku dê çalakî û xwepêşandanên bi daxwaza “azadiyê” berdewam bikin. 
 
Parlamenter û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di meşê de cih girtin, têkildarî pêvajoya 15 rojên meşê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
KÊLIYÊN KU AYDENÎZ ZÊDE JÊ BANDOR BÛYÎ
 
Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz di nava baskê meşê yê Wanê de cih digirt. Aydenîz, got ku di meşê de herî zêde dema Dayikên Aştiyê yên Botanê kumik, berstû û goreyên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rêsayîn û ji bo bidin Abdullah Ocalan radestî wan kirin bibandor bûye. Aydenîz, diyar kir ku dayikan ji wan re gotiye; “Heke birêz Ocalan bicemide, em jî dê bicemidin. Heke rêberê me rehet nebe em jî rehet nînin.” Aydenîz, ev tişt anî ziman: “Zarokan pêlîstokên xwe radestî me kirin. Bi tevahiya hestên xwe re vê meşê careke din nîşanî her kesî da ku birêz Ocalan îradeya gelê kurd e.” 
 
ÇÎÇEK: HEQÎQET EŞQ E
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek jî di baskê meşê yê Qersê de cih girt. Çîçek, got ku dê girîngiya meşê bi salan piştre bê fêmkirin û wiha domand: “Ev meş, pêşniyara ji bo xeta têkoşînê ya nû bû. Ev meş, meşa heqîqetê bû.” Dema meşvan gihiştin navçeya Milazgir a Mûşê, jina bi navê Naîme Çetîn goreya ku 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan rêsa bû radestî meşvanan kir û got: “Bila dawiya vê meşê azadî be. Min ev goreye ji bo Serok rêsa. Vê ji bo wî bibin.” Çîçek, got ku van axaftinan bandoreke mezin li wî kiriye û ev tişt anî ziman: “Her wiha dema ez çûm ser gora Aysel Dogan pir zêde hestiyar bûm. Ji ber ku dema birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê hatî kirin, Aysel Dogan ji qasidên aştiyê bû ku ji Ewropayê hatibû. Dema li ser cihê xwe tedawî didît, li wêneyê birêz Ocalan nihêrt û wisa jiyana xwe ji dest da. Her cihê em lê derbas bûn, me bedelên tevgera azadiyê ya kurd dayîn dîtin. Li cihên herî biçûk jî em bûne şahidê van bedelan. Birêz Ocalan gotibû; ‘Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e.’ Em jî dibêjin; ‘heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e.’”
 
OTLU: ME TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ HÎS KIR
 
Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu ku di baskê meşê yê Wanê de cih digirt, da zanîn ku serdana wan a ji bo kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dayîn bandoreke mezin li wê kiriye. Otlu, wiha got: “Gihiştina hev a her du baskan, mîna hevdîtina du agirên biçûk bû. Her baskekî ji hêla xwe ve şahidiya kêliyên dîrokî kir. Hinek ji me li Keleha Qersê li cihê ku civîna ewil lê hatiye kirin, hinek jî me jî li ser pira şoreşgeran a Zapê bûn. Li cihên dîrokî hûn dibînin bê ka ev nirx çawa hatine afirandin. Em çûn serdana hevalên ku bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin. Em bûn mêvanên malbatên girtiyan. Dema em nêzî Amarayê bûn jî kelecana me zêde bû. Xelk, daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dike. Me ev yek hîs kilr û ev yek ji hêla têkoşîna yekbûyî ve baş bi me da hîskirin. Agirên biçûk biçûk kom bûn, niha bûn dengê berxwedana mezin. Me mezinahiya meşa mezin a azadiyê nîşan da.” 
 
KUDAY: EM DI HEWAYÊ SAR DE HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
 
Ji meşvanên baskê Qersê Hevserokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday jî got ku di hewayê sar de bi dilgermî hatine pêşwazîkirin. Kuday, ev tişt anî ziman: “Dema min dest bi vê meşê kirî, li benda pêşwaziyeke wiha dilgerm nebûm. Lewma ji gelê me û ji birêz Abdullah Ocalan lêborîna xwe dixwazim. Dilgermiya welatiyên ku em li malên wan bûne mêvan, hêjayî gotinê ye. Bendewariya malbatan ji me hebûn; dixwestin rê li ber rijandina xwînê bê girtin. Tevahiya malbatan jî dixwestin aştiyeke mayînde pêk bê, ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dua kirin û em wisa oxir kirin.” 
 
ÎRMEZ: DAYIK BI HESRETA AŞTIYÊ DIJÎN
 
Ji meşvanên baskê Wanê Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez jî bi lêv kilr ku tevî hemû hewldanên astengkirinê jî wan bajar bi bajar meşa xwe domandin. Îrmez, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja me dest bi vê meşê kirî heta dawiyê em bûn şahidên piştevaniya şoreşger û rêhevaltiyê. Bi saya îradeya mezin a meşvanan, tevahiya astengiyan hatin derbas kirin û meş domiya. Gel bi hesreta azadiya birêz Ocalan dijî û di tevahiya meşê de spasiyên xwe kirin. Dema em bûn şahidên rondikên dayikan ên keyfxweşiyê, gelek hestiyar bûm. Dayik, bi hesreta aştiyê dijîn. Ji bo vê jî divê birêz Abdullah Ocalan tavilê azad bibe. Kêliya herî zêde ez hestiyar bûm jî, dema her du baskên meşê gihiştin hev bû.” 
 
OCALAN: DAXWAZA DAYIKAN AŞTIYEKE BIRÛMET E
 
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî di baskê meşê yê Qersê de cih digirt. Ocalan, got: “Di meşê de tişta herî zêde bandor li min kirî, cihê ku Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê nîşanî me dayî bû. Zarokên wan di zindanan de di greva birçîbûnê de ne, li eniyên şer in... Daxwaza wan, rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan bû.” Bi domdarî Ocalan anî ziman ku daxwaza Dayikên Aştiyê ew e ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û wiha pê de çû: “Bi sala ye Dayikên Aştiyê ji bo aştiyeke birûmet têkoşîneke pîroz dimeşînin. Tekane daxwaza dayikan, aştiyeke birûmet e. Di nava 15 rojan de li her cihê em bûn mêvanên malbatan. Carnan li bajar, carnan jî li gundan bûn mêvan. Li her cihê lê bûne mêvan, bi gel re me sihbet kir. Di wan sihbetan de em bûn şahid bê ka siyaseta kurd çawa jinêzve dişopînin. Hinek bertekên gel bala me kişandin. Welatiyan digotin ku divê têkoşîna gelê kurd bi qurbanî berjewendiyên rojane yên siyasetê neyê kirin. Welatiyan ji me dixwestin ku em mezin bifikirin û zêdetir berjewendiyên gelê kurd derxînin pêş.” 
TURKOGLÛ: XWEDÎDERKETINA JINAN HÊVÎ DA ME 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkgolû di baskê meşê yê Wanê de cih digirt. Turkoglû, destnîşan kir ku jinan piştgiriyeke mezin da meşê û wiha got: “Gelê me bi hestên herî germ meş pêşwazî kirin. Me dît ku li Kurdistanê têkoşîn bêyî bedel nabe. Di dema hevdîtinên bi gel re de em bûn şahidên kelecana wan. Heke gel xwedî li vê meşê derneketa, dê wateyeke meşa me jî nema bûya. Gund bi gund, kolan bi kolan piştgiriya gel mezin bû. Ev deng li Kurdistanê hate bihîstin. Vê meşê bawerî û biryardariya me qahîmtir kir. Li cihên em lê derbas dibûn me bi jinan re hevdîtin kirin. Jinên ku xwedî hafizeya têkoşînê ya 40 salan jî, yên ciwan jî hebûn. Vê yekê hêz da me.” 
 
KAYA: RÊ LI BER KELECANEKE MEZIN VEKIR
 
Ji meşvanên baskê Qersê Parlamenter Adalet Kaya bal kişand ser girîngiya xwedîderketina jinan a li meşê. Kaya, got ku coş û kelecan roj bi roj mezin bûye û wiha axivî: “Ew coş û kelecana ku di roja ew il de li Qersê hîs kirî, ber bi roja dawiyê ve hêj mezintir bû. Li wan malên em lê bûbûn mêvan, me bi malbat û cîranên wan re dem derbas kir. Hîskirina wê dilgermiyê tiştekî xweş bû. Me ev meş bi ser xist û meşa her roj li bajarekê cuda kelecaneke mezin afirand.” 
 
SUMBUL: DÊ EV MEŞ BIDOME
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Şirnexê Şahîn Sumbul di baskê meşê yê Wanê de cih digirt û têkildarî meşê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Pêngava ku me ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan avêtî, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Her çend hewldanên astengkirinê çêbibin jî, nekarîn meşa me asteng bikin. Bi wan malbatên em li malên wan mayîn re em bûn malbat. Ne tenê xwarinên xwe, her wiha hest û fikrên xwe jî bi me re parve kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dua kirin. Heta ku birêz Ocalan azad dibe jî ev meş dê bidome.” 
 
ÇUBUK: DIVÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR BÊ MEZINKRIN
 
Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk jî di baskê meşê yê Qersê de cih digirt û anî ziman ku dilgermiya gel hêzeke mezin da wan. Çubuk, axaftina xwe wiha qedand: “Di tevahiya meşê de em bi malbatan re bûn. Gel, daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dike. Vê meşê moral da gel. Tevî hemû zextan jî gel bi nirxên xwe re ye. Bernameyeke ku hem li Ewropayê hem jî li Stenbolê didome heye. Dê mitîng bên lidarxistin. Divê ev bên xurtkirin. Li hêla din divê deng bê derxistin. Vê meşê nîşanî me da ku divê têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê were mezinkirin.” 
 
MA / Adnan Bîlen - Emrûllah Acar
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/02/2024
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin