Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan

  • rojane
  • 10:50 28 Gulan 2024
  • |
MÊRDÎN - Salîh Kuday diyar kir ku birayê wî Abdulkadîr Kuday li girtîgehê nexweş ketiye û niha kîloyên wî daketine 41 kîloyan û bi hinceta “ji bo civakê talûke ye” nayê berdan. 
 
Abdulkadîr Kuday ê bi cezayê muebeda girankirî hatiye cezakirin niha li Girtîgeha Metrîsa Stenbolê bi mirinê re rû bi rû maye. Tevî daxwaza malbat, parêzer û siyasetmedaran û parêzvanên mafên mirovan jî nayê berdan. Herî dawî parêzerên wî di 24’ê gulanê de ragihandin ku ji ber nexweşînan gelek zeîf dibe û daketiye 41 kîloyan. Kuday piştevaniya hevalên xwe yên li qawîşê xwe li ser pêya digire û hewcedariyên xwe dabîn dike. 
 
Malbata Kuday carek din ji bo piştevaniya hiqûqî û bi daxwaza rewşa Kuday di raya giştî de bê zanîn serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Salîh Kuday der barê rewşa kekê xwe de ji ajansa me re axivî. 
 
GIRÊDAYÎ CÎHAZÊ DIJΠ
 
Kuday anî ziman ku beriya birayê wî bê girtin tu nexweşî pê re nebûn û got: “Herî dawî me du meh berê wî li ser sandelyeya bi teker dît. Girêdayî cîhazê bû. Rewşa wî roj bi roj xera dibe. Sînga wî ditengije û nikare hilmê hilde. Gelek nexweşîn lê peyda dibin. Ji mîde û dilê xwe nexweş e. Lê îro pirgirêka herî mezin nexweşiya ALS’ê ye ku lê peyda bûye. Ev nexweşîn kesekî dibe heta mirinê. Pirr zeîf bûye, xwarinê naxwe û bi mamayê tê xwedîkirin.” 
 
Salîh Kuday
 
SÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ DI HEMAN QAWÎŞÊ DE NE 
 
Kuday diyar kir ku Ergîn Aktaş û Serdar Yildirim jî du girtiyên mîna birayê wî nexweş in lê bi hev re di heman qawîşê de tên ragirtin û wiha got: “Her du girtî jî nexweş in, gelo wê çiqas bikaribin Abdulkadîr xwedî bikin. Ev bi serê xwe problemek mezin e. Vê hefteyê parêzer xwest biçe hevdîtina wî lê wî nedît. Çimkî êdî girêdayî cîhazê dijî û nikare li ser sandelyeyê bi teker jî rûnê. Bedena wî hemû felc bûye. Nikare xwe li ser pêya bigire. Nikare zêde biaxive. Nikare der barê rewşa xwe de tiştekî bîne ziman, tevî vî halê wî ve jî ew moral dide me.” 
 
‘JI BER BIRYARA SIYASÎ NAYÊ BERDAN’ 
 
Kuday da zanîn ku birayê wî şeş meh berê krîza dil derbas kiriye û demek dirêj sewqa wî ya ji bo nexweşxaneyê nehatiye kirin û ev yek bi zanebûn hatiye kirin û rayedarên girtîgehê xwestine bi vî awayî birayê wî terkî mirinê bikin. Kuday anî ziman ku heke roja ewil teşhîsa rast ji bo birayê wî bihata kirin wê ew neketa vî halî û got: “Heke birayê min bimire jî em dixwazin di nav zarok û malbatê de koç bike. Divê kes nebêje, ‘ji min re çi ye’. Ev yek hemû ji ber tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan pêk tên. Çimkî tecrîd tenê ne li ser birêz Ocalan pêk nayê. Tecrîd li ser hemû azadîxwazan pêk tê. Lewma heke tecrîd bê rakirin, wê girtiyên nexweş bên berdan. Heke îro ku birayê min nayê berdan em dizanin ku ji ber biryar û sedemên siyasî nayê berdan. Her kes dizane ku birayê min ji ber welatperweriya xwe girtî ye.” 
 
‘GELO MIROVEK NÎV MIRÎ ÇAWA DIBE TALÛKE?’
 
Kuday pirsa, “Gelo heke mirovek bêhn û hilmê hilnede, wê çawa ji bo dewletê bibe talûke” ji rayedaran kir û wiha axivî: “Nikare rabe ser lingan. Heke ku cîhaz nebe nikare gav biavêje. Gelo bi vî awayî çawa dikare ji dewletê re talûkeyê derxe? Mirovek girêdayî cîhazê be, tu ferqa wî/wê ji mirinê nîne. Lê em bi viya jî dizanin; ji miriyên me jî û ji gorên me jî ditirsin. Bila eşkere ji me re bêjin; ‘ev biryar siyasî ye. Ev kes kurd e. Hezkiriyê ax, ziman û mirovên xwe ye. Ji ber vê yekê me wî bernadin’. Dema viya bibêjin wê çaxê em ê jî tu daxwazê nekin. Hemin mafê berdana generalên 28’ê Sibatê heye, wê çaxê mafê me jî heye. Daxwaza me tenê ev e. Ji vê zêdetir em tiştekî naxwazin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal 
 
 

Sernavên din

02/06/2024
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de
10:12 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 188'emîn de didome
10:11 MED-DER li ser medya dijîtal hîndekariya kurdî berfireh dike
09:30 Li Rihayê 3 zilaman derstdirêjî li zarokekê kirin
09:29 DEM Partî dixwaze li Hîlwanê bi fereqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Tirkiye êrişî Til Hemîsê kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes birîndar bûn
09:23 Qeyûm ji bo Baskên Jinan a AKP'ê 6 hezar çîkolata û kolonya kiriye
09:19 Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome
09:11 Ji dar û berên Çiyayê Cûdî berhemên hunerî çêdike
09:04 Ji ARSÎSA'yê biryara avakirina şaxeke din
09:03 AYM’ê derbarê Levent ê hatibû qetilkirin de biryara binpêkirinê da
09:02 Îlhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîne
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2024'AN
31/05/2024
19:11 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin ez herim malê
18:01 Ji bo zaroka ku di çem de wer bû lêgerîn hat destpêkirin
16:47 Fîncanci bertek nîşanî girtîgehên ‘tîpa bîrê’ da
16:22 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:19 DEM Partiyê li Periyê xebatên hilbijartinê domandin
16:00 Dayika Ethem Sarisuluk: Kujerê ewil Tayyîp e
15:47 Li Stenbolê bi bombeya dest êrişî otelekê hate kirin
15:26 Qeyûmê Bajarê Nû di 4’ê nîsanê de hemû qeydên kamerayan jê birine
15:10 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
14:43 Mutalaya doza Hrant Dînk: Ji 10 bersûcan re cezayên giran hat xwestin
13:52 Cezayê hefsê dan rojnameger Gayip
13:36 DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin
12:42 Girtiya tecrîda li Îmraliyê protesto dikir bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê
12:15 57 karker ji xwarinê jehrî bûn
12:13 Danişîna doza ‘heqareta li serokkomar’ a Demîrtaş hate taloqkirin
11:56 Keştiya ku penaberan vediguhêst qeza kir: 2 kes mir in, 4 kes winda ne
11:48 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yek ji dayikên Plaza de Mayoyê Nora Morales de Cortiñas jiyana xwe ji dest da
11:39 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:37 ‘Ji bo azadiya girtiyên dozên Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin’
10:52 ‘Mufredata nû ya perwerdeyê îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê’
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne