‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’

  • rojane
  • 10:05 17 Sibat 2024
  • |
img

ERZÎNGAN - Sekreterê ÎKK’a TMMOB’a Dêrsimê Ugur Beycan diyar kir ku li deverên Licikê yên hezaz lê çêbûye kîmyewiyên tevî nava axê bûn bi xwe re xetereyeke mezin tînin û wiha got: “Tişta ku em jê re dibêjin îzolasyon anku divê bi jeotekstilan qadên cidî bên avakirin û ev madeyên kîmyewî tavilê têkiliya wan a bi zemînê re bê qutkirin.” 

Madena Zêr a Anagoldê ku bi hevkariya SSR Mining a navenda wê Kanada û Madenvaniya Lîdyayê ya girêdayî Çalik Grubê li herêma Çopler a navçeya Licik a Erzînganê hatiye çêkirin û di sala 2008’an de ji bo wê rapora “Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) erênî ye” hatibû dayîn, ev nêzî 16 sal in bênavber xebatên xwe didomîne. Di hezîrana sala 2022’yan de siyanûra li madenê ji ber çû û di 13’ê sibatê de jî hezaz çêbû û 9 karker di bin axê de man. Bi ser re 5 roj derbs bûn lê hêj jî 9 karker nehatine dîtin. Ji bo girtina vê madenê gelek caran bang hatibûn kirin û niha çavê her kesî li ser şîrketê ye. 
 
 
Sekreterê ÎKK’a TMMOB’a Dêrsimê Ugur Beycan
 
CAREKE DIN RAPORA KESÊ PISPOR HATE XWESTIN 
 
Şîrketê cihekî berfireh ê navçeyê kolandiye û şantiyeya wê heye. Di salên 2019 û 2021’ê de raporên ÇED’ê wergirt û bi vê yekê re kanên madenê hêj berfirehtir kir. Bi vê yekê re qada xwe bi qasî hezar û 746 hektaran berfireh kir. Şîrketa behsa xeberê di sala 2021’an de ji bo berfirehkirina qada xwe serlêdan kiribû û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê jî ji bo rapora ÇED’ê bersiva erênî dabû. 
 
DOZA BETALKIRINÊ YA TMMOB’Ê DIDOME
 
Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) jî di sala 2020’an de ji bo betalkirina biryara erenî ya ÇED’ê ya wezaretê ya ji bo berfirehkirina kana madena zêr a li Licikê, doz vekir. Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê jî bi hinceta ku biryar ne li dijî hiqûq û mewzûatê ye, doz red kir. Li dijî biryara dadgehê, TMMOB’ê serî li Dadgeha Bilind da û daxwaza wê ya temyîzê hate qebûlkirin. Bi vê yekê re biryara dadgeha îdareyê hate betalkirin û hat xwestin ku kesê pispor dîsa raporê amade bike. 
 
SERLÊDANA SÛC KIRIN 
 
Hêj keşfa kesê pispor nehatiye kirin, di 13’ê sibatê de karesata duyemîn çêbû. Piştî hezaza dawî, TMMOB’ê giliyê berpirsyarên karesatê kir. TMMOB’ê daxwazname pêşkeşî Serdozgeriya Komarê kir û xwest ku ji Şîreketa Anonîm a Madenvanî Pîşesazî û Bazirganiyê ya Anagoldê û rayedar û rêveberên wê, ji rayedarên Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yên venêrîna herêmê kirin, rayedarên têkildarî projeyê destûr dayîn û pêvajoyên venêrînê meşandin, Waliyê Erzînganê û rayedarên walîtiyê bên cezakirin.
 
MADENVANIYA MÊTINGERIYÊ
 
Endezyarê Jeolojiyê û Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) ê TMMOB’a Dêrsimê Ugur Beycan ku di sala 2022’yan de piştî siyanûra ji ber çûyî di nava şandeya TMMOB’ê ya li herêmê lêkolîn kiribû de cih girtibû, têkildarî geşedanên heyî axibî. Beycan, anî ziman ku Anagold fîrmayeke kanadayî ye û li gel madenvanên Tirkiyeyê xebatên madenvaniya zêr dimeşîne. Beycan, diyar kir ku fîrma ji sala 2008’an ve jî li Dêrsimê xebatên xwe didomîne û ev tişt anî ziman: “Feraseta vê fîrmayê ya li Licikê, ji roja ewil ve di rojeva TMMOB’ê de ye. Şîrket, xebata xwe ya li vê derê bi zîhniyeta ‘madenvaniya mêtingeriyê’ dimeşîne. Madenvaniya li herêmê vê esas digire, hewl didin metalên madenên binerd bi rêya madeyên kîmyewî bi qasî ji dest tê zû ji axê jêbigirin û bibin derveyî welat.” 
 
‘VENÊRÎN TUNE YE Û ÇAVÊN XWE LÊ GIRTINE’
 
Di berdewamê de Beycan diyar kir ku dema ev fîrma xebatên madenvaniyê dikin,  girîngiyê nadin tevdîrên endezyariyê û wiha pê de çû: “Ev rewş jinedîtî ve tê. Ji ber ku li dijî nêrîna cemaweriyê ye, gelek caran derheqê vê yekê de rapor hatine amadekirin. TMMOB’ê ji bo vê jî serlêdanên hiqûqî kir. Ji bo siyanûra di sala 2022’yan de tevî axê bûyî TMMOB’ê raporên cidî amade kir û pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Lê mixabin tevdîr nehatin girtin û encamên wiha giran hatin jiyîn.”
 
HÊJ RAPOR NEHATIYE AMADEKIRIN QAD BERFIREH KIRIN 
 
Beycan, bi bîr xist ku di sala 2022’yan de li Licikê nêzî 20 metrekupên siyanûrê ji ber çû û wiha pê de çû: “Wezaretê got ku siyanûr ji axê hatiye paqijkirin lê ji ber ku me nekarî li qadê lêkolînê bikin, vê rewşê nezelaliya xwe domand. Ev siyanûr li devera Çopler a Licikê çêbû. Texrîbata ku dê li wê herêmê çêbibe jêveneger e. Me di raporên xwe yên pêşkeşî dadgehê kiribûn de jî ev rewş vegotibû. Ev rewş ne tenê bi Erzîngan û Dêrsimê bisînor e. Me derxist holê ku dê bandorê li 10 bajaran, Iraq û Kendava Basrayê jî bike. Heke beriya 2022’yan lê hatibûya guhdarîkirin, dê me pêvajoya 2022’yan nejiya. Piştre fîrma dîsa ji bo berfirehkirina qada xwe serlêdanê dike. Li ser vê mijarê bi serlêdana TMMOB’ê re li Dadgeha Îdare ya Erzînganê doza îtîrazê hat lidarxistin. Lê dadgehê doza TMMOB’ê red kir. Lê Dadgeha Bilind TMMOB mafdar dît û biryar dîsa li dadgehê vegerand. Jê xwest ku raporeke kesê pispor a nû were amadekirin. Hêj rapor nehatibû amadekirin ku qada madenê hat berfirehkirin. Anku hiqûqê nas nakin û tenê di nava hewldanên mezinkirina sermayeyê ne. Encama vê jî karesatên wiha mezin in. Heke îktîdarê guh bidaya TMMOB’ê dê îro ev mirin çênebûna.” 
 
NÊZÎ 25 MILYON TONA YE
 
Beycan, got ku bi hezaza li Licikê re nêzî 25-35 milyon ton herikiye û axftina xwe wiha qedand: “Ev herikîn dualî ye. Aliyek bi rexê rûbar ve aliyek jî ber bi kora xebatên madenê lê dihatin kirin ve çêbû. Têkildarî aliyê xebatên madenê lê dihatin kirin agahî li ber destê me nînin. Di nava vê herikînê de madeyên weke siyanûrê yên bi demê re xera dibin hene lê kîmyewiyên ku bi sedan salan xerab nabin jî hene. Ev madeyên kîmyewî li ser zemînê belav bûn. Di navbera wan û zemînê de îzolasyonek tune ye. Dibe ku tevî çavkaniyên sererd û binerd bibe. Divê tavilê li wir tevdîr bên girtin. Tişta ku em ji îzolasyonê re dixwazin bibêjin ev e; divê bi jeotekstîlan re qadên cidî bên avakirin û tavilê têkiliya van madeyan a bi zemînê re bê qutkirin. Li wê herêmê baran dibarin. Dê piştre ew made tevî xwezayê bibin. Li ser ekolojiyê û tenduristiya civakê dê rê li ber texrîbatên mezin veke. 
 
Her wiha ji vir re xeta fayê ya Munzurê derbas dibe û xetekî çalak e. Heke erdhejek li herêmê çêbibe, dê hawizên lagunê dîsa biherikin û xetereya wan a teqînê heye. Dema em van tevan didin ber hev; divê tavilê xebatên li wir bên sekinandin, ew fîrma bê girtin û qad bê rehabîlîtekirin.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

17/02/2024
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin