Li Kurdistanê qeyûm li Tirkiyeyê ji peywîrê girtin

  • rojane
  • 14:11 4 Hezîran 2024
  • |
img
RIHA - Ji sala 2016’an û vir ve ku tayînkirina qeyûman destpêkiriye li 144 şaredariyên ku kevneşopiya siyasî ya kurd bi dest xistin qeyûm hatin tayînkirin. Lê şûna 15 şaredarên partiyên din ên ji wezîfê hatin wergirtin, meclisa şaredariyê ji bo şaredarê nû hilbijêre hilbijartin pêk anî. 
 
Li Tirkiyeyê nîqaşên qeyûman ên piştî Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê dest pê kirin dîsa zêde bûn. Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan her tim vê niyeta xwe destnîşan dike, lê gava ewil bi tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê avêt. “Pêkanîna qeyûm” a bi tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dîsa hate rojevê, piştî îdiaya hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an de kete mewzûatê. Piştî hewldana darbeyê ya hate îlankirin bi rayeya Rewşa Awarte (OHAL) bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de (KHK) rêya tayînkirina qeyûman a li şaredariyan hate vekirin. 
 
QEYÛMÊN EWIL TAYÎNÎ ŞAREDARIYÊN DBP’Î HATIN KIRIN 
 
Dema mirov li kevneşopiya siyasî ya hevşaredarên qeyûm tayînî cihên wan hatine dinêre, balkêş e ku hemû hevşaredar ji partiyên ku girêdayî tevgera siyasî ya kurd in pêk tên. Hema bêje temamê şaredariyên qeyûm tayînî wan hatiye kirin li Kurdistanê ne, balkêş e ku kêm şaredariyên li Tirkiyeyê qeyûm tayînî wan hatin kirin jî şaredariyên ku partiyên ji kevneşopiya siyasî ya kurd bi dest xistine ne. Qeyûm ewilî di 11’ê îlona 2016’an de hatin tayînkirin. Di vê serdemê de di serî de şaredariyên Amed, Mêrdîn, Wan, Colemêrg û Êlihê qeyûm tayînî ji 102 şaredariyan, 95 şaredariyên ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di hilbijartinên 2014’an de bi destxistibûn hatin kirin. 
 
QEYÛM BI HDP’Ê HATIN DOMANDIN 
 
Tayînkirinên qeyûman ên serdema duyemîn jî piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de li şaredariyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dest xistibûn hatin kirin. Piştî hilbijartinê 4 meh û 15 rojan di 19’ê tebaxa 2019’an qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Di pêvajoya pêş de ji 65 şaredariyên ku HDP’ê bi dest xistibûn 48’an qeyûm hate tayînkirin. 
 
NIHA JÎ DI HEDEFÊ DE DEM PARTÎ HEYE
 
Bi hilbijartinên herêmî yên di meha Adarê de hatin kirin îşareta tayînkirina qeyûman û xespkirina vînê ya li partiyên ji kevneşopiya siyasî ya kurd tên bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate dayîn. Bi îdiaya “wesfa wî ya hilbijartinê tune ye” mazbata nedan Abdûllah Zeydan ê weke Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê were hilbijartin. Bi protestoyên li gel vê yekê destpê kirin bi paş ve gav hate avêtin û mazbata dan Zeydan. Piştî Wanê duh jî Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin. 
 
COTSTANDARTIYA HILBIJARTIN Û QEYÛMAN
 
Ji sala 2016’an ve ku pêkanîna qeyûman destpêkirî 144 hevşaredarên ji kevneşopiya siyasî ya kurd tên bi komî 159 şaredar bi hin sedemên cuda ji peywîrê hatin wergirtin. Lê şûna temamê hevşaredarên ji kevneşopiya siyasî ya kurd dihatin qeyûm hatin tayînkirin, şûna şaredarên partiyên din ên ji wezîfê hatin wergirtin, meclisa şaredariyê ji bo şaredarê nû hilbijêre hilbijartin pêk anî.
 
HILBIJARTINA SEROK Û SEROKWEKÎLÊN ŞAREDARIYAN 
 
Di vê pêvajoyê de rêbaza girtina ji wezîfeyê ya 8 serok şaredarên partiyên cuda û bijartina şaredarên nû li şûna wan wiha ye:
 
"* Di 22’ê îloana 2017'an de li ser fermana Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, Serokê Şaredariya Stenbolê yê AKP’yî Kadîr Topbaş îstîfa wî hat xwestin. Topbaş îstîfa kir û encamê meclisê yê AKP’yî Mevlut Uysal wek serok hat bijartin. 
 
* Di 28’ê cotmeha 2017’an de Serokê Şaredariya Enqereyê yê AKP’yî Melîk Gokçek jî wek Kadîr Topbaş, îstîfaya wî hat xwestin û bi darê zorê dan îstîfakirin. Enedamê meclise Mustafa Tuna yê AKP’yî li şûna wî hat bijartin. 
 
* Serokê Şaredariya Balikesîrê Ahmet Edîp Ûgûr jî li ser fermana Erdogan di 30’ê cotmeha 2017’an de îstîfa kir. Piştre endamê meclisa şaredariyê Zekaî Kafaoglû yê AKP’yî hat bijartin. 
 
* Di 20’ê kanûna 2019’an de YSK’ê mazbateya Serokê Şaredariya Serêkaniyê ya Rihayê Abdullah Aksak ê AKP’yî betal kir û li şûna wî encamê meclisa şaredariyê Feyyaz Soylû yê AKP’yî hat bijartin. 
 
* Di 18’ê tîrmeha 2022'an de Serokê Şaredariya Menderesa Îzmîrê Mustafa Kayalar ê CHP’yî ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat dûrxistin û li şûna wî endama meclisa şaredariyê Erkan Ozkan wek serokwekîl hat bijartin. 
 
* Di 9’ê sibata 2023’yan de Serokê Şaredariya Navçeya Gokçeadaya Çanakkaleyê Unal Çetîn yê ÎYÎ Partiyê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat dûrkirin û li şûna wî endamê meclisa şaredariyê Ercan Îpek wek serokwekîl hat bijartin. 
 
* Di 25’ê nîsana 2024’an de Serokê Şaredariya Kepeza Antalyayê Mesût Kocagoz ê CHP’yî ji ber qezaya teleferîkê ku kesek tê de mir, hat girtin. Endamê meclisa şaredariyê Emre Altekîn ê CHP’yî wek serokwekîlê şaredariyê hat bijartin. 
 
* Di 6’ê adara 2021’an de Serokê Şaredariya Yalovayê Vefa Salman ê CHP’yî ji aliyê wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat dûrxistin û li şûna wî encamê meclisa şaredariyê Mustafa Tutuk ê AKP’yî hat bijartin. 
 
* Di 13’ê çileya 2024’an de Serokê Şaredariya Bîlecîkê Semîh Şahîn ê CHP’yî bi sedema îdiayên bertîlê ji aliyê wezaretê ve ji wezîfeyê hat dûrxistin. Endamê meclisa şaredariyê Mustafa Sadik Kaya yê ÎYÎ Partiyê kirin serokê şaredariyê.
 
* Di 26’ê tîrmeha 2022’yan de Serokê Şaredariya Artûklûya Mêrdînê Abdlkadîr Tutaşi yê AKP’yî ji wezîfeya xwe îstîfa kir û endamê meclisa şaredariyê Mehmet Tatlidede yê AKP’yî li şûna wî hat bijartin. 
 
* Di 15’ê nîsana 2022’yan de Serokê Şaredariya Navçeya Bagcilara Stenbolê Lokman Çagirici yê AKP’yî bi sedema nexweşiyên xwe ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Di şûna wî de endamê meclise Abdullah Ozdemîr ê AKP’yî ji bo serokatiyê hat bijartin. 
 
* Serokên şaredariyên navçeya Soke ya Aydinê, navçeya Yayladaga Hatayê, navçeya Erenler a Sakaryayê, navçeya Şebînkarahîsara Gîresûnê ku di demên dawî de wefat kirin, li şûna wan endamên meclise wek serokwekîl hatin bijartin. 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

14/10/2024
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê