Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê

  • rojane
  • 09:02 28 Gulan 2024
  • |
img
ENQERE - Girtî Mukaddes Kabak diyar kir ku ji bo ew tecrîdê qebûl nakin û şermezar bikin dadgehan, hevdîtinên telefon û malbatan boykot dikin û got: “Bila gel û malbatên me bibin yek û daxwazên çalakiya me li derve bînin ziman û bibin dengê vê pêngavê. Çiqas ji derve deng bê derxistin, em ê ewqas zû bigihijin encamekê.” 
 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kiribûn. 
 
Girtiyan bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtî niha li girtîgehan çalakiya xwe ya boykotkirina derketina dadgehan, hevdîtina malbatan û telefonan pêk tînin. 
 
Yek ji van girtiyên ku di çalakiyê de jî Mukaddes Kabak a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne ye. Kabak der barê çalakiya ku pêk tînin de nameyek şand ajansa me. 
 
'EM NÊZÎKATIYÊN WIHA QEBÛL NAKIN' 
 
Kabak di nameya xwe de bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 2019’an vir ve bi tu kesî re nikare hevdîtinê bike û biaxive û wiha got: “Helbet di serî de tecrîdeke giran hebû. Lê her roj bêhtir girang kirin û dixwazin têkiliya Serok Apo bi temamî ji cîhanê re qût bikin. Name nayên dayîn, mafê telefonê û hevdîtina bi parêzer, malbat û vekîlan jî ji holê rakirine. Armanca me ew e ku vê tecrîdê bişkînin û nîşan bidin ku tecrîda li ser Rêber Apo ji bo gelê kurd û hemû girtiyên siyasî jî derbasdar e. Ji ber ku Rêber Apo fikrên xwe ji bo hemû gelên bindest par ve dike. Rêberek ku hemû cîhanê qebûl kiriye ne gengaz e ku di bin şert û mercên wisa de tê hiştin. Em jî îro ji bo ji serokê xwe hin zêde fêm bikin û şert û mercên ku bi salane Rêber Apo tê de dijî, li hemberî wan hêzek mezin nîşan dide. Em nikarin xwe cuda bigirin dest. Ji ber ku Rêber Apo pêşengê me ye. Nêzîkatiyên li hember serokê xwe (weke tecrîdê) em nikarin qebûl bikin. Ji ber vê yekê em jî îro bi pêngaveke nû ketin nav çalakiyê. Di şert û mercên Rêber Apo de jiyan kirin wiha ye: Em dernakevin hevdîtina malbatan, vekîlan û telefonan venakin. Ji bo malbatan dibe ku zehmet be, lê weke tê zanîn ku Rêber Apo bi salane wisa tê hiştin. Bi vê çalakiyê em heta dawiyê li gel serokê xwe ne û em tecrîda li ser serokê xwe tu car qebûl nakin. Em dixwazin mafên Serok Apo yên herî rewa werin dayîn.”  
 
'PARADÎGMA JI BO HEMÛ CÎHANÊ YE' 
 
Kabak bal kişand ser armanca tecrîda 25 salan a li ser Ocalan û wiha berdewam kir: “Bi salane li ser gelê kurd tundî û qetlîamek mezin tê meşandin. Lê bi pêşengtiya Rêber Apo gelê kurd careke din hişyar bû û li hember vê pergala ku me tune dihesibîne, olan da. Ev ji hêla dewletan ve nayê qebûlkirin. Ji ber ku naxwazin gelek li hember wan û pergala wan deng derxîne, serî rake. Ji ber vê jî tûndiya xwe hin zêdetir kirin. Çi kir? Pêşengê gelê kurd Brêz Ocalan bi komploya navneteweyî girtin. girtîgeh bi kurdan tije kirin. Ji hêlekê ve dibêjim me pirsgirêka kurd çareser kir, ji hêlekê din ve jî bi tang û topan, çekên kîmyewî êrîş dikin, polîtîkaya asîmîle kirinê pêş dixin. Lê Rêber Apo dîsa jî dest ji tekoşîna xwe berneda. Xwestin gelê kurd bê îrade bihêlin, lê gelê kurd hin zêdetir xwedî li îradeya xwe ankû serokê xwe derketin. Îradeya me serokê me ye. Rêber Apo her ku fikrên xwe digihandin cîhanê yekbûna gelê kurd hin zêdetir derdiket holê. Dema desthilatê ev yek dît, tecrîda li ser Rêber Apo girantir kir. Dixwazin careke din gelê kurd bindest bikin. Gava em binêrin şerê di navbera welatan de an jî Rojhilata Navîn derketiye û didome, Rêber Apo bi salane çareseriya wê ditiye û gelek caran jî aniye ziman. Paradîgmaya Rêber Apo tenê ji bo gelê kurd na, ji bo hemû cîhanê ye. Ger em şoreşê û aştiyê biparêzin, divê em guh bidin Rêber Apo ku ev şerên hin didomin xelas bibin. Ev jî bi serok re hevdîtin û li ser zemîna paradîgmaya Rêber Apo pêkan e.”  
 
'HÊZ Û YEKBÛNA GELÊ KURD LI CÎHANÊ BELAV DIBE' 
 
Kabak der barê çalakiya ku girtî bi rê ve dibin de bang li gelê kurd û dostên wan kir û wiha axivî: “Gelê me bi berxwedana xwe bi nav û deng e. Gava gelê me pêşengtiyê dike, ji biryarên bêhiqûqî û bêexlaqî gav paşve tê avêtin. Hêz û yekbûna gelê kurd li cîhanê belav dibe. 
 
Îro jî tişta ku em ji gelê kurd, gelên cîhanê, rewşenbîran dixwazin xwedî derketina Girava Îmraliyê ye. Gelek caran welatên cuda û akademîsyen, rewşenbîr  derheqê Rêber Apo de peyaman parve dikin û çalakiyan derdixînin. Ev jî bandorekê ava dike û nîşan dide ku Rêber Apo di nava gelên cuda de weke pêşeng tê pejirandin. Em dixwazin di vÊ pêngavê de jî hemû gel bibin yek. Em bi serokeke wisa re encax dikarin hebûna xwe di vê pergalê de bidomînin. Ji ber vÊ jî weke gel şansê me mezin e. Hin gel ji ber ku pêşengê wan tuneye îro nayên hesibandin. Lê serokê me heye û bi fikr û ramanên xwe feylezofek mezin e û li cîhanê jî di nava gelên cuda de weke zana esas tê girtin. Em jî bi xwedî derketinê û şkandina tecrîdê qîmeta rêberê xwe nîşan bibin û nehêlin vî şansê me ji me bigirin.
 
Bila gel û malbatên me bibin yek û daxwazên çalakiya me li derve bînin ser ziman û bibin dengê vê pêngavê. Ji ber ku çiqas ji der ve deng bê derxistin, em ê ewqas zû bigihijin encamekê û hêz bigirin. Dem dema gelê kurd e. Hemû gelan û berxwedana wan ji vir silav dikim û em ê bi hev re bigihîjin çareserî û encamê.” 
 

Sernavên din

30/05/2024
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan
10:05 Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin